C- LI ROJHILATA NAVÎN ÇARESERIYA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK
Ji bo civakekê felaketa herî mezin ew e ku hêza wê nemîne der barê xwe de bifikire û çalakiyan bike. Hêzên hiyerarşî û şaristaniyê yên bi vê yekê ji mêj ve zanîbûn, berê pêşî girîngî bi serdestiya zêhnî dan ku mirov dikare ji vê re hegemonya îdeolojîk jî bibêje. Di meşandin û dewamkirina hegemonyayê de şîddet bi tena serê xwe nikare bi roleke mayînde rabe. Eger armanca şîddetê ji civakê bi destxistina berjewendiyekê be, ji bo vê hewcedarî bi berhemê zêde heye. Eger civak neyên îqnakirin û razîkirin, divê mirov nepê ku ji bo demeke dirêj werin xebitandin û berhemê zêde biafirînin. Hegemonya îdeolojîk vê îqnayê bi cih tîne û derî li civakê vedike ji bo karibe xwe bigihîne danehev û komkirinên wê. Hegemonya îdeolojîk ji hegemonya şîddetê gelekî zêdetir derî vedike ji bo desteserkirina danehevên civakê.
Oryantalîzm, hegemonya îdeolojîk a modernîteya Ewrûpayê ji bo Rojhilat û Rojhilata Navîn pêşde biriye, bi awayekî zanistî îfade dike. Weke hegemonyayeke fikrê ya gelekî bi bandor, fonksiyona xwe dewam dike. Globalbûna modernîteyê bi globalbûna îdeolojîk re di zikhev de ye. Belkî jî hegemonya îdeolojîk hê li pêştir e. Bi qasî fetihkirina zêhnan, fetheke bi tesîr nîne. Dema min ev rêz dinivîsandin jî min timî ji xwe pirsî, gelo ez çiqasî ji oryantalîzmê bihurîme. Ez baş dizanim ku bi vê zêhniyetê fikirkirina min wê min ji xeleka fasit a koletiyê rizgar neke, berevajî wê bi awayekî min biêşîne û min di heman xelekê de bigerîne. Îslamîstên antî-modernîst ên ji rêûresmê ji sedsala 19. ve bi israr tînin ziman ku şêwazekî fikrê yê Îslamê heye û li dijî Xerbê serbixwe difikirin. Îslamîstî vegotinek e ku para pê xapandinê zêde ye. Antî-modernîstiya wê ji sedî sed bi tezên oryantalîst dimeşe. Ji Birayên Misilman heta bi El-Qaîdeyê, hêzên Îslamî yên qaşo xwe antî-modernîst dihesibînin hemû bi vî rengî ne. Anarşîst jî di navê de ekolên li pey çepgiriya tûj, tevî îdeayên xwe yên dijber hemûyan, bi giştî bêyî fikra modernîst, der barê Rojhilata Navîn de jî bêyî oryantalîzmê nikarin bifikirin. Sosyalîzma Pêkhatî herî zêde modernîzm bû. Modernîzma Çînê, serketina oryantalîzmê ye. Rewş ji bo rêûresma Hindistanê jî cuda nîne.
Antî-oryantalîst bûn, min hem eleqedar dike û hem jî bala min dikişîne. Ez vê yekê di van rêzan de diceribînim. Azadiya fikrê bi serê xwe antî-oryantalîzmê îfade nake. Ewçend hêsan nîne ku mirov ji oryantalîzmê bibihure. Eger mirov vegotina modernîteya kapîtalîst a li ser sêlingan red bike, belkî bibe antî-oryantalîstî. Lê bi serê xwe ev nayê wê maneyê ku mirov ji modernîzm û oryantalîzmê dibihure. Ji vê jî girîngtir ew e, li şûna ya tê redkirin wê çi bê danîn. Îslamiyet an jî çi rêûresmek dibe bila bibe dikare modernîteyê red bike. Lê dema dor tê wan ji bo bibin alternatîf, dibînin ku ji teslîmbûnê bêtir ti çareya wan nîne. Teslîmiyeta eşkere yan jî sergirtî li gorî berjewendiyên xwe dizanin û bi vî awayî dibin peyrewên modernîteyê. Sosyalîzma pêkhatî, bihêlin ji modernîteyê bihurîbe, bi temamî li ser sê lingan gelekî hewcedarî modernîteyê bûbû û pêve hatibû girêdan, ji lewra jî hilweşiya.
