b- Li Dijî Îndustriyalîzmê Civaka Ekolojîk-Ekonomîk
Serdestiya pîşesaziyê, ya modernîteya kapîtalîst li şoreşa pîşesaziyê bar kirî, bi tenê weke hegemonya ekonomîk pêk nayê, bandorên girîng li yekdestdariya îdeolojîk û yekdestdariya desthilatdariyê jî dike. Bi gotineke din, eger mirov îndustriyalîzmê di çarçoveya maneyeke teng de weke mentiqê teknolojîk analîz bike û qîma xwe bi vê bîne, ev yek ê bike ku mirov şaşiyeke bingehîn bike ango wê bike ku mirov kapîtalîzmê weke ekonomî bibîne. Fonksiyona kapîtalîzmê li îndustriyalîzmê barkirî, bi giştî hilweşandina civaka ekonomîk, bi taybetî jî hilweşandina civaka gund-cotkariyê ye. Îndustriyalîzm di vê mijarê de weke yekdestdariya îdeolojîk û yekdestdariya desthilatdariyê çalak dibe. Civaka ekonomîk çiqasî ji hev de bikeve, qanûna kara herî zêde ya kapîtalîzmê dixebite. Ev yek ê bi yekdestdariya dewleta netewe re di zikhev de pêk bê, bimeşe. Mirov heta kapîtalîzmê di çarçoveya sêlingên distanê yê modernîteyê de analîz neke, di polîtîka pratîk û li ser navê zanista civakî de bivênevê şaşî û kêmasî yê bêne kirin.
Civaka mirov û ekonomiya wî ya li gorî qanûna kara herî zêde, bi ketina bin hegemonya îndustriyalîzmê ji hev de ketiye û hilweşiyaye. Encamên vê zirarê, bi kirinên wê yên dused salên dawî têra xwe derketine holê. Bi tenê hilweşîna germbûna global rê li ber vedike bi serê xwe, her sala derbas dibe mehşerê nêzîk dike ku ev encamek e, zanist jî tespît dike. Ji ber şovenîzma îndustriyalîst çavên zêhniyetê yên kor dibin, nikarin avahiya ekolojîk a tevna civak û ekonomiyê ya dest ji wan nabe, bibînin. Li maneya vê avahiyê serwext nabe. Ji bo domdarkirina qanûna kara herî zêde, bikaranîna îndustriyalîzmê li ser tevahiya komikên (mirov dikare bibêje qad û saziyên civakî jî) civakî û jiyana ekonomîk ji şîddeta desthilatdariyê bi tehlûketir e.
Îndustriyalîzm bi xwe tê maneya bikaranîna rêzik û prensîpên pratîk-teorîk ên fizîk, kîmya û biyolojiyê li ser civakê, nemaze jî li ser avahiya wê ya ekonomîk. Ev jî dibe sedem ku xwezaya civakî ya gelekî cuda ye, ji nedîtî ve bê. Xwezaya civakî sîstemeke timî li pey kara herî zêde baz dide nikare demeke dirêj hilgire. Nexasim demeke dirêj bikaranîna rêzikên xwezaya objektîv ji civakbûnê derketin e. Ferdperestiya kapîtalîzmê vê rastiyê piştrast dike. Karkirin û meşa rêzikên xwezaya civakî xweser in. Weke exlaqî û polîtîk dixebitin. Nêzîkatiya îndustriyalîst çi zû çi dereng divê karkirina exlaqî û polîtîk tesfiye bike. Ji bêkarî, krîz û newekheviya zêde ya hatinê yên di ekonomiyê de berpirsiyar e. Sedemên sereke yên zirarê didin ekolojiyê, çavkaniya xwe rastiya îndustriyalîzmê ya me bi kurtî anî ziman e. Eger civaka serdemê ya îndustriyel li tevahiya qadan ekolojiya xwe pêşde nebe, nikare jiyana xwe dewam bike. Çawa ku destûrên bingehîn ên demokratîk bi armanca bisînorkirina Levîathan in (cinawirê bi navê dewleta netewe), ya cinawirê bi navê îndustriyalîzmê bi sînor bike jî ekolojî ye. Divê mirov baş zanibe ku di dema beriya serdema îndustriyel de, cinsê mirov jî di navê de jiyana bi tevahî ruhberan bi serwextbûneke ajoyên hundir (mejiyê hisî yê herî dijwar) ekolojîk e. Zindiyê ekolojîk nebe ji tesfiyeyê xelas nabe. Bêguman her zindî û ruhberek mejiyekî xwe yê ekolojîk ê xweser heye. Mirov dikare îndustriyalîzmê weke serdema serî li ber ekolojiyê rakirî jî binirxîne. Serîrakirina li ber ekolojiyê çûyîna ber bi qiyametê ve ye. Mehşera ku dînan hê berê jê xeber dane, bi xwe ew civaka ji ekolojîkbûnê derketî îfade dike.
