D- DI CIVAKA ROJHILATA NAVÎN DE HIN PIRSGIRÊKÊN ROJANE û RÊYÊN ÇARESERIYÊ YÊN MUHTEMEL
Ji ber ku hewcedarî pê heye, ez gelekî li ser têkiliya xurt a di navbera niha yan jî aktualîte û dîrokê de radiwestim. Rojaneya berçav a ji dîrokê qut û niha ya pêk tê, analîza wan çiqasî li şaşiyan vekirîbe, analîza dîroka nebe niha jî ewqasî li şaşiyan vekiriye. Rastiya rewşa niha ya bê dîrok gelekî kêm tê fêhmkirin. Dem herdem hêmana avakirina rastiyê ye. Rastiya bê dem hebe jî lê nayê fikirîn. Ev belkî jî sirra jê re mutleq tê gotin e. Di rastiya civakî de qabîliyet û hêza avakirina demê, bi qasî prensîpeke bingehîn bi qedr e. Fêhmkirina rewşa jiyana civakî ya weke mohlet ku bi demê sînorkirî ye, divê sosyolojî wê bike mijara sereke ya ji heqê wê were. Qusûra herî mezin a felsefeya analîtîk, belkî jî xirabiya wê ew e, mîna ku zanisteke civakî ya bê dîrok mumkîn be, analîz kirine. Li beramberî vê rêbaza jê re bêdîroktî tê gotin, li niha’yê serwext nabe, fikra zêde determenîst a bûyeran ji tekîtiyên dîrokî dihesibîne, nikare li derfetên niha dibexşîne, weke pêşketina azad û nûtiyê serwext bibe. Îradeya mirov dikare li nihayê destwerd e. Mirov heta afirêneriya awarte ya nihayê di warê kêlî yan jî anê de fêhm neke, ti avakirina civakî ya xweser pêk nayê. Ji bo mirov nebe bêîradeyekî di bin fermana dîrokê de, ne jî bibe bêpirsiyarekî nihaya ji dîrokê qut, dikare bibe îfadeyeke prensîp a heqîqeta civakî û jiyana wê. Gotina ‘dev ji rabihuriyê berde’ çiqasî gotineke şaş û bêberpirsiyarî be, gotina ‘li paşerojê binêre’ jî ewçend şaş û bêberpirsirî ye.
Xwezaya civakî ya Rojhilata Navîn nihaya wê lawaz e, dîroka wê jî gelekî mezin e. Ev jî nakokiya wê ye. Nihaya herêmê li pêşiya dîroka wê ya mezin mîna xefikekê hatiye danîn, hûnandin. Çiqas nirxên dîrokî hebin xistine vê xefikê û bi vî awayî wan bê tesîr dikin. Ji bo mirov pêşiyê li vê dîroka mezin a herêmê veke, divê mirov ji vê xefika hatiye danîn û hûnandin, bibihure. Maneyeke din nihayê jî qabîliyeta wê ya çareserkirina pirsgirêkan e. Dîrokê çiqas pirsgirêk dabin serhev û komkiribin, hemûyan weke lodekê datîne pêşiya nihayê. Niha jî ji wê loda van pirsgirêkan ên karibe çareser bike, dineqîne û hewl dide veguherîne jiyaneke bêpirsgirêk, yên nikaribe çareser bike jî ji nihayên paşê re dihêle.
Çareserkirina pirsgirêkan bi rast pênasekirina wan ve ji nêz ve girêdayî ye. Cudahiya hebûna bûye mijara pirgirêkê û hebûna hatiye analîzkirin ew tişt e ku nihayê ew bi awayekî erênî ava kiriye; ango tişta bi pirsgirêk pêk tê vediguhere tişta analîzbûyî. Min beşekî mezin ê parêznameya xwe ji bo rast pênasekirina xwezaya civakî ya li Rojhilata Navîn pêkhatî, veqetandibû. Ez yeqîn dikim ku di van parêznameyan de analîzkirina nirxandinên teorîk û ezmûnên pêkhatî, pirsgirêkên civakî û rêyên çareseriyê yên muhtemel têra xwe rohnî û zelal dike. Ez ê hin pirsgirêkên hatine rohnîkirin û rêyên çareseriyê yên muhtemel bi rewşa wan a heyî kitebikite pêşkêş bikim û bi vî awayî parêznameya xwe ya der barê Rojhilata Navîn de bi encameke kurt temam bikim. Bawer dikim ku bi vî awayî wê hîn bike û bikêrhatî be, li hewldanên di vî warî de zêde bike û alîkariyê bike.
