a- Dewleta netewe weke înkara civaka exlaqî û polîtîk pêk tê. Li şûna exlaq rêzikên hêzê yên ji wan re huqûqa neteweyî tê gotin bi cih dike, dide danîn. Huqûqa ku tertîbkirina hêzê îfade dike, herî zêde pêşketina xwe di çarçoveya dewleta netewe de pêk tîne. Dewleta netewe jî li şûna civaka polîtîk îdareya hişk a burokratîk serdest dike. Înkara civaka polîtîk bi awayekî berbiçav di nemeşîna sîstema demokratîk de xwe nîşan dide. Herçend hilbijartin û parlement hebin jî ya dimeşe avahiya îdarî ya olîgarşiya burokratîk a destûra bingehîn a ne nivîskî ye. Desthilatdariya dewleta netewe ya heta mûrehkên civakê belav bûye xwe bi kirasê huqûqî weke îdareya gelemperiyê raber dike. Hilbijartin û parlement ji bo rewakirina vê îdareyê bi rola cîlakirinê radibin û jê pêve jî ti maneyê îfade nakin. Civak, gel û netewe bi dewleta netewe re wekhev dikin. Li hemberî vê rastiya hegemonîk a modernîteya kapîtalîst weke ku gerdûnî be ferz kiriye, ji bilî parastin û bergiriya civaka exlaqî û polîtîk rêyeke din a çareseriyê nîne.
Xwezayên civakî weke cewher exlaqî û polîtîk in. Mirov nikare li civak û ferdê bê exlaq û polîtîk bifikire. Dikarin civakê neçarî bêexlaqî û bêpolîtîkabûnê bikin. Dikarin qabîliyeta exlaqî û polîtîk kotrimî bikin û ewçend lawaz û qels bikin ku nikaribe bi rola xwe rabe, lê ti carî nikarin tine bikin. Tinekirina wê bi tenê bi awayekî mumkîn e, ew jî kengî ji civakbûnê derkeve. Exlaq û polîtîka amûrên bi hêz ên heqîqeta civakî ne. Mehrûmbûna ji exlaq û polîtîkayê rê li ber bêheqîqetiyê vedike, li qadên çalakiya bi hêz a exlaqî û polîtîk jî hebe, şêwazên xweîfadekirinê yên heqîqetê jî bi hêz û şefaf dibin. Yek ji mijarên girîng ên Marksîst têde xapiyan ew bû ku wan exlaq û polîtîka weke avahiya jor raber kirin. Ti ferd û komika civakê nîne exlaqî û polîtîk nebe. Her komik û ferdê civakê hem exlaqî hem jî polîtîk e. Demokrasî bi civaka exlaqî û polîtîk re di wezn û rêjeyekê de ye. Demokrasî rewşa civaka exlaqî û polîtîk a dixebite îfade dike. Heqîqetên civakî xwe herî zêde weke civakên demokratîk nîşan didin. Îfadeyên heqîqetê bi awayên felsefe, zanist û hunerê herî baş bi civaka demokratîk bi ser xwe ve tên. Ev tespît diyar dikin, bê ka çima heqîqet herî zêde bi civaka exlaqî û polîtîk bi ser îfadeyên xwe ve dibin.
