Li gundê Bab Leymûn ê Şehbayê di dema kombûna dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wê de teqînek çêbû. Li pêşiya Meclîsa Exterîn a ku ji aliyê dagirkeran ve hatibû avakirin jî teqînek din çêbû.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gundê Bab Leymûn yê Qezaya Radî ku dikeve bakurê Helebê li dijî çeteyên ‘Mertala Firatê’ bi wesayîteke bombebarkirî çalakiyek hate lidarxistin. Diyar bû wesayîta bombebarkirî di dema kombûna komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk de teqiyaye û herî kêm 10 çete hatine kuştin.
Li aliyê din îro li pêşiya Meclîsa Exterîn ya dagirkeran a girêdayî bajarokê Exterîn a dibin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de wesayîtek hate teqandin. Di teqînê de 35 kes birîndar bûn û şexsên bi navê Abdullatîf Hûmûsî û Ahmet Kasim Îbrahîm ku birîna wan giran bû rakirin nexweşxaneyên li Tirkiyeyê. Li aliyê din diyar bû di teqîna piştî nîvro de yek jî birîndaran miriye.