Li Enqereyê teqînek dijwar rû da. Hat zanîn ku gelek deverên Enqereyê dengê teqînê hat bihîstin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Enqereyê ji ber sedemek hêj nayê zanîn dengê teqînek mezin hat bihîstin. Teqîn saet di 15.00’an de rû da û dengê teqîna dijwar li navçeyên Çankaya, Keçîoren, Etîmesgut, Mamak û Yenîmahalle hat bihîstin.
Şirketa Anonîm a Pîşesaziya Feza û Hewayî ya Tirk (TAÎ) der barê teqînê de daxuyanî da û got di dema ceribandina balafirê de pîlot sînorê dengbihîstinê derbas kir û teqînek sonîk rû daye.