Civaka Rojhilata Navîn di warê xwe lihevanîna ji bo jiyana ekolojîk de xwedî rola pêşengiyê ye. Çîrokên Nûh, Adem û Hawa behsa felaketên ekolojîk dikin. Di çanda pêxemberiyê de jiyana ekolojîk bi rola sereke radibe. Pêxemberan jiyaneke rengê ekolojîkbûnê êdî pê nediket, bi sifetên weke mehşer, firewn, nemrût û lanetê nirxandin, îro jî divê ev weke rêzikeke bingehîn a civakî pêk bê. Ev rêzik û pîvan nebin, domdarkirina civakan dikeve tehlûkeyê. Di civaka Rojhilata Navîn de teknîka sinaî bi hezarê salan tê bikaranîn, tevî vê yekê veneguheriye îndustriyalîzmê, ev yek bi avahiya exlaqî û çanda manewî ya herêmê re têkildar e. Serîrakirina li ber Xwezayê weke serîrakirina li ber Xwedê hatiye hesibandin. Lê di çanda Rojava de serîrakirina li ber xwezayê û hukimkirina li wê, ji prensîpên wê yên gavavêtina felsefeya wê (Felsefeya Descartes) ye. Di civaka Rojhilat de jî ahenga bi xwezayê re, prensîpa bingehîn e. Li ber xwezayê rabûn, ji hukimkirina li wê danegerîn, cewherê mezinbûna modernîteya kapîtalîst e. Di vê qonaxê de ku em gihiştinê, ji niha ve jiyana civakî ya di her qadê de gihiştiye ber sînorên nikare dewam bike, îfade dike.
Ango rêûresma civakî ya Rojhilata Navîn li hemberî ekolojiyê hestyar e, û pê re li hev e. Wezîfeya divê bi cih were anîn ew e ku divê mirov nêzîkatiyên dagirker, tineker û fetihkar ên kapîtalîzm û îndustriyalîzmê bi jinûveavakirina civaka ekolojîk ji holê rake. Sîleha bingehîn a modernîteya demokratîk civak û ekonomiyeke bi cewher ekolojîk esas digire. Li Rojhilata Navîn rola dîrokî ya îndustriyalîzmê jihevdexistin û tesfiyekirina civaka cotkariyê ya rêûresmê ya deh hezar salî ye. Civaka gund-cotkariyê û ekonomiya wê ya ku heta beriya pêncî salî beşa sereke ya civakê û ekonomiya wê pêk dianî, ber bi roja me ya îro ve bi lez ji hev tê xistin, ber bi bêkarî û tesfiyeyê ve tê birin, di nava deynan de tê hiştin û hedimandin. Ji ber dijmintiya bi vê civakê re wê ji hev de dixin, dihedimînin û tesfiye dikin. Heta civaka gund-cotkariyê ji hev neyê belavkirin, serketinên kapîtalîst ên global wê mîna yên li herêmên din ên dinyayê dubare nebin û çawa ku ji niha ve pêk tê, wê bikevin tehlûkeyê û rewşê gefan li wan bixwe (Tirsa ji civaka Îslamî, Îslamofobî).