1- Pirsgirêkên Neteweyên Pirranî û Hindikayî ne, û Çareseriyên Muhtemel
Mirov dikare behsa çar neteweyên pirranî yên Rojhilata Navîn bike. Ev neteweyên Ereb, Tirk, Kurd û Fars in. Li şûna gotina mezin min pirranî bi kar anî, sedema vê jî bi demografyayê re têkildar e. Naxwe cudakirina neteweyan weke mezin-piçûk ji aliyê etîk ve rast nîne. Têgîna neteweya hindikayî jî bi demokrafyayê re têkildar e. Hindikayî-hindikbûn qusûrek nîne, yan jî sedemeke piçûkbûnê nayê hesibandin ango ev li gorî etîk û heqîqeta civakî ye.
Wexta li ser pirsgirêkên neteweyî radiwestim, divê ez bi girîngî cudahiya xwe di mijara rêbazê de destnîşan bikim. Her ku diçe diyardeya neteweyî zêdetir derdixin pêş û ev jî bi pêşketina modernîteya kapîtalîst ve ji nêz ve girêdayî ye. Diyardeya neteweyî di pêkhatina yekdestdariyên îdeolojî, desthilatdarî û sermayeyê de diyardeyeke stratejîk e ku divê derxin pêş. Vê diyardeyê zêde mezin dikin û dinepixînin, ji ber ku ev pêdiviyeke vê stratejiyê ye.
Di analîzkirina diyardeya neteweyî de mirov dikare behsa du nêzîkatiyên şaş û kêm ên bingehîn bike. Ya pêşî, nêzîkatiya pozîtîvîst e ku xwe disipêre cihêkirineke vebirrî ya obje-sûbje ya felsefeya Descartes. Xisleta diyardeyî ya pozîtîvîzmê tê zanîn. Şaşiya wê ya bingehîn ew e, diyardeya netewe jî mîna diyardeyeke fizîk, kîmya û biyolojiyê bi temamî bi rengekî objektîv dihesibîne. Ev helwest ji sedî sed guh nade kirdartî û nermtiya di xwezaya civakî de ye. Pirsgirêkên neteweyî heta bi qirkirinan diçin, ev bi têgihiştina nasnameya neteweyî ya hişk, serê wê girtî û tûj re gelekî ji nêz ve têkildar e. Objekirina hem xweza hem jî civakê di pêşketina kapîtalîzmê de qonaxa herî girîng a îdeolojîk e.
Divê baş bê fêhmkirin ku şoreşa mezin a pêşî ya modernîteya kapîtalîst di qada zêhnî de bi vê cihêkirina obje-sûbjeyê, weke şoreşa felsefî-îdeolojîk pêk hatiye. Yek ji têgînên ku şoreşa îdeolojîk a modernîteyê herî zêde derxistiye pêş, neteweperestî ye. Hilbijartina vê têgînê vala û tewş nîne. Ev têgîn prensîpa sereke ya teolojiya kapîtalîst e. Neteweperestî û dewleta netewe ya ku wê hê bi pêş bixin têgîna herî girîng a xwedayî ye, heta li ser rûyê erdê wê xweda bi xwe be. Li Akropola teolojiya pozîtîvîst xwedayê herî mezin, ji sedî sed wê weke neteweperestî û dewleta netewe cihê xwe bigire. Xwedayên din ên modernîteyê wê li gorî rêza girîngiya xwe û kêrhatinên xwe yên sîstemê, cihê xwe bigirin. Teolojiya pozîtîvîst bi qaşo zanistiyê diyardeya netewe û dewleta netewe zêde nepixand û li şûna diyardeya ummeta dînî bi cih kir, ji lewra vê carê li şûna pirsgirêkên dîn û mezheban şer û pirsigirêkên neteweyî cih girtin. Hem jî rê li ber pêvajoyeke bi qirkirin û şerên xwînrij tijî vekir. Divê mirov baş zanibe ku pozîtîvîzm îdeolojiya pîroz a kapîtalîzmê ye.