Li şûna kapîtalîzma taybet, bicihanîna kapîtalîzma dewletê redkirin nîne. Bi qasî ku mînaka Çînê vî hukmî bi awayekî bi tesîr piştrast dike, kêm mînak hene. Li Rojhilata Navîn çi Marksîzm û çi jî dînperestiyê ji ber ku nikarîbûn ji oryantalîzmê bibihurin, nikarîbûn sîstemeke mayînde pêşde bibin, bihêlin jê bihurînê, oryantalîzm zêde bi cih anîn.
Erê, bihêlin jê bihurînê, xwe nêzî analîzkirina hegemonya fikra modernîst û oryantalîst nekirin. A. Gramsci xwe li ceribandina analîzkirinê rakişandiye, lê ji ceribandinê wêdetir neçûye. Tevî ku di nava ekola fikrê ya anarşîstan de rexneyên wêrek hatine kirin jî ew jî di warê afirandina alternatîf de ji sosyalîstên reel zêde cuda nînin. Herçiqasî di teoriyê de jê bihurîbin jî di nava avahiya wê de jiyan ji bo wan zêde nebûye pirsgirêkeke ciddî. Li Rojhilata Navîn herî zêde rewşenbîrên Îranê bi fikra modernîst re mijûlbûne, lê ji avakirina Şîa’yeke modernîst wêdetir neçûne. Bi tevahî Îslamîstên din dewamî dubare kirine ku vegotinên modernîteyê hemû berê ji aliyê Îslamê ve hatine gotin. Bi tevahî tevgerên desthilatdarî û ekolên îdeolojîk ên bi israr îdîa dikin ku antî-emperyalîst, antî-kapîtalîst in, ya herî zêde têde bi serdikevin ew e, ji lîberalîzm, kapîtalîzma taybet derbasî payeya demokrasiya sosyal, sosyalîzma reel û rizgariya neteweyî dibin an jî ji guhertina mezhebê wêdetir ti maneyê îfade nakin.
Ekola modernîst û oryantalîst ji yeqînan wêdetir, gelekî bi bandor e. Rexneyeke bi tenê di asta çandî de nayê wê maneyê ji van ekolan mirov dibihure. Eger mirov yekê ji hêzên hegemonîk ên sîstemê têk bibe, heta şoreşeke antî-kapîtalîst bike, nayê wê maneyê ku rexneya wê hatiye kirin û alternatîfa wê hatiye dîtin. Şoreşa Cotmehê antî-kapîtalîst bû, lê antî-modernîst nebû. Berevajî, dewletdariya netewe û îndustriyalîzma modernîteyê herî zêde bi cih anî û bi vî awayî di globalbûna wê de alîkariyeke mezin kir. Şoreşa Çînê di vê mijarê de tîpîktir e: Jê we ye ku dema şêweyên modernîteyê yên sedsala 19. pêk bîne, şoreşê jî dewam dike. Şoreşa Franseyê jî bi heman rengî di van mijaran de xapiyaye û bandorên vê yekê heta roja me ya îro dewam dikin.
Wexta ku em hegemonya îdeolojîk a modernîst û oryantalîst rexne bikin, şert e ku em parametreyên hîmî bikin bingeh. Em dema sêlingên modernîteyê weke parametreyên hîmî qebûl bikin, wê girîngiya mijarê bêtir were fêhmkirin. Ji bo hevgirtîbûnê, divê mirov bi girîngî diyar bike ku mirov dikare rexneya herî radîkal li ser van hîman bike û alternatîfan jî bi tenê li ser van hîman biafirîne. Rexne bi xwe divê yekparebûn û demên avabûnê weke bingeh li ber çavan bigire. Bi tenê rexnekirina pêvajoyên siyasî, rola kesayetan û bûyerên dema kin ji bo serwextbûna li heqîqetê têrê nakin. Eger li vir yekparebûn bi têgîna demê re di bingehê rexneyê de neyê danîn, encamên derkevin holê wê parçeparçebûyî, bêdem ango wê bêmane bin, nikaribin heqîqetê îfade bikin, ji lewra encam wê şaşî û qusûrên mezin di nava xwe de bihewîne. Em çi rexne dikin bila em bikin, divê em yekparebûn û demîbûna wan di rexneyên xwe de ji sedî sed rast destnîşan bikin. Wexta mijara me modernîte be, ya ku divê em esas bigirin ew e ku herî kêm li ser hîmê sêlingan yekparebûnekê pêk tîne û weke dem, demeke pêncsed salan dirêj, ya avabûnê û sîstematîk dihewîne.
