Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama hedefgirtina leşkerên artêşa tirk a dagirker li dijî welatiyên sivîl ên Serêkaniyê de 2 welatî û şervanekî wan birîndar bûne. YPG’ê got ku şervanên wan bersiveke tund da leşkerên tirk.
NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
Roja 25’ê Tîrmehê di saet derdorê 07:30’an de leşkerên artêşa Tirk a dagirker yên li ser xeta sînor, sîvîlên li nêzî malên xwe disekinîn rasterast hedef girt. Di encama êrîşa leşkerên artêşa Tirk a dagirker de du sîvîlên bi navê Elî Nacî û Mûsa Ubeyd brîndar bûn. Şervanê me yê bi navê İbrahîm Sarabî yê ku dixwest kesên brîndar ji qadê xelas bike jî di encama êrîşan de brîndar bû.
Artêşa Tirk a dagirker ya ku êrîşkarî û tahrîkkariya xwe di her şert û mercê de raber dike, rastî bersiveke tund ji alî şervanên me ve hat. Hêzên me yên li ser xeta sînor bi heman awayî êrîşên artêşa dagirker bersivandin.