c- Li Dijî Dewletdariya Netewe Civaka Exlaqî û Polîtîk
Modernîteya kapîtalîst civakên Rojhilata Navîn bi tenê bi dewleta netewe bi qazoxekî qehîm ve girê neda; ji bandora bombeya atomê ya avêt Hîroşîmayê bi deh qatan zêdetir, bi dewletokên netewe bombe kir. Mirov dikare bibêje; nirxên çandî yên hevpar ên ji hezarên salan ve pêk hatine, bi bombebarandina dewleta netewe ya dused salên dawî hat parçeparçekirin. Bandora ti sîleha fizîkî nikaribe nîşan bide, kir û rê li ber ji hev belavbûn û parçebûnekê vekir. Civakên Rojhilata Navîn çi weke sîstemên şaristaniyên dewletdar, çi jî weke dijberên wê sîstemên kominî, di ti dema dîroka xwe de bi qasî dema di bin hegemonya modernîteya kapîtalîst de ji nasname û yekparebûna xwe nehatin kirin, nehatin parçekirin ji xwe û hebûna xwe re xerîb neketin. Împaratoriya Brîtanyayê ev sîstema herî bi bandor (bombeya atomê ya rastî) bi tenê li Rojhilata Navîn ne, li her aliyê dinyayê pêk anî û bi vî awayî hegemonya xwe domdar kir.
Yek ji pêkanînên herî trajîk li dijî Qralê Franseyê Louis’ê 16. bi cih anîn. Bila şaş neyê fêhmkirin, ez Şoreşa Franseyê weke komployeke Împaratoriya Brîtanyayê nanirxînim. Lê Brîtanya wê demê ji bo armancên hegemonîk ên Qraltiya Franseyê betal bike, serî li her dekûdolabê daye û kes rola van dekûdolaban di jêkirina serê qrêl de nikare înkar bike. Di dest de gelek dane hene ku vê piştrast bikin, lê ji vê jî wêdetir belgeyeke girîng a vê rolê destnîşan dike ew e, bi jêkirina serê qral re di terora Jakoben a 1792’an de dewleta netewe bi awayekî fermî dest pê dike. Bi dewletoka netewe ya di 1792’an de bi awayekî fermî hat destpêkirin, bi tevahî armancên hegemonîk ên Franseyê bi awayekî berbiçav hatin pûçkirin. Teror bi kêra Brîtanyayê hat. Derketina holê û şerên Napolyon bi tenê Ewrûpa bi erdê re nekir yek, di heman demê de bi tevahî hêzên karîbûn serî li ber hegemonya Brîtanyayê rakin jî bê tesîr kirin. Napolyon bi xwe jî bû qurbanê van şerên dewleta netewe. Ev komara pêncan e ku Franseyê heta roja me ya îro pêk aniye. Lê eger di van hemûyan de hêza wê kêm bûbe û li pey Brîtanyayê mabe, di vê de para dewletdariya netewe ya burokratîk û çîna navîn a mohra Hollanda û Brîtanyayê li ser wan, heye. Heman rastiyê mirov dikare ji bo Împaratoriyên Spanya, Awûstûrya-Macarîstan, Rûs, Osmanî, heta Çîn, Hind û Japonyayê jî bifikire.
Ya seyr ew e, ev dekûdolabên di dawiya çaryeka sedsala 20. û serê sedsala 21. de weke li gelemperiya dinyayê, nexasim li Rojhilata Navîn kengî dewletên netewe li pêşiya hegemonya global a modernîteya kapîtalîst (ya bi pêşengiya Ingilîstan-DYE’yê) êdî bûn asteng, ji nû ve bi awayekî dijwartir û trajîk li dijî dewleta netewe hatin gerandin. Mîna ku Louisê 16. hatibe aktualîzekirin û li Rojhilata Navîn li dewleta netewe ya Iraqê ji nû ve hatibe vejandin, weke sembola wî, dawiya trajîk a Saddam Husên bû versiyoneke temam a heman dekûdolabê.