Di serî de Marksîst, şaşiya dijberên sîstemê ya herî bingehîn ew e, sîstemeke demdirêj û li ser sêlingan di nava demên kin de, heta carnan demê jî piştguh dikin, bi tenê yek aliyî, weke mînak bi tenê aliyê kapîtalîzmê, rexne dikin. Herçî analîzên di vê parêznameyê de bi awayekî seresere hatine kirin jî nîşan didin ku divê ji bo kapîtalîzm bê fêhmkirin ji sedî sed têkiliya wê bi sîstema şaristaniya navendî, bi dema dirêj a trenda mezinbûna wê û bi du aliyên din ên bingehîn dewleta netewe û diyardeya îndustriyalîzmê re were rexnekirin.
Rojhilata Navîn, heta şaristaniya Çîn û Emerîkayê li ber çavan neyên girtin, kapîtalîzma di sedsala 16. de derket holê wê neyê fêhmkirin. Potansiyela hundir a Ewrûpayê ji sedî sed têra pêkhatina kapîtalîzmê nedikir. Bi heman awayî dewleta netewe neyê avakirin, damezrandina sîstemê jî mumkîn nabe. Ti sîstema mêtinkariyê bê desthilatdarî û bê dewlet nabe. Ne bi tenê desthilatdarî û dewlet, desthilatdariya herî zêde û dewleta netewe ya dewletê pêk neyên, ji bo kapîtalîzmê danahev û komkirina sermaye û karê pêk nayê. Ji bo serketina hegemonîk a sîstemê herweha divê şoreşa îndustriyê bike bin yekdestdariya xwe û weke îndustriyalîzm bi îdeolojîkkirinê (milletperestî) di zikhev de dewam bike, bi rê ve bibe. Eşkere ye ku ev diyarde di nava xwe de bi yekparebûneke şidiyayî û di çarçoveya dema dirêj de modernîteyê serwer dikin. Em wexta li tevahiya ekolên xwe rexneker dihesibînin dinêrin, em dibînin modernîteyê di nava dema dirêj û yekparebûnê de nabînin, bi pirranî haya wan ji têgîna demê çênabe, belawela bi meselê dadikevin, bi giranî li ser çend xisletan (mînak ked, heqdest, kar, sermaye, dewlet, mêtingerî, emperyalîzm, kesayet, bûyer) radiwestin û bi vî awayî hewl didin encamê bigirin. Wexta ku rêbaz ev be, ya derkeve holê jî wê mîna pênasekirina fîlê bi mûyê wê be.
Nexasim sosyalîzma pêkhatî ya em di navê de gihiştin, bi tenê lingê modernîteyê kapîtalîzm xist ber rexneyê, dema ev kir jî têgîna demê şaş bi kar anî û hewl da şoreşgeriyê bike û vê hewldanê rê li ber şikestina qudûmê wê vekiriye. Bêguman bingehekî civakî yê vê nêzîkbûnê heye. Divê mirov baş zanibe ku mirov lingên modernîteyê dewleta netewe û îndustriyalîzmê ji lîberalîzmê jî wêdetir bi kar bîne, ne şoreşgeriyê, wê dîktatorî û heta faşîzmê zêde bike. Mirov ji vî alî ve dikare têra xwe ji ceribandinên welatên sosyalîzma pêkhatî (zêdetir jî dewletên rizgariya neteweyî meşandin) hîn bibe. Niyeta baş, weke Lenîn jî gotî pêşî li çûna cehennemê nagire, berevajî, carnan hêsan dike. Şoreşa Cotmehê ji ber ku di hewldana xwe ya antî-kapîtalîzmê de kêm bû têkneçû; berevajî, di antî-kapîtalîzmê de serketî bû. Lê antî-modernîst, ango antî-dewleta netewe û antî-îndustriyalîzm nebû, bi antî-kapîtalîstiya xwe ji ber ku nikarîbû ji herdu lingên modenîteyê bibihure, dema avabûnê da aliyekî û bi tenê bi demên kin tevgeriya, têkçû. Pratîkên pêkhatî, vê rexneyê piştrast dikin.