Duyemîn nêzîkatiya şaş di bin navê ‘kirdarîtî, zêde manedanê’ de tê raberkirin. Di serî de diyardeya neteweyî, ev têgihiştin hewl dide gelek diyardeyên di dema modernîteyê de derketine holê weke vedîtinên xeyalî û fantastîk pêşkêş bike. Weke vedîtina rêûresmê têgihiştineke şîroveker bi pêş dixe. Bêguman diyardeyên civakî bi sedema di karektera Xwezaya Duyemîn de ne, derfet û îmkanê didin ku bibin diyardeyên vedîtî. Lê di vê çarçoveya destdana derfet û îmkanan de bi şik û guman nêzîkbûna nirxên hebûnî yên diyardeyên civakî û mîna lîstikên zêhnî li wan temaşekirin, herî kêm bi qasî nêzîkatiya objektîv rê li ber encamên şaş û divê mirov xwe jê dûr bigire vedike. Îcar di vê rewşê de diyarde li şûna nirxên objeyî yên hişk û vebirrî ji têgînên xeyalî, ber bê dikevin diçin û hebûna wan pirr nediyar, têne hesibandin.
Bi vê jirêderketina duyemîn a ciddî ya di navbera rastî û heqîqetê de xwe gihandina encamên zanistî, mumkîn nîne. Sûbjektîvîte, şêweyê nû yê îdeolojiya modernîteya baweriya wê bi xwe nemayî ye ku di postmodernîteya dereng de pêketiye. Îfadeya postmodernîteyê ya objektîv e. Weke encam mirov dikare bibêje, pirsgirêkên civakî weke pirsgirêkên xeyalî dîtin û bi seansên rojane yên terapiyê (rêbazên derûnî û psîkolojîk) ji bo çareserkirinê hewldan, qonaxa ev nêzîkatî gihiştiyê nîşan dide, ku jiyan bi xwe têkçûna xwe rojane piştrast dike.
Mirov heta sîstematîka avahî û diyardeyî ya dema modernîteya kapîtalîst hûrûkûr fêhm neke, gelek zor û zehmet e ku li pirsgirêkên civakî yên rê li ber wan vekiriye serwext bibe û wan çareser bike. Pirsgirêka krîtîk a sîstematîkê, têkiliya di navbera diyarde û têgihiştinê de ye. Nêzîkatiyên cudatî û wekhevtiyê yên di navbera diyarde û têgihiştinê de têne danîn, gelekî bi pirsgirêk in. Ev jî rewşek e ku bi cewherê sîstemê re têkildar e. Sîstem bi tevahî felsefeya xwe li ser cudatî û wekhevtiya di navbera diyarde û têgihiştinê de ava dike û rabûna di bin vî barî de mumkîn nîne. Felsefeya sîstemê bi ekolên xwe hemûyan, di nava xwe de xwedî çareserî nîne.
Ez bi xwe alîgirim ku mirov çareseriyê li derveyî cudatî û wekhevtiyê bigere. Diyarde û têgihiştin bi dualîteya di bingehê gerdûnê de têkildar e. Dualîteyên mîna madde-enerjî, avahî-kêrhatîbûn, perçik-pêl di navbera têgihiştin û diyardeyê de jî dibin. Li gorî vê yekê, ev dualîte şêweyê di navbera beden û ruhê mirov, gerdûn û zêhnê wê de pêk tê, îfade dike. Bi temamî serwextbûna zêhn li gerdûnê, dikare mirov ber bi têgîna zanîn û agahiya mutleq ve bibe. Doktrînên weke Fenafîllah, Nîrwana, Enel-Heq, Zanîna Mutleq (Hegel) bi vê îdeayê radibin. Ev encameke nêzî mumkîn nebûnê xuya dike. Bi temamî cudabûna têgihiştin û diyardeyê jî qutbûna tayê di navbera zêhn û rastiyê de û derketina derveyî heqîqetê îfade dike. Awamî, kesên fikra wan kêm pêşketiye digire nava xwe. Zêhniyetek e ku para xwe ya heqîqetê gelekî lawaz, nirxa xwe ya avabûn û avakirinê gelekî kêm e.