Hêmanên berxwedanê yên li Rojhilata Navîn hê bi hêz in, nîşan didin ku hêmanên exlaqî û polîtîk weke yeqîn tê kirin, lawaz û qels nînin. Ferd û komikên bêexlaq û bêpolîtîka nikarin li ber xwe bidin. Ew bi tenê hînî serîtewandinê kirine. Hewldanên ji bo hebûnê, koçberî û berxwedanên di asta malbat, qebîle, eşîr, mezheb û netewe de bi qasî redkirina dewleta netewe di heman demê de ji bo avakirina civaka demokratîk jî bangewaziyek in. Di çanda Rojhilata Navîn de bûyerên di vê astê de diqewimin mîna oryantalîzm dixwaze bide qebûlkirin paşverûtî, perestina serdema navîn û anarşî nînin, potansiyela dewlemend a modernîteya demokratîk pêk tînin. Nedîtina dewlemendiya diyardeyên civakî, di encamê de bi xwe re kêmbûna hêza heqîqet û maneya civakî tîne. Dewlemendiya çandî çiqasî were homojenkirin, ewçend di maneya wê de û di îfadekirina wê ya heqîqetê de kêmasî çêdibe. Rêveberiya dewleta netewe ya ku welatiyê tektîp diafirîne ferdperestiyeke ji aliyê maneyê ve potansiyela xwe ji dest daye, ji bilî çend dogmayên jiberkirî pêve zêhnê xwe naxebite, merasîmên fermî weke şêweyekî îbadetên nû fêhm dike û ji aliyê heqîqetê ve ferdiyeteke nava xwe pûç pêk tîne.
Nirxên exlaqî û polîtîk ên bi civaka demokratîk bi kêr tên, ji potansiyeleke dewlemendiya wê ya maneyê heye heqîqetê pêk tîne. Civakeke timî bi heqîqetan xwe xwedî bike jî dikare di tewazuna îdeal a kom û ferd de pêk bê û hebe.
b- Li hemberî teolojiya pozîtîvîst a dewleta netewe, civaka polîtîk û exlaqî jî bi maneya zanist-zanyariyê felsefeyê esas digire. Laîktî û sekulertî weke prensîp ji dogmayên dînî zêde guhertîtir nînin. Bi lixwekirina kirasê dewleta netewe ji dînperestiyê xelas nabin; bi tenê şikil û şema diguhere. Dogmayên dewleta netewe yên zanistiya pozitivîst wan bi lez çêdike ji dogmayên dînî yên serdema navîn hişktir in. Rastiya mêtinkarî û şerên rê li ber wan vedike, vê xusûsê piştrast dikin. Divê mirov baş bizane, teolojî, modernîteya kapîtalîst jî di navê de, weke amûrê rewakirinê yê îdeolojîk ê şaristaniya çînî-dewletdar hatiye avakirin. Li dijî hêmanên zanist-zanyartiya di nava civaka exlaqî û polîtîk de weke antîtez pêk tê. Nirxên exlaqî û polîtîk rê li ber zanist û zanyartî-hozantiyê vedikin, zanist û zanyartî jî civaka exlaqî û polîtîk dewamî xwedî dikin. Îfadeya civakî ya xwe ji der ve ferz dike theo (Xwedê) û logîk (aqil) dewleta qral-xwedê ye. Ji ber ku sosyolojiya Rojava bi heman cewherê dewlet û çînê xwe xwedî dike nikare vê rastiyê bi awayekî zelal îfade bike.
Bi gava xwe ya pozîtîvîst teolojiyê digihîne qonaxa herî bi tehlûke. Ma kî dikare înkar bike ku dinyewîbûna xwedê ji ezmanîbûna wî hezar qat zêdetir mêtinkarî, rondikên çavan û xwîn nerijandiye! Nexasim ezmûna dused salên muhteşem ên dawî yên xwedayê dewleta netewe hê li ber çavan be. Ma sifetên van xwedayan çi bûn? Sînor, millet, al, surûd, burokrasî û çîna navîn û welatiyên monolotîk. Di bin van sifetan de xwedayê dewleta netewe çi kir? Mêtinkarî û şerên di dîrokê de hemtayê wan nedîtî pêkanîn. Demiurg weke Xwedayê Mîmar li dinyayê nîzama dewleta netewe ava kir. Bi vî awayî piştrast kir ku ew xwedayê herî pêşketî yê xwedî xisletên pûtperestiyê ye.