Di pêncsed salên dawî de tevger û ekolên îdeolojîk û şorêşên bi armancên demokrasîxwazî û wekhevîxwaziyê rabûne, negihiştibin serketineke sîstematîk, sîstemeke din a dinyayê ya em dikarin weke şaristaniya demokratîk jî şîrove bikin, sedema vê yekê ango kêmasiya wan a bingehîn ew e ku ji pratîkên rexneker ên hevgirtî, yekpare û têgîna demê dihewînin, mehrûm bûn. Ango fîl timî bi aliyekî wî pênase kirine û di pozîsyona danasînê de mane. Di rewşeke bi vî rengî de ne dikarin ji fîl sûdê wergirin, ne jî dikarin jê xelas bibin. Marksîstan wexta kapîtalîzm rexne kir û xwestin jê bibihurin, haya wan ji wan tinebû ku dewleta netewe ya navendî û îndustriyalîzm gihandine faşîzmê û hilweşandina hawîrdorê. Tevger û ekolên rizgarîxwaz ên neteweyî helwesta wan li dijî modernîteyê hê bêtir şîlo ye. Piştî ku dibin dewleta netewe û kengî di hin şaxên pîşesaziyê de pêşde diçin, antî-emperyalîstî û antî-kapîtalîstiya wan şûna xwe ji alîgiriyeke fanatîk a modernîzmê re dihêle. Heta îdeolojiyên modernîst (lîberalîzm, milletperestî, sosyalîzma reel) dikin mîna dîn û di vê de sînor nas nakin. Dewletdariya netewe û îndustriyalîzm weke dînê sekuler bi mane, bi sazî û avahî bûne.
Anarşîstan di çarçoveya sêlingên modernîteyê de rexne pêşde birine, lê weke alternatîf nexwestine sîstematîkeke demokratîk jî bifikirin, ferdê anarşîst tercîhî civaka demokratîk kirine. Di bingehê serneketina wan de ev rastî heye û ji ber statuya wan a çînî, nikarin vê bibînin. Aliyê antî-civakparêziyê yê bûrjûwaziya piçûk, wekî din mirov nikare rave bike. Demokratên sosyal ji ber ku bawer dikin wê modernîteyê bi reforman sererast bikin, gaveke bi tenê jî ji wê wêdetir navêjin. Ekolojîstan bi tevahî argumanên xwe ji modernîteyê girtine û bi qasî ku vê nebînin seresere li mijaran dinêrin. Kengî bi ser îndustriyalîzmê de diçin, kapîtalîzm û dewleta netewe ji bîr dikin. Femînîst sîstema bavikî dibînin, lê zirara modernîteyê daye jinê bi heman tundî û tûjiyê rexne nakin. Wexta rexne dikin jî weke ekol, tevger û sîstem di afirandina civak û jina alternatîf de bi rola neçar û bêzaran radibin. Dijbertiya modernîteyê ya dîndarên radîkal û tevgerên kulturalîst weke ekol û tevger hê lawaztir e. Ya li pey diçin û dixwazin, herî zêde lihevkirin e.
Ez dixwazim vê bêjim: Kapîtalîzma roja me ya îro di krîza fînansa global de bi buhaya 600 trîlyon dolarî di cîhana ferazî de dişêlîne, herhal ev yek ji ber ku avabûn û yekparebûna modernîteya kapîtalîst nehatiye rexnekirin û tevî vê yekê sîstemeke alternatîf nehatiye çêkirin, pêk tê. Bi tevahî şoreş, tevger û ekolên nikaribin tayê kapîtalîzmê bi modernîteyê re deynin, wê di nava modernîteyê de bihelin û wê nikaribin xwe ji vê rizgar bikin. Bi tevahî şoreşên ji her rengî, tevgerên polîtîk û ekolên îdeolojîk ên nikarîbûn antî-kapîtalîzmê bigihînin antî-modernîzmê, wê ji aliyê modernîzmê ve bêne fetihkirin û nikarin xwe ji vê xelas bikin.