Di rewşa pêkhatina zanîn-agahiya mutleq de dualîteya têgihiştin-diyardeyê ji holê rabe, ev jî tê wê maneyê ku hadîs (qewimîn) ji holê radibe. Bi temamî jihevqutbûna têgihiştin û diyardeyê jî xerîbketineke tam îfade dike. Agahî û zanîna felsefî ji cewherê agahiya hebûna navbera van herdu seriyan û mentiqê wê pêk tê. Divê mirov di navbera herdu seriyan de ber bê nekeve. Ya ji vê jî girîngtir ew e, gera li heqîqetê, bêyî ku mirov ber bi seriyekî ve bişemite, zanyartî, hozanî û helwesta felsefî îfade dike, jixwe helwesta rast jî ev bi xwe ye.
Eger em careke din li pirsgirêka neteweyî vegerin, bi vê analîza kin a felsefeyê em ê têkiliya vê pirsgirêkê bi karekterê hegemonîk ê zîhniyeta modernîteya kapîtalîst a dused salên dawî re baştir fêhm bikin. Netewe ji tinebûnê, weke xeyalî nehatiye vedîtin. Lê kes nikare înkar bike ku bi awayekî zêde nepixandî û mezinkirî netewe weke cawekî îndustriyal li xwezaya civakî hatiye kirin. Civaka neteweyî ya li şûna ummeta dînî hatiye îqamekirin, bi şertê ku mirov bi herdu seriyan ve neşemite, dikare di zanista civakî de bike mewzûbehs. Ji bo ku mirov têgîna civaka neteweyî di çarçoveya zanista civakî de bigire, divê ji modernîteya kapîtalîst bibihure. Heta ji modernîteya kapîtalîst neyê bihurîn, civaka neteweyî wê ji bûyîna perdeya banê yekdestdarên mêtinkarî û zordestiyê wêdetir, ti maneyê îfade neke.
Di paradîgma modernîteya demokratîk de ji bo bihurîna ji avahiya bi pirsgirêk a têgînê, têgîna dijber a hatiye çêkirin, têgîna neteweya demokratîk e. Têgîna civaka neteweyî bi paqijkirina ji herdu seriyan û bi rizgarkirina wê ji îstîsmarkirina modernîteya kapîtalîst, bi têgîna neteweyê demokratîk dibe. Di çarçoveya hêmanên modernîteya demokratîk de avakirinên civakî pîvanên neteweyî esas nagirin. Çawa ku berê hatibû diyarkirin di modernîteya demokratîk de, rola sereke nadin berjewendiyên neteweyî; zêdetir karekterê exlaqî û polîtîk ê civakê tê destnîşankirin. Ji bo ji nû ve avakirina têgîna herî di cih de, li şûna dewleta netewe, komintiya demokratîk e.
Li Rojhilata Navîn di meseleya netewe de zêde destnîşankirina netewetiyê çiqasî neyênî be, aliyê civakbûnê yê netewe jî paşguhkirin ewçend pirsgirêkê giran dike. Mirov bi kîjan pirsgirêka netewe dakeve bila dakeve, weke rêbaz divê ji bo neketina van herdu şaşiyan tedbîr bêne girtin û paşê du nêzîkatiyên din ên erênî divê derxe pêş ku ew jî aliyên din ên girîng ên rêbazê ne. Ev îdeolojîk nînin, nêzîkatiyên zanistî ne; ne bi armanca desthilatdariya dewleta netewe, xwedî nêzîkatiya neteweya demokratîk û komintiya demokratîk in. Naveroka herdu nêzîkatiyan ji hêmanên bingehîn ên modernîteya demokratîk pêk tên.
Di civakên Rojhilata Navîn de meylên dewleta netewe û milletperestiya di dused salên dawî de hatine hişyarkirin, weke ku tê îdeakirin rê li ber çareserkirina pirsgirêkên neteweyî venake, berevajî dibe sedema mezinbûna pirsgirêkan û dagirkirina tevahiya komik û çaviyên civakî. Sermaye li şûna reqabeta erênî şerê dewleta netewe yê texrîbkar ferz dike. Rewşa şer a di avahiyên hundir ê civakan de û di têkiliyên wan ên derve de pêk tê, sedema bingehîn a pirsgirêk, krîz û rewşa kaotîk e. Wexta ku ezmûnên tevahiya pirsgirêkên neteweyî yên li herêmê pêkhatî bêne lêkolan, destnîşankirina vê rastiyê zor û zehmet nîne.