Di şerên li Rojhilata Navîn ên hegemonya modernîteya kapîtalîst ên emperyalîzmê de îndustriyalîzm bi rola sereke radibe. Şerên av û petrolê tîpîk in. Ev şer wê di demên pêş de bêne zêdekirin. Di bikaranîna erd û axê de jî veguherîn ê li ser hîmê kapîtalîst bibe û ev jî qadeke din a bingehîn e ku şer ê li ser biqewime. Divê mirov qetandina gundiyan ji erd û axê, weke şerekî fêhm bike. Armanca fetha dused salên dawî ya modernîteya kapîtalîst ew e ku hebûna çanda jiyanê ya çemê sereke yê mirovatiyê yê panzdeh hezar sal temenê wê heye û civaka cotkariyê ya beşê wê yê mezin pêk tîne, bi dawî bike. Bergiriya vê civakê tê wê maneyê ku divê mirov vê çanda mezin a jiyanê li hemberî qirkirina modernîte dike, azad û demokratîze bike. Eger mirov dîroka şaristaniyê weke şerên yekdestdariyê şîrove bike, wê girîngiya bergiriya cemaetên dînî û qebîleyan a hebûna xwe weke formên hêza bingehîn a şaristaniya demokratîk baştir were fêhmkirin. Eşkere ye ku dîroka şaristaniyê bi diyalektîkeke wisa were bimanekirin, analîza şerên niha wê rasttir were kirin. Bûyerên weke şerên eşîr û mezheban têne binavkirin jî herçiqasî hatibin berevajîkirin di vê çarçoveyê de bêne analîzkirin, wê bê dîtin ku têne maneya bergirî û parastina nasname û hebûna xwe. Ji vê vegotina tevlîhev encama divê mirov derxe û lê serwext bibe ew e, îndustriyalîzma ku weke amûrê herî kêmdîtî û bêhempa yê rizgariyê tê pêşkêşkirin, Levîathanê rastî ye.
Wexta behsa şaristanî û civakên Rojhilata Navîn tê kirin du hêmanên bingehîn ên ekolojîk têne hişê mirov, sîstemên li rêzeçiyayên Toros-Zagrosê û çemê Nîl-Firat-Dîcle-Pêncavê ye. Civaka van herdu sîsteman xwedî dikir, niha di dema herî trajîk a jiyana xwe de ye. Milletperestî, dînperestî, ekolên sosyalîzm û kominîzma reel timî xwe weke xelaskar raber kirin. Encama niha derket holê ew e, mirov qat bi qat xweziya xwe ji niha bi berê tînin. Analîz wexta şaş be, bivênevê encam ê bi vî rengî be. Ev îdeolojiyên yekdestdar, ne bi awayekî yekpare modernîteya kapîtalîst, ne jî weke ‘dema avabûnê’ nêzî serwextbûnê nabin, lê wexta dor tê îndustriyalîzmê mîna di xwedayê xwe yê hevpar de gihiştibin hevdu, li ber diçin sucûdê. Îdeolojiyên behsa wan tê kirin, wer îbadetê ji îndustriyalîzmê re dikin jê piştrast in ku wê deriyê cennetê li wan veke. Piştî xwedayê sekuler dewleta netewe, duyemîn sifetê herî mezin ê îndustriyalîzmê ye. Mirov dikare herî zêde ji vê rewşa kaotîk a ummeta xwedayê nû yê sekuler têderxe ku jiyana şaş hatiye hûnandin wê rast neyê jiyîn. Mirov bêyî dudilî bibe dikare bibêje, ev xweda ji xwedayên serdemên berê gelekî zêdetir bêrehm e. Bidawîkirina çanda jiyaneke panzdeh hezar salan ji mirovatiyê re pêşengî kiriye, mirov dikare bi awayekî weke mehşerê şîrove bike. Modernîteya demokratîk wexta weke antîtez ji modernîteya kapîtalîst bibihure, divê ji vê perspektîfa dîrokî binêre. Berpirsiyar e ku xwe weke aniha vê dîrokê, bi awayekî demokratîk, azad û wekhev ava bike, xwe bigihîne avahiya rêxistiniya wê û tevahî îfadeyên wê yên zanistî.
