Bi pêşengtiya Desteya Ciwan û Werzîşê li ser asta Bakurê Sûryê turnûveyekî ji bo hemî beşên siporê di demên pêş de tê li dar xistin.
QAMIŞLO – Rêveberiya Yekîtiya Werzîşê ya bajarê Qaimişlo Bêrc Serkisyan li ser giringî û amadekariyên vê turvûneyê axifî.
Bêrc Serkisyan di destpêka axaftina xwe de wiha got: Me niha li ser asta hemî herêm û bajarên Rojava û Bakurê Sûryê turnûve li dar xistine. Ev turnûve hemî beşên siporê têde ne” Fotbol, Baskêtbol, Volaybol, Tênis, Keretê û her wiha hemî beşên din”.
Ji xwe me turnûveyekî fotbolê ji bo jinên ciwan li ser asta herêma Cizîrê pilan kiriye û di 15-8-2018 wê were destpêkirin û ev yek cara yekemîn tê li dar xistin.
Serkisyan da diyar kirin ku piştî van turnûveyên li ser asta herêman wê turnûveyek ji hemî beşên siporê li ser asta tevahî Bakurê Sûryê were li dar xistin û wiha got: Em niha amadekariyê dikin ku di demên pêş de turnûveyek li ser asta Bakurê Sûryê li dar bixin. Amadekariyên me jî stadan hazikirin hem jî hemî kadirên ku bi karibin cihê xwe di vê turnûveyê de bigrin.
Bêrc Serkisyan di dawiya axaftina xwe de wiha got: Kar û xebatên siporê niha di destpêka xwe de ye ji ber wê em hertim hewl didin ku karê xwe li pêşbixin û biserbikevin.