Koma Tolhildan ya girêdayî navenda Xabûr ya Çand û Hûner, şanoyek bi navê “Dêwê Bi Cavekî” li navenda Mihemed Şêxu ya bajarê Qamişlo pêşkeş kir.
QAMIŞLO – Şanoya ku li navenda Çand û Hûnera Mihemde Şêxu ya bajarê Qamişlo hate li dar xistin. Şanoya ku li ser desthilatdariya ku li gundan ji aliyê mûxtarê gunde ve dihat meşandin her wiha desthilatdarên dema îro bû.
Bi dehan ciwan û jinên ciwan jî tevlî bûn. Şano ji aliyê nivîskar Kawa Şêxî hatiye nivîsandin û ji aliyê Mihemed Resûl ve hate derhiner kirin.
Hêjaye gotinê ku ev şano wê li gelek bajarên Rojava were pêşkeş kirin.