Civaka exlaqî û polîtîk ji bo bijî hewcedariya wê bi xwedayetiyên bi vî rengî nîne. Zanyartî û hozantiyê ji teolojiyê binirxtir dihesibîne. Hikmet, zanyartî, hozanî ne ji teolojiyê, ji zanistiyê çêdibin. Bi awayekî sosyolojî ne. Di civaka Rojhilata Navîn de tevî ferzkirinên teolojîk hemûyan, rehên zanyartî û hozantiyê her hebûn û heta îro hatin. Divê mirov zanyartiyê weke yekparebûna felsefe û sosyolojiyê û rewşa wan bi jiyanê re di zikhev de binirxîne. Zanyartî heta bi Sokrates jî formekî bingehîn bû, lê paşê bi ekolên piştre hatin ev rêûresm rizandin. Jiyan û doktrîn ji hev qut bûn. Vê yekê jî derb li civaka exlaqî û polîtîk da. Zanyartî weke felsefe xistin xizmeta dewletê. Di rêûresm û kevneşopiya pêxemberan de tevî ku aliyê serwer timî zanyartî û hozantî bû jî gavavêtina wan ber bi teolojiyê ve rizîn û dejenerebûn bi xwe re anî. Qasid, waiz û rahib çiqasî bikevin ser rêya teolojiyê, wê ewqasî jî ji zanyartî û hozantiyê qut bibin û ji civaka exlaqî û polîtîk dûr bikevin. Di çanda Rojhilata Navîn de, di navbera hêmanên van herdu dualîteyan de têkoşîneke zêde heye. Ev têkoşîn bi xwe tengezariya di navbera dinya şaristaniya demokratîk û şaristaniya dewletdar de nîşan dide.
Bi awayekî vedizî qraltî û despotî di têgîna xwedê de hatiye bicihkirin û li ser civakê hatiye ferzkirin. Li dijî vê, bi tesewifê ya berbiçav bûye ew e, bi zanyartiyê nasnameya civakê hatiye diyarkirin û ev karê bingehîn ê zanyaran e. Bi vî awayî civaka exlaqî û polîtîk tê parastin. Di civakê de li keramet û hikmetê tê gerîn. Bi vî şêwazî şîrovekirina dîroka Rojhilata Navîn girîng e. Wê rojanekirina wê, bihêle ku modernîteya demokratîk baştir bê fêhmkirin.
c- Civaka exlaqî û polîtîk, civaka neteweyî înkar nake. Civak misêwa weke pêdiviyeke xwezaya xwe şêwe û awa diguherînin. Cûrbicûriya form, dewlemendiya jiyanê ye. Ya li dijî wê tê derketin ew e, hişkîbûn û girtîbûna li formên civakî ye. Muhafezekarî weke bingeh israra di girtîbûn û hişkîbûna form de ye. Formên azadîxwaz li nermahî û şefafiyê vekirî ne. Nasnameyên civakî çiqasî nerm û serê wan vekirî bin, ewçend jî cihêreng dibin ango azad dibin. Têgihiştina dewleta netewe li nasnameyê tekperest e, serê wê girtî û hişk e. Çavkaniya faşîzmê ji vê têgihiştina nasnameyê ye. Ji ber ku nasnameyên civakî bi vî awayî têne fêhmkirin, li derve û hundirê civaka neteweyî, misêwa rewşa şer pêk tê. Nasnameyên civakî yên serê wan vekirî û xwezaya wan a nerm, nasnameyên lihevçêkirî, hişk û girtî li ser wan bên ferzkirin, bivênevê şerên bi vî rengî wê biqewimin. Çi şerên dînî çi jî şerên neteweyî (Li cem herduyan jî xisleta bingehîn a nasnameyan serê wan girtî û hişk in) vê pevçûna nasnameyan îfade dikin. Di dused salên dawî yên Rojhilata Navîn de şerên nasnameyên neteweyî gelekî qewimîn û ev yek têkiliya xwe bi wê nasnameyê re heye ku modernîteya kapîtalîst ferz dike. Nasnameyên ku dewleta netewe di parzûnka xwe ya hegemonîk re derbas kirî, dûvikên nasnameya navendî ne, û di pozîsyona ajanên wê de ne. Nasnameya navendî timî weke biryargeha sereke dixebite. Bi acenteyên xwe yên hewcedar û mêtingeh ji nêz ve eleqedar dibe. Dema hewce bike wan ji nû ve tertîp dike.