Mirov heta di çanda Rojhilata Navîn de rola dîrokî-civakî ya dewletdariya netewe hûrûkûr analîz neke û lê serwext nebe, ne mumkîn e ku ji ti pirsgirêka civakî re çareseriyê bibîne. Eger mirov kirinên dewletdariya netewe yên dused salên dawî bi tenê weke komployên ‘parçe bike-bi rê ve bibe’ yên hêza hegemonîk a modernîteya kapîtalîst Împaratoriya Brîtanyayê bibîne, ev ê bibe nêrtineke gelekî besît a li diyarde û bûyeran. Ji bo mirov nekeve vê şaşiyê divê bi nazikî tevbigere. Bêguman dewleta netewe ji bo komployê şêweyekî dewletê yê di cih de ye. Lê ji vê jî girîngtir divê mirov weke heqîqet nirxa wî bi berfirehî diyar bike. Tevî propagandayên dijber ên pozitîvîst hemûyan, naveroka dewleta netewe bi hemanên herî bi sirr û metafizîk tijî ye. Rola wê ya di dîrokê de nehatiye rohnîkirin. Bandora wê ya li ser civakê jî hê tarî ye. Tevî îdeayên antî-teolojîk hemûyan jî şêweyê dewletê yê herî zêde bi xisletên teokratîk barkirî ye.
Gelekî girîng e ku mirov ji gelek aliyan ve rohnî bike bê ka dewleta netewe li Rojhilata Navîn çawa xuya dike. Çiqasî were rohnîkirin wê wezîfeyên exlaqî û polîtîk baştir bêne diyarkirin.
1- Dewleta netewe tevî îdeayên zanistiyê hemûyan jî weke heqîqeteke civakî antîteyek ango dibe hebûneke herî lawaz û neyênî. Rola wê ya bingehîn ew e ku şîfreyên xwezaya civakî yên gelekî dewlemend in, bi navê homojenkirinê bike tek û yek. Ji lewra tek ziman, tek dîrok, tek al, tek millet, tek tîp siyaset, tek tîp jiyan û tek tîp îdeolojî, bi homojenkirina xwezaya civakî di zikhev de dimeşin. Kengî avahiyên civakî yên cihêreng û tevlîhev bêne besîtkirin û tek tîpkirin, heqîqet şûna xwe ji dualîteyeke mîna reş û spî ya hatiye lawazkirin û neyênîbûyî re dihêle. Nêrtina li dinyayê ya jê re herî muhafezekar, şoven, hişkebawerî û faşîst tê gotin, li ser vê dualîteya besît pêş dikeve. Sedema van kirinên tektîpçêker ên desthilatdariya dewleta netewe, meyla kara herî zêde ya kapîtalîzmê ye. Komên jiyanê yên gelekî cuda yên civakê heta rûmet û azadiya xwe biparêzin, meyla kara zêde nikare dewam bike. Lê tevahiya qadên jiyanê yên xwe disipêrin berjewendiyên cuda, heta di bin serdestiya neteweyî de bi tektîptiyê bêne helandin, civak ê ber bi du çînên weke bûrjûwa û proleter ve biçe. Pêvajoya karê ya kapîtalîst bi van tîp çînîkirinan pêş dikeve û giştî dibe. Tevahiya dîrokê danehevên çandî yên maddî û manewî yên ketine serhev dikin qurbanê du çînên bi homojenkirinê hatine çêkirin. Ev qurbankirineke rastî ye. Çiqasî ziman, bawerî û fikirên cuda, zêhniyet û avahiyên polîtîk-exlaqî hebin di çarçoveya vê qurbankirinê de ne. Du rêbaz têne pêkanîn: qirkirina çandî û fizîkî û asîmîlasyon. Eger asîmîlasyon encama tê xwestin nede, qirkirinên fizîkî û çandî dikevin dewrê. Bi giştî rêbaz di zikhev de têne meşandin. Pêvajoya jê re heqîqetkirina tektîp a lawaz û neyênî tê gotin bi vî awayî dimeşe.
Civaka du çîn a ku Marksîzmê bi şaşî hewl da weke erênî nîşan bide, rastiya heqîqeta wê ev e. Çîna jê re proleter tê gotin nirxê heqîqeta wê gelekî lawaz û neyênî ye. Bi giştî ferdê hatiye kolekirin heqîqeta wî ya civakî bi qasî ku mirov bêje tine ye, hatiye lawazkirin. Bi xwe di nava çîna efendiyan de hatiye helandin û ji ber ku ketiye rewşa pêvek û dûvikê wî, heqîqeta wexta azadbûye hilgirtiye jî derbasî beşa efendiyan bûye. Kêmasiyeke gelekî mezin e ku Marksîzm li vê serwext nebûye. Nuqteya Marks têde bûye şagirtekî xirab ê Hegel, herî zêde di vê mijara heqîqetê de derdikeve pêşiya me. Hegel li gorî Marks gelekî di asta jor de xwedî qabîliyet e ku heqîqetê destnîşan bike. Berhemên wî weke bingeh ji bo diyarkirina heqîqetê ne. Ji ber ku K. Marks kole weke hêmanê heqîqetê hildigire, destnîşan kiriye, beşa din a girîng a doktrîna xwe ku gelek rastî têde hene, bêkêr hiştiye. Kapîtalîzm bi tenê li ser hîmê kara maddî hêzê nade serhev. Tevî wê, heqîqeta civakî jî (hêza zêhniyeta civakê) desteser dike. Li gorî berjewendiyên xwe li parzûnkê dixe û dike malê çîna efendiyan. Ji aliyê heqîqetê ve jî xwe gelekî bi heybet bi hêz dike. Diyarde û bûyerên ji wan re bi xwe dewleta netewe tê gotin, pêvajoya veguherandin û veguhestina vê heqîqetê ne.
