Ciwanên Rojavayê Kurdistanê di 24-7-2018an de ji bo ku li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê û êrîşên li ser Qendîlê weke Mertalên Zindî berê xwe bidin Qendîlê û tevlî çalakiya ciwanên Başûr bibin berê xwe dan deriyê Sînor yê Sêmalkayê. Lê ev helwesta ciwanan rastî astengiya rayedarên Başûrê Kurdistanê yên li ser deriyê sînor hat û rê li pêşiya ciwanan hate girtin, ciwanan li hember vê yekê daxuyaniyek dan û ragihandin ku ewê dest bi çalakiya kon bikin û heta ku rê li pêşiya wan venebe wê çalakiya wan dewam bike.
SÊMALKA – Li ser vê mijarê Endamê Komîteya Amadekar ya çalakiya ciwanên Rojavayê Kurdistanê Ciyager Qamişlo ji ajansa me re axifî û got: Dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan dixwaze ku axa Kurdistan bi giştî dagir bike, bi taybet dixwaze destkeftiyên ku di şoreşa Rojava hatine bi dest xistin têk bibe, dewleta Tirk dixwaze pirojeya netewa demokratîk têk bibe. Dewleta Tirk a dagirker ku hemî pilanên wê vala derdikevin, ji ber wê êrîşî navenda berxwedanê “Qendîlê” kir, her wiha xwest axa Başûrê Kurdistanê dagirbike.
Qamişlo li ser armanca çalakiya ciwanan wiha got: Ji bo em bikaribin li hember vê dagirkeriyê bisekinin me weke ciwan berê xwe da deriyê Sêmalka, armanca me derbasbûna Başûrê Kurdistanê û weke mertalên zindî tevlî çalakiya ciwanên Başûr bibin, lê PDK’ê ku hevkariya dijmin dike rê li pêşiya me girt, ji ber vê yekê me dest bi çalakiya kon kir û wê ev çalakiya me her berdewam bike. Ciwan ji tevahî bajarên Rojava û Bakurê Sûriyê çihê xwe di nava vê çalakiyê de digrin, ji xwe gel û saziyên me yên sivîl jî serdana vê çalakiya me dikin û roj bo roj piştgirî ji çalakiyê re zêde dibe.
Ciyager Qamişlo di dawiya axaftina xwe de got: Em weke ciwan soz didin ku heta ku em derbasî Qendîlê nebin wê çalakiya me dewam bike, emê heta dawiyê piştgiriya çalakiya mertalên zindî ya li Qendîlê bikin.