Çawa ku li gelemperiya dinyayê bûyî, li Rojhilata Navîn a roja me ya îro jî nasnameyên dewletên netewe yên dused salên dawî peritîn û hilhilî ne, li pêşiya kapîtalîzma dixwaze globalbûnê zêde bike, bûne kelem û asteng. Di bingehê krîza avabûnê de berxwedana muhafezekar a dewleta netewe heye. Nakokiya sereke ya di nava sîstemê bi xwe de ev e. Lê nikare çareseriyê bibîne. Ji Afganistanê heta bi Fasê, ji Qafqasyayê heta bi Okyanûsa Hindê li aliyekî nakokiyên di navbera dewletên netewe û kapîtalîzma global de zêde dibin, li aliyê din jî rê li ber şerên timî diqewimin vedike. Belavbûna kapîtalîzmê bi giranî bi xêra dewleta netewe ye, lê niha baş dizane ku wê bi temamî nikaribe wê tesfiye bike. Dema ku dixwaze wê reformê bike, misêwa bi berxwedana van dewletan re rûbirû dibe. Beşên bi dewleta netewe re gelekî zêde gir û dewlemendbûn, li dijî kapîtalîzmeke rasyonel li ber xwe didin. Di encama vê de krîz û şer hê zêdetir dibin. Projeya Rojhilata Navîn a Mezin a dawî ya DYE’yê ji ber vê rastiyê bû sedema nemeşandina vê projeyê dîsa em li heman rastiyê binêrin, em ê fêhm bikin. Xetimîn û asêbûna li herêmê ji pêxîrtengiya sîstemê ya di Şerên Cîhanê ya Yekemîn û Duyemîn de kûrtir e. Ji ber ku welê ye, bi ti awayî çareser nabe. Têgîna krîza avabûnê jî maneya xwe ji vê xisleta rastiyê digire.
Naxwe çi ji ber pêşketina çanda yekpare ya civakî-dîrokî, çi jî ji ber nakokiyên hundir ên modernîteya kapîtalîst, heta ku Rojhilata Navîn ji nasnameya dewleta netewe ya girtî û hişk nebihure, îhtîmal nîne ji ti pirsgirêkê re çareseriyeke manedar peyda bike. Li Iraq û Afganistanê tevahiya hewldanên ji bo jinûveavakirina dewleta netewe têk diçin, tewş in. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji bo Ewrûpaya hilweşiyayî alîkariyeke bi sînor a DYE’yê di çarçoveya Plana Marshall de dayî têra jinûveavakirinê kir, lê ji bo mekanekî piçûk ê mîna Iraqê tevî ku alîkariyeke qat bi qat zêdetir hat pêşkêşkirin, ji nû ve avakirina vî welatî pêk nayê. Ya rastî bûyerên li Iraqê diqewimin bi tevahî rastiyên li herêmê nîşan didin. Ew jî ew e, nûçeya krîz û îflasê ya modernîteya kapîtalîst a li ser sêlingan dide. Weke encam mirov dikare bibêje; tevî ewqas dewletên netewe, îndustriyalîzm û kapîtalîzma xwe, Rojhilita Navîn wê bi tenê krîz û şer çêke.
Lê belê divê ez dubare destnîşan bikim ku krîz û şerên diqewimin ne bi tenê yên dused salên modernîteya kapîtalîst in, di heman demê de krîza avabûn û şerên şaristaniya dewletdar-çînî ya pênc hezar salî ne. Çareseriyên muhtemel divê van rastiyan bikin esas û li ber çav bigirin.