Naxwe di maneya heqîqetê de ne didu, tek çînek heye. Hebûna fizîkî ya çîna karker, heta rêxistiniya wê ya teng bi tîpa partî û sendîka, di nava yekparebûna rêxistiniya demokratîk a civakî de weke parçeyekî neyê nirxandin, li derveyî kurtêl û hûrikên heqdestê, nirxeke xwe ya heqîqeta civakî çênabe. Di mijara bidestxistin û jidestdayîna heqîqetê de jî mirov dikare têra xwe ji dîroka sosyalîzma pêkhatî hîn bibe. Xulase, dewleta netewe çiqasî homojen bibe, li ser navê çîna olîgarşîk a yekdestdar ewçend heqîqetên tektîp ê bên diyarkirin. Naveroka van diyarkirin û destnîşankirinan herçiqasî hûnandî û spekulatîf be jî ev nayê wê maneyê ku ew heqîqet nînin. Divê mirov baş zanibe ku metafizîk jî cureyekî diyarkirina heqîqetê ye. Nirxê heqîqetê yê mîtolojiyan jî heye. Di xwezayê de nedîtina berdêla wan, tinebûna nirxa wan a heqîqetê piştrast nake. Divê mirov ji bîr neke ku her tim têkiliya heqîqetê bi pêkhatina zêhniyeta mirov re heye. Mirov heta li zêhniyeta insên weke şêweyê heqîqeta herî pêşketî ya tê zanîn serwext nebe, xebatên ji dil ên zanistî, hunerî û felsefî nabin. Bêguman şertê zêhniyeta mirov civakîbûna wî ye, lewma di heman demê de ev yek têkiliya heqîqetê bi civakê re ferz dike. Di ti forma civak û dewletê de heqîqet bi qasî ya li cem dewleta netewe bi tehekumê re têkildar, lawaz û neyênî nehatiye kirin.
2- Divê mirov bi girîngiyeke hê mezintir li ser hêmanên teokratîk û teolojîk ên dewleta netewe rawestin. Hegel wexta dewleta netewe weke xwedayê daketiye ser rûyê erdê dida naskirin, bi tenê nirxandineke sembolwarî nedikir. Wî dewleta netewe, weke fikrên tevahiya serdeman li ser navê xwedê ketine serhev û kombûne, şîrove dikir. Ji bo mirov vê fêhm bike, bes e ku bi tenê fikrên kombûyî yên rê li ber Şoreşa Franseyê vekirine lêbikole. Wexta pozîtîvîstan digot, bi dewleta netewe serwerî ji xwedê hatiye girtin, dewrî netewe hatiye kirin, haya wan ji wan nebû çawa xwedatî dikirin. Ji ber ku yan jê haydar nebûn serwerî tê çi maneyê yan jî eşkerekirina wê bi awayekî rast li gorî berjewendiyên wan nebû. Di tevahiya dîrokê de tevahiya desthilatdariyên hiyerarşîk û dewletên çêbûn, li ser navê xwedê (efendî) tehekumên yekdestdaran li ser civakê û li ser vî bingehî bi destxistina berhemê zêde û mêtina nirxan, serwerî bi xwe ye. Bi qasî ku hewce bi analîzê nebe eşkere ye ku çavkaniya serweriya xwedayî, mirovên xwe kiribûn efendî (bi maneya Reb e) bûn. Mirov rabe bibêje; “Bi Şoreşa Franseyê re Çavkaniya serweriyê êdî xweda nîne û netewe ye” ev li ser navê zanista civakî sextekariya herî mezin e. Pozîtîvîzm mûcîdê vê sextekariyê ye.
