Ahed Tamîmî û Nerîman Tamîmî ku ev 8 meh bûn di girtîgehên leşkerî yên Îsraîlê de bûn hatin berdan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Jina ciwan ya bi navê Ahed Tamîmî a 17 salî ku weke sembola berxwedana Filistînê hatî naskirin û dayika wê Nerîman Tamîmî ku nêzî 8 meh bûn di girtigeha leşkerî ya Îsraîlê de dihatin girtin, hatin berdan. Li gorî Berbevka Serwîsa Girtîgehên Leşkerî yên Îsraîlê Assaf Libratî, Ahed Tamîmî û dayika wê Nerîman Tamîmî hatine berdan û ew bi rêya leşkerî derbasî aliyê Filistînê kirine. Parêzera Tamîmî diyar kir ku wê cezayê dayik û keça wê di 19’ê Tebaxê de bi dawî dibû, lê ji ber biryararekî îdarî ya bi lezgin hatin berdan.
Tamîmî di 19’ê Gulana 2017’an de hatibû binçavkirin. Di dadgeha Îsraîlê de di Adarê de hatibû dadgeh kirin û bi sûcê ‘Astengkirina karê leşkerên Îsraîlê asteng kirin û êrîşkirina leşkeran’ 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.