Piştî şerên xeternak ên mezheban, ji bo ji rewşa kaotîk a derket holê re çareyê bibîne sîstema Westphalia’yayê ya 1648’an tenzîm bû (dendika pêşî ya tewazuna dewleta netewe) di pêvajoya wê ya hişk a tam sêsed salî de bîlançoya hilweşîn û şerên ji tevahiya dîroka mirovatiyê zêdetir, ders hatin girtin û di encama vê yekê de xwe li avakirina Yekîtiya Ewrûpayê rakişandin, ceribandin. Çawa ku sîstema Westphalia’yayê weke antîteza şerên mezheban bi pêş ket, sîstema YE’yê jî weke antîteza sîstema dewleta netewe Westphalia’yê ya hewl dide hişkbûna wê ne bi şoreşê, bi reforman biguherîne, tê pêşdebirin. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de faşîzma dewleta netewe bi qirkirinan bi encam bû û derket asta xwe ya herî jor. Bi reforman hewldana rizgarbûna ji vê, navê ji nû ve avabûnê weke koma dewletên netewe yên demokratîk û huqûqê, mafê mirovan e. Lê ji ber ku li ser bingehekî şaş dest bi gavavêtinê kir, nikare di armanca xwe de hûrûkûr bibe û nikare konfederasyoneke gelekî sist jî pêk bîne. Sedema vê yekê jî ew e ku bi zêhniyeteke bi temamî îndustriyalîst a weke ‘Yekîtiya Komir û Pola’ ketiye ser rê. Li dora yekîtiyeke bi vî rengî, di çarçoveya hedefên mafê mirovan û dewletên neteweye yên demokratîk de civaka azad û wekhev nayê avakirin. Ya girîng ew e, modernîteya kapîtalîst li welatê xwe yê esasî bi hewcedariya reformekirina xwe hesiyaye. Yekîtiya Ewrûpayê bi tecrûbeyên xwe tê derxist ku bi avahiya xwe ya hegemonîk a hişk û kevn nikare pêşengiya sîstema dinyayê bike. Piştî vê YE kete pêvajoya reforman. Ev yek dîsa jî bûyerek e ku wê tesîreke diyarker li sîstemê bike. Ji bilî Yekîtiya Ewrûpayê ji ti hêza modernîteyê nehat ku bi xwe, xwe reforme bike û bi hewcedariyeke bi vî rengî nehisiyaye. Sedema vê jî şêwebûna hişk a hegemonyayê ye. Hêzên din ên modernîteyê heta bi sêlingên bingehîn ên sîstemê ve girêdayî bimînin, ji bilî şopandina YE’yê mîna ku ti çareyeke wan a din nîne.
Ango ji modernîteya kapîtalîst a dused sal e, hewl dide xwe li Rojhilata Navîn ava bike, bendawariya ji wê ya xwe reformîze bike, bendewariyeke rast xuya nake. Lê dikare bi hevkariya bi YE’yê re bibe xwedî derfetên reformê. Di vê rewşê de jî wê rewşa kaotîk û bi krîz a herêmê timî kûr bibe. Rastiya rojane vî hukmê me piştrast dike. Ji ber vê sedemê, bihurîna ji sîstema YE’yê şert e. Ne rêveçûna dîrokî ya Rojhilata Navîn, ne jî şert û mercên wê yên civakî yên roja me ya îro derfetê didin reformên mîna yên YE’yê. Ji ber vê rastiyê, gera li rêyên nû xwe ferz dike. Me gelek caran destnîşan kir: Îslama Radîkal, Komara Îslamî, lêgerînên cemaetan, çi teorîk çi jî pratîk ji xwe re nakin derd ku ji modernîteya kapîtalîst bibihurin. Bernameya wan a herî pêşketî modernîteyeke kapîtalîst a bi Îslamê cîla kirî ye. Ango derdê wan ew e, yan bibin selefên nû yên Îslamê yan jî Protestanên wê –Calvînîst-, û li ser vî bingehî civak û dewletê bixin destê xwe. Ya bi milletperestiya dînê laîkên sekuler nikarîbûn tam bikin, bi maskeya Îslamî dixwazin temam bikin. Ew bi xwe heman tişt in, cewherê wan yek e, modernîteya kapîtalîst e.
