Lîsteya namzetên PDK’ê ji bo parlamentoya Herêma Kurdistanê îro hate diyar kirin. Yek ji namzetên PDK’ê pêşengtî ji artêşa Tirk a dagirker re dikir dema ketin gundê Bermîze.
NAVENDA NÛÇEYAN – Îro PDK’ê navê listeya namzetên xwe yên ji bo parlamantoya Herêma Kurdistanê eşkere kir û di rêza 6 mîn ya bajarê Hewlêrê de Erşed Hisên Lolanî ku pêşwazî li leşkerên Tirk kir heye.
Erşed Hisên Lolanî ew kesê ku roja 1’ê Hezîranê bi cilê Kurdî pêşengtî ji leşkerên Tirk ên ketin gundê Bermîze yê bajarokê Sîdekan a herêma Bradostê re kir.
Piştî dîmen û wêneyên Erşed Hisên Lolanî yên kêliya pêşengtiyê ji leşkerên Tirk re dikir belav bûn, nerazîbûnek mezin a welatiyan li dijî çêbû.
Erşed Hisên Lolanî niha namzetê PDK’ê yê ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya 30’ê Îlona 2018’e ye.