Modernîteya demokratîk a ku armanca wê yekdestdariya desthilatdariyê (dewleta netewe) nîne, bi têgîna neteweya demokratîk weke alternatîfa kapîtalîzmê bi teoriya komintiya civakparêz modela îdeal e, wê bike ku herêm êdî ne qada şerên xwînrij, tevkujî û qirkirinan, kaosê û krîzên domdar be.
a- Hêmanên bingehîn ên pirsgirêka neteweyî ya Ereb giran dikin, civakbûna Ereb misêwa parçe dikin, wan ji nirxên wan ên cewherî re xerîb dikin, bi şeran wan diqedînin û nirxên wan ên maddî dadiqurtînin, dewletên netewe ne ku hejmara wan ji bîstan bihurîye. Ev dewletên netewe ku nikarin di nava xwe de konfederalîzmekê jî pêk bînin, pirsgirêka neteweyî ya Ereb bi xwe diafirînin. Bi van ve girêdayî milletperestiya dînî û ezbet-qebîlegirî, cinsperestiya civakî ya bi serweriya mêr qada civakî bi tevahî reş û tarî dikin, difetisînin, dikin ku bêhnê lê diçikînin. Civakê bi awayekî dijwar mehkûmê koletî û muhafezekariyê dikin. Li ser navê Ereban çi li hundir û çi jî li derve şensê nade çareseriyê.
Ji bo pirsgirêkên Ereban divê li modeleke çareseriyê ya berfireh a li ser hîmê neteweya demokratîk û komintiya civakparêz were gerîn. Hêza Îsraîla reqîb bi tenê ji hegemonyadariya dinyayê nayê; di hundir de saziyên komintî û demokrasiyê jî di vê hêzbûnê de xwedî roleke girîng in. Civaka neteweyî ya Ereb a ku sedsala xwe ya dawî bi milletperestiya radîkal û Îslamtiyê bi avê de berda, dikare bi komintiya di dîroka xwe de û bi nîzamê qebîletiyê ku jê re ne xerîb e, bi têgihiştina neteweya demokratîk re bike yek û bi vê, ji xwe re rêyeke rizgariyê û çareseriyeke demdirêj û ewle bibîne, xêz bike.
b- Li Rojhilata Navîn neteweyekî din ê pirraniyeke girîng pêk tîne Tirk û Tirkmen in. Li gorî Ereban tevî ku belav in, xwedî têgihiştinên desthilatdarî û îdeolojîk ên bi heman rengî ne. Bi awayekî hişk li dewletdariya netewe xwedî derdikevin, zêde bi milletperestiya ezbet û dînî ve xwe digirin. Pîroztiya dewlet û xwedê jî weke milletperestiya ezbet û dînî di zikhev de pêk tên. Di nava kategeriyên Tirk û Tirkmenan de cudahiyên girîng ên sosyolojîk hene. Li hemberî arîstokrasiya Ereb Bedewî di çi rewşê de bin, Tirkmen jî bi awayekî parelel li hemberî arîstokrasiya Tirk a xwedî desthilatdarî-dewlet di heman rewşê de ne. Tirkmen ew beş in ku berjewendiyên wan bi komintî û demokrasiyê re li hev dikin.
Pirsgirêkên neteweyî yên Tirkan hê zêdetir bi hecm in. Ji Tirkên Ûygûr ên li Çînê heta bi yên di bin hegemonya Rûsyayê de, gelek Tirkên xwedî dewlet û otonom, ji Tirkên Komara Tirkiyê yên li Anatolyayê heta bi yên li Balkan, Qafqasya û Rojhilata Navîn, heta bi Tirkên li Ewrûpayê li cem tevahiya wan pirsgirêka neteweyî heye. Me gotibû çavkaniyên pirsgirêkan mîna hev in. Nexweşiya desthilatdariya dewleta netewe, milletperestiya zêde ya ezbet-dînî û cinsperestiya civakî ya bi serweriya mêr, civakên Tirkan jî reş û tarî dikin, muhafezekar dikin. Civak, meylên komin û demokratîk ewqasî ji renê xwe bûnemîna ku di nava yekdestdariyên hegemonîk îdeolojîk û zêde dewletdar de heliyane. Malbat bi xwe jî ne ya civakê, kirine mîna şaneyeke dewletê. Her sazî û ferd dewletê teqlîd dike. Ev meylên dîrokî di navbera komên Tirk û Tirkmenan de rê li ber şerên dijwar ên desthilatdariyê vedike. Bi siyaseta fethê di nava civakên din de jî şerên bi heman rengî yên desthilatdariyê diqewimin.
