Çalkiya kon ya ciwanên Rojava li ser deriyê sînor yê Sêmalka yê ku li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û êrîşên li ser Qendîlê her wiha helwesta PDK’ê hatiye li dar xistin di roja 6 mîn de dewam dike.
SÊMALKA – Çalakiya ku bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) di bin silogana” Ji bo Azadiya çar parçeyên Kurdistan SERÎ HILDE” hatiye li dar xistin berdewam dike. Di roja 6 mîn ji çalakiyê, ciwanên Qamişlo nivîsa” Dilê Ciwanên Qamişlo li Qendîl lêdide” li ser pankarteke nivîsandin û ew pankart bi konê çalakiyê vekirin.
Her wiha ciwanên Çil Axa û gundên derdwra wê her wiha endamên saziyê sivîl jî serdana konê çalakiyê yê ciwanan kirin. Li cihê çalakiyê li ser navê ciwan û saziyên sivîl yên ku serdana çalakvana kirin axaftin hate gotin. Hevserokê şaredariya navçeya Çil Axa Yasir Alhisên axifî û got: Em dibêjin, bijî ji ciwanên ku sînora nasnakin û Kurdistan di dilê wande yek parçeye. Piştî axaftinê ciwanan rewşa siyasî ya li herêmê nirxand û nîqaşên debarê rewşa siyasî de hate meşandin. Ciwan dê sinefizyonekê li ser rol û misyona ciwanan di nava şoreşa Rojava de û erk û berpirsyartiya wan pêşkeş bikin. Li gorî nûçegihanê me ku çalakiyê dişopîne sibe dê ciwanên “Girkêlegê, Til Koçer û Çil Axa” nobeta çalakiyê digrin.