Ji ber rewşa jiyanê ya xirab piştî erdhejê ya dawiyê ya li Kirmaşanê, 2 jinên ciwan yên mexdûrê wê erdhejê dawî li jiyana xwe anîn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeya “Navenda Mafên Mirov a Ne Ji bo Zîndan û Darvekirinê” duh êvarî li du gundên girêdayî Serpêl Zehaw a ser bi bajarê Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê 2 jinên ciwan ku temen 16 û 17 salî dawî li jiyana xwe anîn.
Meryem Rûstemî ya 17 salî, li gundê Zehferan û Nuşîn Rûstemî ya 16 salî li gundê Qelxanî diruniştin. Herdûyan ji ber rewşa xerab a jiyanê dawî li jiyana xwe anîn.
Hêjay gotinê ku di 13’ê Mijdara 2017’ê de erdhejek bi pleya 7,3 li Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê çêbû. Beşek zêde yê navçe û gundên Kirmaşan hilweşand. Piştî derbasbûna 9 mehan li ser erdhejê, hîna jî mexdûrên erdhejê di rewşek xerab de dijîn û derfetên jiyanê ji bo wan nehatine çêkirin.