Polîsên Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cizîr êrîş birin ser gorên şehîdên YPS’ê ku li “Şehîdgeha Yafesê” ne.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsên Dewleta Tirk a dagirker êrîş birin ser “Şehîdgeha Yafesê” ku şehîdên YPS’ê lê ne, polîsên Tirk bi tîpên mezin li ser dîwarê şehîdgehê nivîsa “Bedel” nivîsandin.
Ne cara yekê ye ku dewleta Tirk êrîşê dibe ser goristanan. Bi rêk û pêk goristanan xera dike. Par jî bi dehan goristan xera kir, cenaze ji gorê derxis, ya jî bombe li goristanan barand.