Bi pêşengtiya Saziya Yekîtiya Piştgiriya Gelan û Saziya Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna 33 ciwanên Pirsûsê merasîmeke bîranînê li bajarê Qamişlo hate li dar xistin.
QAMIŞLO – Li Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna bi dehan ciwan û jinên ciwan her wiha gelê Qamişlo merasîmeke ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Pirsûsê hate li dar xistin. Merasîm di bin diroşmeya” Xeyalên wan wê nêvî nemîne, şehîdên Pirsûsê bê mirin in” li bexçeyê şehîd Şepal yê taxa Xerbî hate li dar xistin. Merasîm bi deqeyek rêz girtin dest pêkir. Piştre sînevizyon li ser şehîdên Pirsûsê hate temaşekirin.
Piştre axaftin hatin gotin. Li ser navê Yekîtiya Ciwanên Rojava Şoreş Ronahî û li ser navê Ensiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn Ramî Tûma axifîn. Di axaftinan de soza pêkanîna xwen û xeyalên 33 ciwanên ku hatin şehîdxistin hate dayîn û bi rihê wan yê şoreşgerî tekoşîn dewam kirin.
Piştî axaftinan merasîm bi Sitranên şoreşgerî bi dawî bû.