Li wargeha şerîd Rûstem Cûdî/Mexmûr/ ya penaberan gerîlayê HPG’ê Şehîd Rojhat Siyabend (Firat Adogit) bi merasîmekê hat bi bîranîn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) gerîlayê HPG’ê Şehîd Rojhat Siyabend (Firat Adogi) ku di sala 2017’an de li herêma Feraşînê bi 5 hevalên xwe re şehîd bibû, di salvegera xwe ya yekemîn de bi merasîmekê hat bîranîn.
Bîranîna ku li Saziya Malbatên Şehîdan pêk hat, bi deqeyeke rêz girtin dest pêkir. Piştre bavê Şehîd Siyabend Tekoşer, Metîn Adogit li ser kesayeta kurê xwe axaftinek kir.
‘Şehîdên me tekoşîn nîşanî me dan’
Metîn Adogit di destpêka axaftina xwe de bi xêrhatina gelê wargehê kir û got: “Mirov çend ji bo şehîd bêje jî gotin têrê nakin. Pêwîste em bi nirxên şehîdan dîroka xwe nas bikin û şehîdan dîroka me nivisiye û ji bo me didin nîşandan. Gelê Kurd bedelan dide û serkeftinan bi dest dixwe. Ti carî dîrok qehremanan ji bîr nake”.
Adogit di dewamê de got ku dijmin nekariye bi komkujiyan gelê Kurd xilas bike û îro bi saya tekoşîna gelê Kurd û şehîdan hesabê hemû êrîşan tê pirsîn û got: “Bi xêra Rêber Apo û şehîdan polîtîkayên îmhayê hatine têkbirin”.
Di dawiya axaftina xwe de Adogit hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîranî û got ku ewê li ser şopa şehîdan bimeşin û heya Kurdistanek azad ava nakin jiyan wê ji bo wan ne bi rûmet be.
Piştî axaftinê sînevîzyonek li ser kesayeta şehîd Rojhat Siyabend hat temaşekirin.