Sosyalîzma pêkhatî weke milê çepê yê laîktiyê jixwe pirsgirêkeke wê ya weke dijberiya modernîteyê nîne. Bi tevahî ya dixwaze bi ser bixe ew e, li şûna kapîtalîzma lîberal kapîtalîzma dewletê bi cih bike. Encama vê jî avakirina modernîteyeke hilweşîner a ji kapîtalîzma lîberal bêrehmtir bû. Naxwe li Rojhilata Navîn li dijî antîteza modernîteya kapîtalîst, pêşdebirina modernîteya demokratîk ji bo bihurîna ji rewşa kaotîk û krîza her roja diçe kûrtir dibe, li serê îhtîmalên kêrhatî tê ku divê bêne kirin. Şert û mercên dîrokî û civakî ji bo pêkhatina vê îhtîmalê, şensê zêde didin. Di çarçoveya şert û mercên berbiçav de slogana mirov dikare diyar bike ev e; “Yan dewamî krîz û kaos, yan jî modernîteya demokratîk.” Ji ezmûna YE’yê dersa girîng a mirov kare bigire ew e ku ji bo gavavêtinê mirov dikare bi xelekeke reformkar bigire ya bi koka xwe ji civaka ekonomîk. Bi mesafeya mirov li vir biçe, dikare di warên din ên siyasî û civakî de avahiyên hewce dikin, pêk bîne. Em wexta ji bîr nekin ku komir û pola malzemeyên bingehîn ên îndustriyalîzmê bûn, em ê nakokiya wê ya bi civaka ekolojîk re baştir fêhm bikin. Sedema avabûnê ya YE’yê ya ku çûna wê ya ber bi civaka ekolojîk ve asteng dike jî ev e. Komên li ser komir û polayê hatine avakirin, antî-ekolojîk in. Naxwe di sîstemê de kirina reforman bi serê xwe qîm û têrê nake. Eger armanc civaka ekolojîk be!
Eger li Rojhilata Navîn gaveke berbiçav a rojane ya modernîteya demokratîk li gorî şert û mercên dîrokî û civakî yên herêmê bê avêtin, şensê wê yê pêşdeçûnê wê hebe. Bêguman wê bi kopîkirina ji der ve negire û nemeşe. Kopîkirinên dused salên dawî yên modernîteyê xwe negirtin û ev jî vî hukmê me piştrast dike. Atmosfera ekolojîk a lê civaka neolîtîk û antîteza wê şaristanî seridîn, wê bibe qada şaristaniya demokratîk û modernîteya wê. Şaristaniyên navendî yên pênc hezar salî yên li geliyên çemên Nîl, Dîcle, Firat û Pencabê pêşketin niha qadên herêmî yên krîzê ne. Di van dused salên dawî de dewletên netewe yên weke lingên herî muhafezekar ên modernîteya kapîtalîst hatin avakirin, sedema bingehîn a vê krîzê ne. Dewletên netewe yên dixwazin li ser şopa YE’yê biçin, ji ber ku qabîliyeta wan nîne xwe li reforman rakişînin, bi awayekî dijwar dişkin, krîz û neqeba kaotîk mezin dibe. DYE-YE weke hegemonên bi sîstemê re hevgirtî ne, tevî ku giraniya xwe didinê jî di warê dîtina rêya derketinê ji neqeba kaosê de zehmetiyê dikişînin û ji ber vê yekê ji nû ve avakirina dewleta netewe pêk nayê. Ev rewş hem krîza global kûr û dewamî dike, hem jî berevajî bandor lê dibe, tevlîheviya kaotîk zêde dike. Ango krîza avabûnê ya sîstemê herî zêde li welatê esasî yê şaristaniyê, mayînde dibe. Mîna ku heyf û tola xwe hiltîne.
Di roja me ya îro de Şerekî Cihanê yê Sêyemîn, li gorî xwe diqewime û nabe ev yek were înkarkirin. Ev şer hem ji aliyê naverokê û hem jî ji aliyê demê ve ji herdu şerên din kûrtir û dirêjtir e. Li herêmê ji bo sîstem xwe nû bike, ne potansiyela wê heye, ne jî pêk tê. Ya pêk tê jihevbelavbûn û rizîn e. Di van şertan de em li îhtîmala herî xurt a rêya derketin û xelasiyê digerin. Ji şaristaniya Sumer a weke antîteza serdema neolîtîkê pêş ket û heta modernîteya kapîtalîst a roja me ya îro demeke pênc hezar salî derbas bûye. Eger modernîteya demokratîk di nava vê dema derbasbûyî de bi tevahî danehevên çandî yên hatine tepisandin ji xwe re weke bingeh bigire û berê pêşî xwe bike tez û paşê jî weke antîtez giraniya xwe bide ser sîstemê, dibe ku ev yek bibe îhtîmala herî xurt a ji bo rêya derketin û xelasiyê.
