Bi bûneya salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku di 19’ê Tîrmehê çoroska wê ji bajarê Kobanê dest pêkir duh li Rimêlanê bi hezaran gel tevlî şahiya pîrozbahiyê bûn.
GIRKÊ LEGÊ – Di bin silogana ” Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa gelane, Ji bo avakirina biratî û jiyana hevbeş û azadiyê ye” duh li stada bajarokê Rimêlan ya kantona Qamişlo şahiyek hate li darxistin.
Şahî bi toranekî leşkerî ku ji aliyê hêzên Erka xwe parastin hate li darxistin dest pêkir. piştî toranê axaftin hatin gotin. Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel Nûrî Mehmûd, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan û Endama Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya Kongreya Star Welîde Bûtî axifîn. Di axaftinan de salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahî gelan hate pîrozkirin, cangoriyên azadiyê ku canê xwe ji bo bi serxistina şoreşa azadiyê fedakirin hatin bi bîranîn.
Li ser rol û misyona ciwanan di nava vê şoreşê de Ebdulkerîm Sarûxan got: Ev şoreş bi keda ciwanan dest pêkir û rihê ciwantiyê bi serket û bi wî rihî dewam bike.
Piştî axaftinan sitran û helbest hatin gotin, her wiha dîlan hatin gerandin.
Şahî bi siloganan bi dawî bû.