Çalakgerên Mertalên Zindî bi daxuyaniyekê çalakiya ciwanên Rojavayê Kurdistanê yên li Sêmalka ji bo piştgiriya çalakiya Mertalên Zindî ya li Qendîlê û li dijî dagirkeriyê dest bi çalakiyê kirin sival kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya Mertalên Zindî ya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê li Qendîlê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk destpêkirin di roja 52’yemîn de dewam dike. Ciwanên Welatparêz ên Rojavayê Kurdistanê di dema ku ji bo piştgiriya çalakiya mertalên zindî ketin li ser rê, li Deriyê Sêmalka ji aliyê hikûmeta PDK’ê ve hatin astengkirin.
Ciwanên Rojava li dijî vê astengiyê û ji bo piştgiriya çalakiya Mertalên Zindî li Deriyê Sêmalka dest bi çalakiya kon kirin û gotin ku heta rê li pêşiya me venebe wê çalakiya me berdewam bike. Çalakgerên Mertalên Zindî bi daxuyaniyekê çalakiya ciwanên Rojavayê Kurdistanê silav kirin.
Li ser navê ciwanan Bahoz Kerkûkî daxuyanî da û got; “Weke çalakgerên Mertalên Zindî, Ciwanên Welatparêz ên Rojava pîroz dikin. Hewldan beşdarî çalakiya Mertalên Zindî ya ku li vir li dijî hêzên dagirker hatî destpêkirin bibin. Lê, rastî astengiya heman hêzên zihniyeta dagirkeran parve dikin hatin. Bila vê yekê baş bizanibin ku em ê li her cihî berxwedanê mezin bikin. Em ê li dijî hikûmeta ku xiyanet ji bo xwe kiriye kelhe ji berxwedanê berdewam bikin. Em hevalên xwe yên hatin astengkirin silav dikin. Em li vir berxwedana wan pîroz dikin. Weke ciwanên welatparêz, em ê her cihî weke Qendîlê bikin warê berxwedanê. ”