Ciwanên Rojavayê Kurdistanê îro di satên sibehê de berê xwe dan deriyê sînor yê Sêmalka yê, ciwanan bi vê çalakiya xwe xwestin ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û tevlî çalakiya Mertalên Zindî ya ciwanên Başûrê Kurdistanê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li sae axa Başûr her wiha êrîşên li ser Qendîlê derkat bibin.
QAMIŞLO – Piştî ciwanên Rojava gihiştin deriyê Sêmalkayê Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi rayedarên PDK’ê yên li ser sînor re ketin nava têkilî de, ciwanan xwestin ku rê were vekirin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û li dijî dagirkeriyê bisekinin, lê dîsa jî rayedarên PDK’ê ev helwesta ciwanan redkir û rê li pêşiya ciwanan ne hate vekirin.
Piştî ku rayedarên PDK’ê nehişt ciwan derbast bibin ciwanan li deriyê sînor yê Sêmalkayê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê rêveberiya ciwanan Mordem Qamişlo ve hate dayîn. Qamişlo di daxuyaniyê de got: Me di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE de xwest wek Mertalên Zindî derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin, lê em rastî astengiyên PDK’ê hatin û rê li pêşiya ciwanan hate girtin. ji ber vê yekê em dest bi çalakiya xwe ya kon dikin, heta ku deriyê sînor li pêşiya ciwanan venebe wê ev çalakiya me dewam bike.
Mordem Qamişlo wiha dewam kir: Jixwe hemleya me ya SERÎ HILDE helwesteke li dijî dagirkeriyê ye, ji ber vê yekê emê hertim li dijî dagirkeriyê serî hildin.
Mordem Qamişlo di dawiyê de bang li tevahî ciwan kir ku tevlî vê çalakiyê bibin û li dijî dagirkeriyê serî hildin.