Tehekum û serweriya serdema destpêkê û navîn çiqasî çavkaniya xwe xwedê be, serweriya dewleta netewe ya modernîteya kapîtalîst jî qat bi qat zêdetir xwe bi heman çavkaniyê xwedî dike. Li vir a divê mirov li ser rawest e, têkiliya têgînên millet û milletperestiyê (netewe-netewetî) bi xwedatiyê re ye. Çawa ku tê zanîn di Îslamê de millet bi maneya dîn tê. Xwedê û millet bi xwe yek in, wekhev in. Millet dibe netewe û ev encamê naguherîne. Lîstikeke bi gotinan hatiye kirin û hew. Çi di Pirtûkên Pîroz de çi jî di doktrînên lîberalîzma kapîtalîzmê de derbas bibe, millet an jî netewe, civak an jî cemaeta fermana xwedê (efendî, reb, yê serwer, yê fermanê dide) bi cih tîne, îfade dike. Kapîtalîstên sekuler, bi têgîna laîk ji dîn, ji xwedê û serweriya wî dernakevin, wî înkar nakin. Bi milletperestî, neteweperestî yan jî bi navê mezhebekî nû yê dînî li gorî berjewendiyên xwe dînekî pêk têk tînin.
Heta milletperestiya li ber sînorê faşîzmê di tevahiya dîrokê de ji dînên herî muhafezekar bêtir hişkebawerî ye. Ya girîng ne ew e, dîn bi formên berê yên weke Xirîstiyantî, Îslamiyet, Bûdîzm û Mûsewîtiyê be. Her fikir û baweriya civakê bîne asta perestinê, bi hêsanî mirov dikare weke dîn îfade bike. Di vê rewşê de xwedayê xwe heye tineye, zêde diyarker nîne. Cewherê wê bi xwe ew e ku karibe endamên civakê di asta pîroztiyê de bike hevpar, li ser hîmê cîhana fikir, bawerî û hisên zêde pev keliyayî bi şêweyên tevgerê yên ji wan re îbadet tê gotin û merasîmên wan ve girê bide. Di çarçoveya dewleta netewe de eşkere ye ku netewe û neteweperestî bi awayekî gelekî zêde li gorî van pênaseyan hatiye avakirin. Ango ev têgîn û doktrîn ewçend zêde eşkere ne, hewce nake mirov karekterê wan ê dînî guftûgo bike.
Di teolojiya netewe û neteweperestiyê de xusûseke divê em bi girîngî li ber çav bigirin ew e, pozîtîvîzm maskeya zanistiyê li rûyê xwe dixe û xwe mîna ku dîn û metafizîk nîne nîşan dide. Heta dijbertiya dîn û metafizîkê weke rêzik û pîvaneke bingehîn qebûl dike û bi vî awayî li ser navê ‘zanistiyê’ xwe ji rakişandina li muceredkirineke dînî paşve nade. Heqîqetperestî û dînperestiya dewleta netewe hişk bi hev ve girêdayî ne. Armancên wan yên hevpar ew in ku şêweyên jiyanê yên cihêreng û cudahiyên rastiya civakî bihelînin, tesfiye bikin, reş bikin û bêdîrok bihêlin. Li ser vî bingehî hewl didin îfadeyên dewlemend ên heqîqetê lawaz bikin û sîstema xwe ya hegemonîk weke heqîqeta bi tenê ya rewa raber bikin.
3- Avahî û zêhniyeta dewleta netewe ya li ser jiyana çandî ya Rojhilata Navîn hatiye ferzkirin, mijarek e, hê encamên wê bi awayekî yekpare û bi perspektîfa dema dîrokê nehatiye vekolan. Xwediyên van avahî û zêhniyetan bi xwe jî bi temamî haya wan ji wan nîne çi bi cih tînin. Ew jî di nava mekanekî teng û demeke kin de berjewendiyên bi sînor ên desthilatdarî û maddî ne. Ya rastî, yên dewleta netewe weke avahî û îdeolojî pêk tînin mentiqê wan weha ye “Em ji hegemonya modernîteya kapîtalîst çi biçirpînin, bibin kar e.” Bi tevahî nêzîkatiyên taktîk û stratejîk bi vê nêrtinê bi sînor in. Sîstema hegemonîk wekî din firsend û keysa pêşketinê nadê. Ji ber ku ji heqîqeta me hewl da wê bi xwe bidin naskirin û teolojiya wê xebera wan nîne, li aliyekî timî dogmatîkên neteweyî yên dijwar û tûj in, li aliyê din jî timî mîna gumanbar dimînin û nikarin xwe ji vê rewşê xelas bikin. Eger em hewl bidin rewşê hê berbiçavtir bikin, em ê li nîzama dînî û qebîleyî ya Ereban binêrin. Yek ji rastiya civakî ya herî kevin a Rojhilata Navîn e. Li ser wan ji bîstan zêdetir dewletokên netewe têne ferzkirin. Ev bi tenê jiyana çandî ya hevpar parçe nake, li hebûna wan bi xwe jî di asteke nedîtî de xerîbketinê enjekte dike. Nasnameya nû ya Ereb a derketiye holê ji nasnameya wê ya serdema navîn an jî ya kevin ku gelekî tê rexnekirin, baştir nîne. Erebê li ser hîmê dewleta netewe hatiye dabeşkirin û parçekirin, Erebê herî lawaz, belovajîkirî û ji heqîqeta xwe ya dîrokî-civakî hatiye veqetandin e. Ew çiqasî bawer dikin ku bi dijwarî li dewleta netewe xwedî derkevin ji yeqîna wan cudatir ew xurt nabin, berevajî hê lawaztir û qelstir dibin. Jixwe Erebtî jî ne sedema bi hêzbûnê, sedema dûrketina ji heqîqetê û qelsbûnê ye.
