Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 775’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Raziye Turgtu bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 775’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Daxwaza hevdîtina parêzeran a bi Rêber Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve 774 car bi hincetên “muxalefeta hewayê”, “keştî xerabeye”, “keçtî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awart” tên astengkirin.