Di roja 3 mîn a çalakiya kon ya ciwanan ku li ser deriyê sînor yê Sêmalka hatiye destpêkirin, Jinên Ciwan û Kongira Star serdana konê çalakiyê kirin.
SÊMALKA – Îro jinên ciwan û şandeyeke ji kongira star li ser asta herêma Cizîrê serdana ciwanan kirin. Li çihê çalakiyê ji aliyê Rêveberiya jinên ciwan Rehşan Zagros daxuyaniyek hate dayîn. Zagros di daxuyaniyê de dagirkeriya Dewleta Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê û êrîşên li ser Qendîlê şermezar kir, her wiha Zagros got: Hemleya me ya Serî hilde li dijî dagirkeriyê ye, ji ber vê yekê emê li dijî dagirkeriyê tekoşîn bikin, hevkariya bi dagirkeran re nayê qebûlkirin.
Em wek jinên ciwan û ciwan emê her li ser piya bin û li dijî dagirkeriyê bi yek dengî, bi yek rengî û bi yek rihî li berxwe bidin. Ji ber vê yekê em dibêjin SERÎ HILDE, SERÎ HILDE, SERÎ HILDE.
Daxuyaniya jinên ciwan bi siloganên” Li dijî dagirkeriyê Serî hilde”.”Li dijî faşîzmê serî hilde”.”Bijî berxwedana Qendîlê” bi dawî bû.
Piştî daxuyaniya jinên ciwan li bin konê çalakiyê li ser navê Kongira Star axaftin hate kirin û çalakiya ciwanan hate pîroz kirin.