Me civaka ekonomîk weke dijberê kapîtalîzmê diyar kir, ji ber ku encamên wê yên girîng hene.
1- Divê nakokî ne weke di navbera kapîtalîzm-sosyalîzmê de, weke li ser bingehê civaka ekonomîk-kapîtalîzmê were fêhmkirin. Civaka ekonomîk tevahiya hêzên civakî yên ekonomîk ên bi awayekî neyînî ji hevgirtina yekdestdaran bi bandor dibin, dike bingehê xwe. Ekonomiya sosyalîst hêzên ekonomîk ên şert û mercên modern esas dibîne, civaka ekonomîk hêzên ekonomîk ên ji rêûresmê digire nava xwe. Ji vê jî girîngtir, ekonomiya nebûye piyase û xweza, meta nebûye û li bikaranîneke berfireh a bi nirx vekirî jî dikeve vê çarçoveyê. Nexasim keda jin û gedeyan berfireh e, û bi pirranî nirxa bikaranînê çêdike. Sosyalîstên reel ekonomiyê ji bo kapîtalîzmê di asta hilberîna metayan de dibînin û ev nêzîkatiyeke gelekî teng e. Jixwe yek ji şaşiya wan a herî mezin ew e, ekonomiyê weke xebateke seraktoriya kapîtalîzmê nîşan didin. Ji vê çêtir xizmeteke baş ji kapîtalîzmê re nayê kirin. Kapîtalîzm di warê zirardayîna ekonomiyê de dikare bibe seraktor, lê di warê avakirinê de nikare bibe.
2- Me diyar kiribû ku nakokiya bûrjûwa-proleterya ne weke hebûnên civakî bingehîn, belê nakokiyeke talî ye. Nakokiya civakî di navbera yekdestdaran û tevahiya civaka li derveyî wan de ye. Ji bo serwextbûna li xwezaya têkoşîna demokratîk, azadîxwaz û wekhevîxwaziya civakî, ev ji hev cihêkirin, girîng in. Bi ezmûna sedûpêncî salî ya sosyalîzma pêkhatî, eşkere derketiye holê ku têkoşîna bûrjûwa-proleterya lihevçêkirî ye. Xizmetkar û berdestî (çînên kolekirî), ti carî nikarin bibin xwedî wê hêzê ku di aliyê îdeolojîk-pratîk de ji efendiyên xwe bibihurin. Weke hebûn ev qabîliyeta wan nîne. Lê wexta xizmetkariyê red dikin, dikarin bibin xwedî qabîliyet û wê demê jî xizmetkar nayên hesibandin. Ji bo mirov bi awayekî rast li têkoşînên civakî yên dema modernîteyê serwext bibe, divê mirov zumreyên yekdestdar û yên li derveyî wan rast ji hev cihê bike û li ser vî hîmî çeperên xwe bigire, li ber xwe bide û xwe li avakirina civakî rakişîne. Ev yek têra xwe, di asta heyatî de girîng e.
3- Li jor, me du têgîn ji hev cihê kirin, li ser vî hîmî, li dijî ‘civaka kapîtalîst’ civaka nû ya were avakirin, dikare bi gelek navên cûrbicûr bê binavkirin. Li vir a girîng nav nîne, naverok e. Ji vê civaka nû re çawa ku em dikarin bibêjin civaka sosyalîst a demokratîk, em dikarin weke navekî baş, civaka demokratîk jî bi kar bînin. Ya girîng ew e ku civak û ekonomiyeke di bin serweriya yekdestdariyê de nebe, were avakirin. Mirov xebatên wê yên ekonomîk dikare di çarçoveya bazarê de weke ekonomiya metayê pênase bike û ev dibe ku hinekî rast be. Ekenomiyeke gelekî mezin a nirxên bikaranînê ya nakeve kategoriya metayê, heye. Ya divê ji aboriya civakî bi rastî were fêmkirin jî ev beş bi xwe ye. Polîtîka ekonomiya kapîtalîst (em lê binêrin kê ew tesewir kiriye, em ê çawaniya wê ya rastî çêtir fêm bikin) ekonomiyê heta ku bi tenê weke xebatên karê tînin kêm dike, teng dike.
