Akademiya Ş.Hozan Can a Yekîtiya Ciwanên Rojava, bi tevlîbûna 20 ciwanên ji kantona Girê Spî dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin.
GİRÊ SPÎ- Li Akademiya Şehîd Hozan Can a Yekîtiya Ciwanên Rojava ya li Girê Spî bi tevlîbûna 20 ciwanan dewreyeke perweredeyê da destpêkirin.
Dewreya perwerdeyê dê 15 rojan berdewan bike, tê de wê dersên bîrdozî û li ser bi karanîna çekan werin dayîn.
Têkildarî vekirina dewreyê, Cîgerê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî, Sebrî Nebî got ku vekirina akademiyên bîrdozî, bawerî û zanabûna ciwanên ku stûna pêşxistina civakê ne, xurt dike.
Ji aliyê xwe ve endamê rêveber a ciwanan Dilşêr tekez kir ku şerê leşkerî û şerê taybet ciwanan hedef digirin,ji lewra wan ji bo avakirina ciwanekî/ê azad û zane akademî vekirine.