Ti milletperestiya bi heqîqetê neyê xwedîkirin nikare bibe hêmana bi hêzbûnê. Ev rewş bi awayekî balkêş di pratîka Hîtler de pêk hat. Ji awirê dewleta netewe ve sînorên têne pîrozkirin bi temamî lihevçêkirî ne, û li gorî berjewendiyên hegemonya global hatine diyarkirin. Têgînên millet û welat ên di naveroka wê de, weke sembolên teolojiya nû di çarçoveya heman berjewendiyan de ne. Wexta derkevin derveyî çavçoveyê pirr zor û zehmet e ku ji xezeba xwedayê hegemonîk xelas bibin. Ya rastî, bi tevahî sînor, welat, millet, burokrasî û çîna navîn ên hewl didin di van dused salên dawî de ava bikin, bi xwedatiya dewleta netewe serkorî kirine. Rastiya ku dibînin, yeqîn dikin ku rastiyeke ezel û ebed e. Lê kesekî hinekî zêhnê wî/wê li heqîqetan vekirî, dikare bibîne û zanibe bi tevahî rastiyên behsa wan tê kirin, vedîtinên fantastîk in, bi armanca rewakirina berjewendiyên hegemonîk ên dused salên dawî li hev hatine çêkirin. Avakirina dewletên netewe yên Turkî û Îranî berhemên heman berjewendiyên hegemonîk in. Tevî ku mohra fethê ya modernîteya kapîtalîst li ser pişta wan heye jî hewl didin ji krîza xwe ya rewabûnê bi îdeolojiyên milletperest û radîkal-dînperest bibihurin. Li cem hemûyan milletperestiya laîk û dînî dixin nava hev, û bi vî awayî hewl didin bi zirxekî têkûz ê îdeolojîk ser dewleta netewe bigirin. Etnîsîte, dîn, mezheb û çandên dîrokî yên di rewşa hindikayiyan de hatine hiştin li hemberî dewleta netewe bi pirsgirêka man û nemanê re rûbirû ne.
Yekparebûna çanda Rojhilata Navîn bi parçekeriya dewleta netewe ya modernîteya kapîtalîst re di nava nakokiyeke bi kok de ye. Modernîte li ser rastiyên jiyana hevpar qefesa ji hesin ferz dike. Ji lewra di rojevê de misêwa şîddet cih digire û ev jî vê rastiyê piştrast dike.
Hêza çareserî û analîzê ya modernîteya demokratîk li hemberî dewleta netewe zelaltir e. Hêzên hegemonîk ên kevin û yên nû, rastiyên wan ên civakî xistin xewê û timî hewl dan dîroka wan bidin jibîrkirin. Ew bi nêzîkatiya modernîteya demokratîk dikarin di nava dîroka xwe de van rastiyên xwe yên civakî weke heqîqeta hebûna xwe îfade bikin. Analîzên der barê hêzên hegemonîk de, der barê dijberê wan de weke heqîqet û dîrokê bersivê dibîne. Rastiyên civakî çawa ku di ti demê de bê dîrok nebûn, bê heqîqet jî nînin. Li ser çanda civakî ya Rojhilata Navîn ku xwedî karekterê yekparebûneke dîrokî ye, hegemonya dewleta netewe hatiye ferzkirin, li dijî vê, antîteza modernîteya demokratîk civaka exlaqî û polîtîk e.