Piştî êrîşa Daişê li ser bajarê Siwêda yê Sûriyê ku nêzî 250 kesî jiyana xwe ji dest da, bi dehan ciwanên ji civaka Dirzî berê xwe dane wî bajarî.
NAVENDA NÛÇEYAN – Bajarê Siwêda ya Sûriyê ku piraniya xwe ji civaka Dirzî ne, çend roj berê rastî êrîşeke ji aliyê çeteyên Daişê hat. Di encama 3’ê teqînên ku li pey hev pêk hatin nêzî 250 kesî jiyana xwe ji dest da.
Ciwanên Dirzî ku li Libnanê dimînin berê xwe dan wî bajarî da ku civaka xwe li wir biparêzin û tevlî şerê ku li bejahiya Bakur û Rojavayê bajêr dibe bibin.