Hişkbûna îdeolojiya fermî û avahiyên desthilatdar ên navendparêz ên hişk, di pirsgirêka neteweyî ya Tirk de şensê rêvekirina li ber pêşketin û çareseriyê nedane meylên demokratîk û komin. Peyama dane civakê ew e, bê dewlet nikarin bijîn. Civak û ferd nikarîbûye bi dewletê re bikeve weznekê, timî di rola zarok û koleyê dilsoz ê dewletê de maye.
Di roja me ya îro de ji bo komên neteweyî yên Tirk, teoriya modernîteya demokratîk çarçoveya herî di cih de pêk tîne. Projeya Konfederasyona Tirk a Demokratîk a bingehê xwe civak e, hem di nava xwe de dikare yekpare be, hem jî di zikhev de dikare bi cîranên xwe re di nava aştî û yekparebûnê de derfet û îmkanê bide jiyaneke hevpar û ji bo vê yekê fikreke îdeal e, û di cih de ye. Ji bo yekîtiya civakî girîngiya berê ya sînoran nemaye. Tevî sînorên mekanên cuda, derfet û îmkanên ragihandinê dikarin kom û ferdên li her qada dinyayê bigihînin hev û yekpare bikin. Projeya Konfederasyona Demokratîk a komên neteweyî yên Tirk ji bo aştiya dinyayê û sîstema modernîteya demokratîk wê gelekî bi kêr bê.
c- Civaka neteweyî ya Kurd çavkaniya xwe ji potansiyeleke dewlemend a nû pêş dikeve digire. Li dinyayê gelê herî mezin ê bê dewleta netewe ye. Tevahiya dîrokê di serdemên neolîtîk û şaristaniyan de timî li qadeke stratejîk zêde bûye. Di xweparastin û bergiriyê de Kurdan xwe spartiye çiyan û bi saya çanda xwe ya xwedîkirina bi heywên û cotkariyê weke gelekî otantîk heta roja me ya îro hebûna xwe parastiye. Cihûyên li dinyayê belav bûne çawa li her quncika dinyayê bi awayekî xwevedizî di qadên jor ên civakên din de cih girtine û hebûna xwe heta roja me ya îro anîne, Kurd jî berevajiyê wan ji cihûwarê xwe hîç neliviyane û çav ber serê ti civakeke din nedane, xwe di binî de ragirtine (di plana duyemîn de) û xwe gihandine heta roja me ya îro. Di navbera wan de tam paradoksek heye.
Pirsgirêka neteweyî ya Kurd pirsgirêkeke welê ye ku gelekî kêm tê dîtin. Destûr nehatiye dayîn bibin netewe. Çavkaniya pirsgirêkê jî ev e.
Tevahiya dîrokê û roja me ya îro hêzên hukim li Kurdan dikin û dûvikên wan ên hundir, ji bo Kurd ji objebûnê dernekevin û nebin sûbje, çi rê û rêbazên nehatine ceribandin nehiştine. Dewletbûyîn bi maneya erênî yan jî neyênî belkî hinek tişt li pêşketina neteweyî zêde kiribin. Lê ji bo Kurdan derfeteke bi vî rengî kêm caran hatiye dîtin. Ango Kurd xwedî cihêwazî ne ku şaristaniya çînî û dewletdar pirr kêm dîtine û qebûlkirine. Ji bo şensê modernîteya demokratîk, ev cihêwaziyeke gelekî girîng e. Li navenda cografya Rojhilata Navîn bicihbûna wan, girîngiya wan zêde dike. Di dema modernîteya kapîtalîst de serweriya dewleta netewe ya ji derve hatiye ferzkirin, bi qasî ku hêza wê têrê kiriye, xwestiye bi qirkirina çandî û car caran bi fizîkî qira Kurdan bîne û wan di nava xwe de bihelîne. Di dema şaristaniya Îslamê de jî xwestine heman polîtîkayê bi rêya dîn rewa bikin. Kurd bi hêza dewlet-desthilatdariyê ji bo bibin civaka neteweyî zêde xwedî şens, derfet û îmkan nînin. Ji vî alî ve tiştên hêmanên modernîteya kapîtalîst pêşkêş bikin, gelekî bi sînor û kêm in. Di roja me ya îro de jî ji pêkhatina siyasî ya li Kurdistana Iraqê mirov tam nikare bibêje dewleteke netewe ye. Mirov wê weke nîv dewleta netewe bi nav bike wê di cih de be.