Ev yek dereweke mîtîk e ku rastiya naveroka ekonomiyê çeloxwarî dike. Cihêkirin û kategorîzekirina ekonomiyê bi navên weke ekonomiya kapîtalîst, ekonomiya millî, ekonomiya dewletê, ekonomiya bazirganî, fînansî an jî sinaî, ekonomiya cotkarî, gund an jî bajêr û ekonomiya global, zêde rastiyê raber nakin. Jihevkirina ekonomiya taybet û kolektîf jî lihevçêkirî ne. Ekonomî weke nirxa bikaranîn û bazarê zêdetir pênaseyeke nêzî rastiyê ye. Berî dîrokê, pîvana bi tenê ya ji bo ekonomiyê, nirxa bikaranînê bû, ekonomiya ji bo pevguhertina li bazarê zêdetir di dema dîrokî de belav dibe. Modernîteya kapîtalîst pirraniya nirxên civakî bi armanca karê dike meta û îstîsmar dike, ev diyardeyeke nû ye, lê belê kansêrî ye. Jihevbelavkirina civakê, timî di rewşa kaotîk de hiştin û xistina wê ya nav krîzê, çavkaniya xwe ji vê rastiyê digire. Cinsê mirov tevahiya bi hezarên salan ekonomiyeke li dora nirxê bikaranînê avabûyî, nas kiriye û bi kar aniye.
Civaka Rojhilata Navîn ji bo pêşengiya herdu nirxên ekonomiyê yên berî û piştî dîrokê bike bûye xwedî şens. Ango dizane ekonomî çi ye. Vampîr û xwînmija jê re kapîtalîzm tê gotin, bi navê ekonomiyê felaket li ser serê wê kom kirine û ev qirkirinên rastî yên ekonomiyê ne. Civaka Rojhilata Navîn zehmetiyê dikişîne li vê serwext bibe û tê bigihije. Hebûna sereke ya kapîtalîzmê ji bo jiyana ekonomiyê bivênevê nîne, ew bela serê ekonomiyê ye, kanserojena wê ye. Mirov bi tenê xebatên wê yên bi armanca karê yên li qadên mîna petrol, gaz, av û otomobîlê yên ku hawîrdorê hildiweşînin û civakê bi şeran dixeniqîne, ji hev derxe wan analîz bike, hingê rastî wê baştir bê fêhmkirin. Dîsa bêhtirî nîvê civakê bêkar, bê pîşe, koçber dihêle û vediguherîne girseyên bêmalbat û ev jî dike ku mezinbûna felaketê çêtir bê fêhmkirin.
Naxwe ji bo mirov bibe antî-kapîtalîst berê pêşî divê mirov antî-yekdestdarî be. Ev jî bi xwe re civakbûna demokratîk, sosyalîst (Mirov vê têgînê weke civakparêziyê fêhm bike hê rastir e) û azad-wekhev tîne. Ya behsa wê tê kirin di bin van sifetan de ji nû ve vedîtina civakê nîne. Civak weke koman (malbat, qebîle, mezheb, eşîr, netewe) ji hezarên salan ve hene. Ya pêdivî pê heye ew e, ji bo parastina van komên di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de divê mirov şert û mercên wan bi yên modernîteya demokratîk re li hev bîne û heta hewce bike wan ji nû ve ava bike. Bi vî awayî mirov civaka sosyalîst a demokratîk, civaka ekonomîk, civaka komên demokratîk ên antî-kapîtalîst û antî-yekdestdar dixe çarçoveya alternetîfa modernîteya demokratîk. Em dubare bikin: ya girîng pirrbûna navan nîne, hebûna cewherî ye. Di vê de zelalbûn yekemîn pêştira bernameya modernîteya demokratîk e. Civakên Rojhilata Navîn ji vê nêzîkatiyê re xerîb nînin. Ya behsa wê tê kirin ew e ku mirov xwezaya civakî ya bi hezarên salan heye, bi îfadeyeke zanistî pêşkêşî wan bike. Ev xwe bi îradeya jiyana azad birêvebirin e, û di neynika zanistê de li xwe temaşe kirin e.