Çawa ku antî-kapîtalîzm antî-modernîzm nîne, mirov heta nebe antî-modernîst nikare bibe antî-kapîtalîstekî ku gotin û pratîka wî hevdu digire. Tevger û ekolên radîkal dîndar, kulturalîst, femînîst û ekolojîst nuqteya bingehîn a têde dixapin ew e, yeqîn dikin ku avahiya yekpare ya modernîteyê nekin hedef, wê karibin bi ser kevin.
Ez bi tevahî înkarwarî nêzîk nabim. Parçeparçebûyî û bêsîstem be jî rexnekirina pêncsed salên modernîteyê di nava nîv sedsala dawî de lawaz be jî fikra postmodernîst derxistiye holê. Postmodernîzm, tevî ku nikare bersivê bide rexneya modernîteya hewl didim analîz bikim jî ji ber ku rewşa kaotîk û krîza sîstem ketiyê nîşan dide, pêşketineke girîng e.
Di dema postmodern de modernîte û faşîzm, qirkirin, totalîtarîzm, otorîtarîzm, cinsperestiya civakî, milletperestî, îndustriyalîzm, guherîna rewşa avhewayê û her cure hilweşîna hawîrdorê, gelekî zêdebûna desthilatdariyê, pîrekkirina civakê û metakirina wê, analîtîkbûna mejî, pûçbûna ruh, gincirbûna ferdan, şerkirina her kesî bi her kesî re, belavkirina civakê, têkbirina cotkariyê, li şûna qral-xwedayên bi maske xweda-ferdên bê maske û tazî bi cih bûn, tahmsarkbûna jiyanê û nemana balkêşiya wê, jidestçûna esilzadetî û bedewiya jinê û pirr zêde fahîşekirina wê, li şûna exlaq serwerbûna destavêtinê, li şûna cihêrengiyên têne maneya jiyanê cihgirtina mirina bi navê homojeniyê, xelasbûna polîtîkayê û li şûna wê bicihkirina desthilatdariyê, êdî derfet û îmkan heye û bêtir hêsan e mirov di navbera bi hezaran neyêniyên bi vî rengî de têkiliyê deyne û analîz bike. Postmodernîte bi serê xwe şoreş nîne. Lê qalibên dînî yên hişk ên modernîteyê tîne rewşekê ku karibin bişkên û atmosferê nerm dike. Şoreşa antî-modernîteyê, eşkere ye ku wê di nava yekparebûnê de parçetî, di nava gerdûnîtiyê de xwecihî, di çarçoveya dema dirêj de nêzîkatiyên kêliyê, li ser bingehê antî-kapîtalîzm, antî-dewletdariya netewe û antî-îndustriyalîzmê li dora avahiyên cuda bi armancên sosyalîst, demokratîk û ekolojîst wê xweparastin, xwebimanekirin û heqîqetkirin be.
Divê mirov oryantalîzmê di çarçoveya maneyeke teng de weke fikrên fikirdarên Ewrûpî yên der barê civak û şaristaniya Rojhilata Navîn de nebîne. Li şûna ku der barê xwezaya civakî de fikrên zanistî pêşde bibe, û bike ku bêne rohnîkirin, zêdetir bi hegemonya îdeolojîk a modernîteyê ve girêdan û avahiya wê ya zanistî weke bingeh dîtin, di çarçoveya maneyeke fireh de oryantalîzm e. Fetha dused salên dawî ya modernîteya kapîtalîst bi tenê di qada çanda maddî de pêk nehatiye, di qada çanda manewî de hê zêdetir e. Şoreş, tevgerên polîtîk û ekolên îdeolojîk ên derketine holê her yek ji wan kopiyekî mirarokî yê pêkhatinên li Ewrûpayê ye. Ji lewra bandora wan a li ser civakê zêde nebûye. Civaka di navbera rêûresm û modernîteyê de tengavbûyî, ji ber ku timî tengezar e, û nikare xwe nû bike, misêwa di nava krîzê de ye.