Di rêveçûna navendî ya dîrokê de çerxa tez-antîtez-sentezê divê careke din bigere. Eger em rewşê berbiçav bikin, berê pêşî li ser çanda di nava geliyên Dîcle-Firatê de rabûye û di dîrokê de timî yekpare bûye, ji nû ve bi şîddet hewcedarî bi gavavêtinekê heye. Sînorên ji wan re îro Sûrî, Iraq û Komara Tirkiyê tê gotin, xêzên lihevçêkirî ne. Ji serketiyên Şerê Cîhanê yê Yekemîn hegemonên Ingilîz û Franse ve mîrate mane. Bi vî awayî parçekirina çanda dîrokî civakî, pêdiviyeke polîtîkaya jeostratejîk a parçe bike bi rê ve bibe ye, û ev rastiyek e ku êdî hewce bi guftûgokirina wê nîne. Mirov heta li encamên van sînorên lihevçêkirî bi tevahî û hûrûkûr serwext nebe, nikare li Hîlala Bi Bereket a dîrokî yekîtiyên manedar ên çandî ava bike. Ehmeqiya herî mezin ew e ku mirov ji pîrozbûna van sînoran bawer bike (xêzên herî bêyom ên hegemonya xerîb in, yên herî ne pîroz) û li ser vê yekê bîra gavavêtineke çandî ya yekpare nebe û niyeta wî ya vê yekê nebe. Mebesta me ji yekparebûna çandê, li dora nirxên wekhevî, azadî û demokratîk hûnandina çanda maddî û nanewî ye. Çandeke bi vî rengî divê bi netewetiyeke ne milletperest, bi dîndariyeke ne dînperest, bi civakparêziyeke ne cinsperest û bi zêhniyeteke zanistî ya ne pozîtîvîst şîrove û ava bike.
Di vê mijarê de weke gava pêşî mirov dikare Komina Cotkarî-Av-Enerjî ya Dîcle-Firatê ava bike. Gavavêtineke bi vî rengî dikare ji bo pêşketina yekpare ya dîrokî û civakî bibe bersiveke di cih de. Wexta ev yekîtî pêk bê, em dizanin civaka dîrokî mûcîzeyan diafirîne û ji tevahiya pîroziyan re dergûştî kiriye. Eşkere ye ku ev komin ê di pêşketina civaka ekolojîk-ekonomîk de bibe hîmekî têkûz û potansiyeleke bi hêz pêk bîne. Bi vê modela kominê ya ekonomîk di her qada civakê de mirov dikare kominên bi heman rengî pêk bîne. Li Îsraîlê modela Kîbbûtzê jî hêza xwe ji vê xisleta kominê digire. Tevahiya dîrokê jiyana ekonomîk, bi giranî bi şêwazê kominan e. Lîberalîzma kapîtalîst herçiqasî mohra ‘hewldana taybet’ bi ferdperestiyê lêxe jî hilberîn bi giranî di serî de li fabrîkeyan li ser hîmê kominan pêk tê. Cudahî di sîstema karperest û ferdperest de ye. Kengî ji bidestxistina karê bê bihurîn an jî mirov wê daxin asta herî jêr, hingê li dawiyê bi tenê nîzama komin wê bimîne. Sîstema komin ne bi tenê di qada ekonomîk de, di tevahiya qadên civakî de dikare pêk bê û xisletên wê yên avabûnê yên gerdûnî hene. Pirsgirêka bingehîn a kominan ew e, divê karibin exlaqî û polîtîk bin. Divê mirov bi modernîteya demokratîk xwe bigihîne wan nirxan ku şaristanî û modernîteya kapîtalîst dûrketina ji wan ferz dikin.
Tejaneyên Dîcle-Firatê ji bo pêdiviyên bingehîn ên berhemên cotkariyê av, enerjî û zeviyên hewce bi zêdeyî raber dikin. Heta ev materyal bi qasî hewce dikin tedarik neyên kirin, civakbûna ekonomîk û ekolojîk a Rojhilata Navîn pêş nakeve. Lê eger daneheva maneya zêhnî bi qasî têrê bike neyê pêkanîn, materyalên avabûnê bi serê xwe tenê nikarin avabûna civakê pêk bînin. Ango mîna civakên sosyalîst ên pêkhatî wê ji xizmetkirina modernîteya kapîtalîst û helandina di nava wê de wêdetir neçin û nikaribin ji vê aqûbetê xelas bibin. Daneheva maneya zêhnî ya hem di dîrokê de, hem jî ya di kefeya modernîteya demokratîk de pêk hatiye, ji aliyê akademîk ve were birêxistinkirin dibe ku bibe destpêkeke têkûz. Divê mirov ji bîr neke ku weke akademiyên pêşî zîggûratên Sumeran, Malên Hozan û Zanyaran ên li Nîppûr, Babîl, Nisêbîn, Ûrfa û Bexdayê rastiyekê nîşanî me didin ku debara şaristaniyê bêyî wan nabe. Modernîteya demokratîk bêyî akademiyayê nikare bi pêş bikeve. Dinyaya nû ya manewî û zanistî ku divê weke alternatîfa dinya akademîk a modernîteya kapîtalîst a di nava krîzê de were birêxistinkirin, bivênevêya civaka ekolojîk û ekonomîk e.