Divê mirov komên qebîle û eşîran hîç piçûk nebîne. Heta civak hebin wê formên bi vî rengî her hebin. Mirov dikare di roja me ya îro de jî rêxistinên civaka sivîl weke qebîle û eşîrên modern binirxîne. Mirov dikare mezhebên ji rêûresmê di plana rojane de weke akademî û enstîtuyan bibîne û ev manedar e. Mirov dikare neteweyan ne bi tenê weke dewleta netewe, weke civakên demokratîk ên bi pirr zimanî, etnîsîteyî, dînî û welatî ava bike û bibîne. Yê ku li nava Rojhilata Navîn ev şêweyên komên ji rêûresmê xistine nava pevçûnên xwînrij û di çaresernekirinê de asê kirine, bi giştî yekdestdarî, bi taybetî jî yekdestdariyên kapîtalîst, modernîteya kapîtalîst e. Modernîteya demokratîk divê van koman weke formên kevin ên paşverû û bêne tinekirin, nexe çarçoveya xwe, berevajî divê weke nirxên bingehîn ên civakî yên divê bi demokratîzekirinê ji hebûna wan sûd bê girtin, bibîne.
Ji ber ku di civakên Rojhilata Navîn de binyeya eşîran her çû teng bû ji qewmiyeta Ereb gelê Bedewî, ji qewmiyeta Tirk gelê Turkmen, ji qewmiyeta Kurd gelê Kurmanc derketine holê. Ev gelên rengê qebîletî û eşîrtiyê her diçe ji wan çû, ji bo demokratîkbûn û civaka demokratîk xerca bingehîn in. Tevgera polîtîk û îdeolojîk a demokratîk berê pêşî divê van beşan bi rêxistin bike. Beşên behsa wan tê kirin, hêzên bingehîn ên modernîteya demokatîk in. Dîsa weke mekanê sereke yê dînên yek xwedayî, mezheban hemûyan, nexasim jî yên hindikayî hatine hiştin weke Êzîdî, Elewî, Suryanî, Ermenî, Helenî û Cihûyan, mirov wan mîna xezîne û gencîneyên çandî binirxîne û wan bi enstîtuyekê yan jî akademiyekê ava bike û di her şert û mercî de derfetên jiyana azad, wekhev û demokratîk bide mensûbên wan û wan di çarçoveya modernîteya demokratîk de binirxîne, wezîfeyeke dîrokî civakî ya dest jê nabe ye ku li pêşiya me ye.
Civaka neteweyî ya mezin a herêmê ya Ereb, Tirk, Kurd û Farsan divê ji nexweşiya milletperestî û neteweperestiyê dûr bê girtin û hewl bê dayîn ji feqa dewleta netewe were rizgarkirin û di nava çarçoveya modernîteya demokratîk de bi qasî xweseriya wê bi gerdûnbûna wê ya mezin a neteweya neteweyan (nûkirina ummetê bi awayê modern demokratîk) ji nû ve were avakirin (ji dewleta neteweye wêdetir), wezîfeyeke bingehîn a dîrokî civakî ye. Îslam û ummeta wê divê di çarçoveya modernîteya demokratîk de bi awayekî rastî bêne reformekirin, ji îstîsmarkariya desthilatdar (Îslama Seltenetê) û fetihkar bêne rizgarkirin û bi awayekî ji dewleta netewe wêdetir weke ummeteke wekhev, azad û demokratîk werin nûkirin; ev ji wezîfeyên herî pîroz ên dîrokî civakî ne.
Naxwe li dijî modernîteya kapîtalîst û palpişta wê şaristaniya ji rêûresmê, modernîteya demokratîk a nirxên wekhevî, azadî û demokratiyê dike bingeh û palpişta wê ya dîrokî nêzîkatiya şaristaniya demokratîk û paradîgmaya wê, ne ku bi tenê mumkîn e, heqîqeta jiyanî ya azadiya hebûna civakî ye. Heqîqet îfadeya azadbûyîna hebûna civakî ye. Ji bo berbiçavbûna wê, ya pêdivî pê heye ew e ku divê mirov di heqîqeta zanista civakî de (di îfadeya wê ya rast de) berê xwe bide avakirina wê ya zanistî. Çawa ku di tevahiya dîrokê de hatiye dîtin û di roja me ya îro de jî ti îdeolojî û tevgera xwe bi heqîqeta xwe bi rêxistin neke û ji bo jiyana azad a dest jê nabe nemeşe, serketî nabe. Divê mirov dîroka civaka Rojhilata Navîn a bi qasî mirovatiyê kevin, bi tevahî hêza dewlemendiya wê ya civakî bi nirxên civakî yên modernîteya demokratîk ve bikelîne, divê mirov nexasim li dijî hegemonya modernîteya kapîtalîst a di roja me ya îro de ti çaviya civakî ya bi îrade û zêhniyeta xwe neketiyê nehiştiye, rabe, xwe biparêze û ji nû ve ava bike; ev wezîfeya herî pîroz e.