Hindikayî bin jî cografya Kurdistanê, nexasim jî di rabihuriya nêz de, di serî de ji bo Ermenî û Suryaniyan, ji bo hin gelên din, niştimana dayik e. Yên ji Ereb, Fars û Tirkan jî hatî, gelek ji wan li vir bi cih bûne. Ji aliyê dîn û mezheban ve jî li ser vê cografyayê Kurd pirranî ne. Di çanda Kurd de şopên zêde xuyayî yên çandên êl û eşîran hê hene. Çanda bajêr zêde pêş neketiye. Ev xislet hemû li ser cografya Kurdistanê şensekî mezin didin pêkhatina siyaseta demokratîk. Qadên cotkarî-av-enerjiyê ji bo yekîneyên kominî hem îdeal in, hem jî ev yekîne xwe weke pêdiviyekê ferz dikin. Şert û mercên pêşketina civaka exlaqî û polîtîk jî têra xwe li cih in. Herweha çanda xwedawend-dayikê berê pêşî û bi awayekî herî bi hêz li vê cografyayê pêk hatiye. Zemînê bingehîn ê çanda xwedawend-dayikê ye ku bi navên Star, Îştar û Înannayê li tevahiya Rojhilata Navîn û dinyayê belav bûye.
Tevî hemû hewldanên qedandin û qelandinê yên li ser hatin meşandin, jin xwedî potansiyel e ku bi wêrekî, têkoşerî û rûmetî mînakên jiyanê nîşan û raber bike. Tevî hewldanan hemûyan jî îdeolojiya civaka cinsperest bi qasî civakên din ên cîran bi sazî nebûye. Di avakirina civaka demokratîk de ku wekhevî (bi cudahiya xwe) û azadiya jinê pîvana bingehîn e, ev xisletên çandî yên dewlemend di nava hev de dijîn, potansiyeleke mezin di nava xwe de dihewînin. Ango di bin paradîgma modernîteya demokratîk de ji bo pêkhatina neteweya demokratîk û civaka ekolojîk-ekonomîk şert û mercên herî di cih de ev cografya pêşkêş dike. Projeya Konfederasyona Demokratîk a Kurdistanê hê ji niha ve şensê pêkhatina wê heye. Kirinên dewleta netewe yên girêdayî hegemonya kapîtalîst, ji ber neyêniyên ji bo civakê çawa di rabihuriyê de nebû û îro nîne, sibe jî şensê pêşketina wê nîne.
Lê bi veguherîneke demokratîk, dikare bibe xwediyê şensekî bi sînor. Bi tevahî xisletên wê yê hatin jimartin, pêkhatinên demokratîk ên siyasî wê wan bikin bingehê xwe û Kurdistanê weke konfederasyoneke demokratîk a ji kominên ekolojîk û ekonomîk pêkhatî, pêşde bibin, û ev karekî girîng ê dîrokî ye. Avakirina neteweya demokratîk a xwe disipêre pirrnasnameyên neteweyî, li beramberî xetimîna dewleta netewe, çareseriyeke îdeal e; dikare ji bo tevahiya pirsgirikên neteweyî û hindikayiyên Rojhilata Navîn bibe modeleke çareseriyê. Eger mirov neteweyên cîran bikişîne nava vê modelê, şensê guhertina çarenûsa Rojhilata Navîn û pêkanîna alternatîfê ya modernîteya demokratîk jî wê bi hêz bibe.
Dîrokê Kurd û Kurdistan gihandine statuyeke welê; gelê Kurd ê ji bo azadî, wekhevî û demokratîkbûna xwe têdikoşe, neçarî yekîtiyeke çarenûsî bi gelên herêmê yên dîsa ji bo azadî, wekhevî û demokratîkbûna têdikoşin, dike.