Bi tenê eger civaka wekhev (divê hay ji xwe hebin), azad û demokratîk were avakirin û bi jiyana wan a di nava hev de, mumkin e ku zanist nebe yekdestdariya îdeolojîk û weke amûrê desthilatdariyê neyê bikaranîn. Her koma ekolojîk, kengî bi rêxistinî û serwextbûneke ji modernîteya kapîtalîst bihurî bê avakirin, hingê dikare manedar be. Heta serwextbûn, rêxistin û îradeya çalakiyê ya ji kapîtalîzm, îndustriyalîzm û dewleta netewe bihurî pêk neyên, civaka ekonomîk û komên ekolojîk pêk nayên. Têgihiştina dibêje, zanist û serwextbûn cuda, civak cuda ye, belovajîkirineke şaristaniyê ye. Têgihiştinek bi vî rengî armanc û têkiliya bi kolekirina civakê re heye.
Civaka azad û demokratîk bi tenê bi têgihiştina maneya jê re pêwîst, dikare bijî. Her komika ekonomîk bi têgihiştina xwe ya ekolojîk dikare bijî. Jiyan û komikên xwe nesipêrin têgihiştin û serwextbûna ekolojîk wê di nava modernîteya kapîtalîst de bihelin û wê nikaribin xwe ji vê aqûbetê xelas bikin. Divê mirov komên ekolojîk-ekonomîk weke komên besît ên ji teknolojiyê mehrûm û bêpar nefikire. Wexta hewce bike, teknolojiyên herî pêşketî û tevlîhev di yekîne û komikên ekolojîk-ekonomîk de wê bêne bikaranîn. Heta komikên ekolojîk-ekonomîk komikên herî îdeal ên teknolojîk in. Teknolojî herî bi awayekî kêrhatî li van qadên civakî tê bikaranîn. Di civaka Rojhilata Navîn de şoreşa teknolojîk herî zêde ji bo civaka ekolojîk-ekonomîk hewce dike. Di vê çarçoveyê de şoreşa teknolojîk antî-îndustriyalîst e. Teknolojiya di xizmeta îndustriyalîzmê de civakê hildiweşîne, dibe koletiyê, lê teknolojiya di xizmeta civaka ekonomîk û ekolojîk de civakan zêdetir ber bi jiyana azad û demokratîk ve dibe. Bi kurtî mirov dikare bibêje; şertên modernîteya demokratîk dikarin tewazuna herî manedar a di navbera teknolojî û ekolojiyê de pêk bînin. Ji bo vê, şerê îdeolojîk di navbera modernîteyan de bivênevêya şeran e. Eger ev têkoşîn bi awayekî serketî neyê kirin, li hemberî modernîteya kapîtalîst şensê mayîndebûn û jiyanê yê modernîteya kapîtalîst wê timî weke îhtîmaleke lawaz, hêvî û utopyayê bimîne.
Li cografya Rojhilata Navîn a ku ji serdema neolîtîkê dest pê dike û tevahiya serdemên şaristaniyê bi çanda maddî û manewî xwedî dike, jiyana civaka ekonomîk û ekolojîk e. Modernîteya kapîtalîst weke sê suwarên mehşerê bi sermayedarî, îndustriyalîstî û dewletdariya netewe, ev çanda civakî pelixandiye, xencer û parçe kiriye. Li hemberî vê yekê wezîfeya bingehîn a divê bi cih bê anîn ew e ku ji bo modernîteya demokratîk li ser sêlingên distanê ango lingên sosyalîst-demokratîk, ekonomîk-ekolojîk û polîtîk-exlaqî bê danîn, têkoşîna avakirinê were kirin.