Antî-oryantalîstî bi antî-modernîstiyê dibe. Mirov dikare Îslamperestiya siyasî ya radîkal di çarçoveya oryantalîzmê û şêweyê modernîzmê yê oryantal de binirxîne. Ji sedî sed di wê buhayê de nîne ku alternatîfê pêk bîne. Weke nerazîbûna ji milletperestiya laîk, ji bikaranîna argumana milletperestiya dînperestiyê wêdetir naçe. Şoreşên Ereb, Tirk û Fars şoreşên tîpîk ên oryantalîst in. Van şoreşan milletperestiya dînî û nijadî cihê yan jî di nava hev de bi kar anîne û bi vî awayî avakirina dewletên netewe yên modern weke hedefa xwe ya pêşî diyar kirine. Yeqîn kirine ku wexta vê bi kapîtalîzma dewletê û îndustiriya wê re bikin yek, wê mîsyona xwe temam bikin. Li eniya wan nivîsandiye çend sed salan lipaşmayî Ewrûpayê bişopînin. Ji her alî ve xwegihandina wan a nirxên Ewrûpayî di wan de bûye fikreke sabit a mîna nexweşiyekê.
Rastxwendina têkiliyên modernîteya kapîtalîst bi civaka Rojhilata Navîn re ji bo gavavêtineke alternatîf, girîng e. Berê pêşî divê mirov fêhm bike ku modernîteya kapîtalîst êdî bûye diyardeyeke xwecihî. Diyardeyeke derve nîne ya hundir e. Lê ji ya Ewrûpayê cuda ye. Xeleka herî lawaz a kapîtalîzma global e. Di vê rewşê de divê mirov nekeve du şaşiyên bingehîn. Ji van a yekemîn, mîna ku dinyayeke din, şaristaniyeke din mumkîn nîne, modernîteya kapîtalîst weke dînê sekuler qebûlkirin û perestina modernîteyê ye; duyemîn jî bi awayekî topyekûn wê bigire hemberî xwe û mîna selefên sexte yên Îslamî, redkirina wê ye. Di encamê de herdu helwest jî ji bo modernîteya kapîtalîst zêdetir xwecihî bibe, wê xizmeta wê bikin.
Min di cilda parêznameya xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de hewl dabû weke alternatîfa antî-modernîzmê, modernîzma demokratîk pêşkêş bikim. Li şûna ku ez wan tezên di wir de weke heyî bigirim vê derê, ez ê hewl bidim wan li gorî herêmê bihûnim û li hev bînim. Armanca rexneyên li sîstemê ew e ku ya divê mirov jê bibihure û ya divê ji nû ve were avakirin, manedar bike. Ji bo modernîzma demokratîk a alternatîf e, hê baştir bê fêhmkirin, ez yeqîn dikim ku weke rêbazeke rast, divê careke din ez modernîteyê bidim naskirin û li ser sêlingan wê binirxînim.
Mirov careke din dikare modernîteyê weke serdema têde dijî bi nav bike. Her şaristaniya avabûyî heta jê bê bihurîn, modernîteya dema xwe ye. Mînak, avabûnên Sumerîk ên ji du hezar salan zêdetir dewamkirine, modernîteya Sumer e, ango serdema wê ye (4000-2000 B.Z.). Modernîteya Greko-Romen texmînî dema 500’î B.Z.-500’î P.Z. digire.
Modernîteya Osmanî-Îslam di dema 1300-1918’an de li ser cografya xwe bi bandor bûye. Eger dema wan li dawiyê mabe û jê hatibe bihurîn, ya rast ew e, mirov ji wan re şaristanî bibêje. Şaristanî modernîteyên berê pêkhatine, pênase dike. Me şaristanî weke sîstema yekdestdar zordar a berhemê zêde desteser dike û li ser dewlet-çîn-bajar di zikhev de mezin û bilind dibe, pênase kiribû. Ez yeqîn dikim ku ev pênase bes e. Cihêwaziyên çandî yên maddî û manewî, rengê şaristaniyan destnîşan dikin, lê wan pênase nakin. Mirov dikare şaristaniyan weke avahî û çandên yekpare û demdirêj jî bi wesif bike. Di çarçoveya maneyeke fireh de mirov ji hemûyan re pênase bibêje, zêde şaş nîne.
Cihêkirina şaristaniyê weke navendî û nenavendî jî mirov hîn dike. Têgîna şaristaniya navendî şaristaniya çemê sereke, bi tevahî avahiyên timî di navendê de, pênase dike. Mirov dikare wê weke sîstema dinyayê jî bi nav bike.
