Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê bi boneya salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê dewreya perwerdê ya bi navê şehîd Sadq ku li akadimiya YPG’ê ya leşkerî ya li Helebê ji 40 ciwanên ku nû tevlî nava refên YPG bibûn bi dawî kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Dewreya bi navê “şehîdên berxwedana serdemê” ku ji 40 ciwanên ji pêkhateyên Kurd û Ereb hatibû vekirin 50 rojî dewam kir.
Merasîma bi dawîkirina perwerdê bi tûranekî leşkerî dest pêkir. Piştre ciwanan soza parastina ax û herêmên ku wê lêbin biparêzin dan. Piştre sitranên şoreşgerî û filklorî hatin gotin.
Merasîm bi gerandina govendan bi dawî bû.