Ciwanên Mertalên Zindî îro dest bi çalakiya xwe dikin, ciwanên herêma Cizîrê berê xwe dan deriyê sînorê yê Sêmalka yê.
QAMIŞLO – Bi pêşengtiya Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Meclisa Ciwanên Sûrya Demokratî, di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE de çalakiya Mertalên Zindî li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê her wiha êrîşên li ser Qendîlê îro dest pêdike.
Ciwanan ji satên sibehê de berê xwe dan deriyê sînor yê Sêmalkayê û li wir dest bi calakiya xwe dikin.