Li derveyî navendê jî gelek şaristanî dikarin hebin. Çîn, Hind û Emerîka bûne şaristanî, lê nikarîne bibin navendî. Şaristaniyên Rojhilata Navîn navendbûneke zincîrwarî pêk tînin. Ji 3500’î B.Z. heta bi 1500’î P.Z. li derdora pênc hezar salan şaristaniyeke navendî ya zincîrwarî pêk hatiye. Navên cuda li van şaristaniyan hatine kirin. Navên xanedan û dîn pirranî ne. Navên yekser têne hişê mirov Sumer, Misr, Rom, Bîzans-Xirîstiyan, Ereb-Îslam, Tirk-Îslam. Herçiqas nav û naverokên wan cihê bin jî li gorî pênaseya xwe yekparebûneke hundir û avabûneke xwe hene. Hegemonîk in. Qadên wan ên navend û hawîrdorê hene. Buhran û rewşên koatîk ên demî dibînin. Lê weke avahiyên desthilatdariyê yên zincîrwarî, valatiyê qebûl nakin û domdar in.
Modernîteya kapîtalîst sîstemeke dinyayê ye, em hê jî di navê de ne. Weke şaristaniyeke navendî ya hegemonîk a ji Rojhilata Navîn kişiyaye Ewrûpayê, li derdora pêncsed salan e (ji sedsala 16. ve), hebûna xwe dewam dike.
Ji bo pênasekirina dinyaya ku hêzên kedkar û azadîxwaz ên nava bajêr û hêzên komin ên gundan wê pêk tînin, me têgîna şaristaniya demokratîk bijart. Li dijî şaristaniya ku weke sîstema bajar-çîn-dewletê, di hundir de li dijî çînîbûna koleker, ji der ve li dijî kolekirin, talan û zordestiya li ser qebîle û nasnameya qewman, ev dinya misêwa li ber xwe dide. Tevahiya dîroka şaristaniyê di çarçoveya vê pênaseyê de gelek avahî û pêkhatinên demokratîxwaz, azadîxwaz û wekhevîtîxwaz ên ji hev re timî mîrasê dihêlin û yekparebûneke wan a diyar heye, me weke wezîfe û heqekî dîrokî yê dest jê nabe bi şaristaniya demokratîk bi nav kir.
Wexta em têgîna şaristaniya demokratîk li rewşa berçav a rojane bînin, bi rengê ku dijbertiya modernîteya kapîtalîst jî bigire nav xwe, em vê dikarin weke modernîteya demokratîk diyar bikin. Divê mirov ji nav wêdetir naveroka têgînê li ber çav bigire. Nav were guhertin jî naverok wê mayîndebûna xwe biparêze. Tevahiya parêznameyê min bêtir behsa şaristaniyan kir ku bi vegotinên klasîk têne ziman. Me kêm cih da fenomenên şaristaniya demokratîk. Sedema vê yekê jî ew e, zaviya me ya em pê li dîrokê dinêrin nû ye, û malzemeyên di destê me de têra xwe nehatine bi kar anîn. Ez ê di vî beşî de hewl bidim nirxandina rojane ya civaka Rojhilata Navîn û nêzîkatiya çareseriyê ji pirsgirêkên wê re zelal bikim. Modernîteya demokratîk, li ser hîmê destpêk, pêşketin, krîza avabûnê û bihurîna ji modernîteya kapîtalîst, wê weke alternatîf ANTÎTEZA WÊ YA DIYALEKTÎK mijara analîzê be. Em ê şaşiyên Marksîzmê kirî, nekin. Nexasim jî, em ê nekevin xefika girêdana nakokiya bingehîn bi diyardeyeke mîna bûrjûwa-çîna karker ve ya timî diguhere. Mentiqê diyalektîkê ji Hegel ve cara pêşî wê bi awayekî serketî li ser xwezaya civakî ya Rojhilata Navîn were pêkanîn û wê bê dîtin ku ev ceribandin ê encamên serketî bi xwe re bîne. Gotina K. Marks gotî û bi ser nexistî ya weke ‘li ser piyan danîna diyalektîkê’ em ê bi awayekî manedartir nêzîkî wê bibin.