Çalakiya Mertalên Zindî ya ciwanên Rojava û Bakurê Sûryê ku bi daxuyaniyekê di 21-7-2018an de hate ragihandin wê sibe dest pêbike. Çalakiya Mertalên Zindî li ser deriyê sînor yê Sêmalka ye, bi mebesta sekna li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û êrîşên li ser Qendîlê her wiha helwesta hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê ye.
QAMIŞLO – Endama qomîta amadekar ya çalakiya Mertalên Zindî Rûken Çiya ku niha li çihê çalakiyê ye û amadekariya wê dikin bi riya telefoonê ji ajansa me ya Nûçe Ciwan re ragihand ku sibe çalakî dest pêdike.
Çiya got: Sibe ji satên sibehê de ciwan berê xwe didin sînorê Sêmalka û çalakiya xwe ya Mertalên Zindî dest pêdikin. Em niha li cihê çalakiyê ne û konê Mertalên Zindî her wiha hemû hazirtiyên din dikin.