Piştgirî û serdana çalakiya kon ya ciwanan ku li ser deriyê sînor yê sêmalka hatiye li dar xistin roj bo roj zêde dibe, Hêzên Parestina Cewherî ya navçeya Girkêlegê jî serdana ciwanan kirin û piştgiriya wan kirin.
SÊMALKA – Îro Hêzên Parestina Cewherî ya navçeya Girkêlegê serdana konê çalakiyê yê ciwanên Rojava kirin, çalageran bi çoş û moralekî bilin mêvanên xwe pêşwazî kirin. Piştre ciwanan li bin konê çalakiyê armanca çalakiya xwe bi mêvanên xwe re parvekirin.
Endama Hêzên Parestina Cewherî Xensa Mihemed li ser serdana wan ji konê çiwanan re wiha axifî: Em îro weke hêzên cewherî yên parastina jin me serdana konê ciwanan kiriye û piştgiriya wan dikin, piştgiriya me ji ciwanan re piştgiriya ji bo çar parçeyên Kurdistanê ye.
Her wiha Mistefa Ebas ji axifî û got: Çalakiya ciwanan ku li dijî dagirkeriyê û ji bo pişrgiriya Qendîlê hatiye li darxistin, em jî hatine tevlî vê çalakiya wan bibin û piştgiriya wan bikin. Em bi hêvî ne ku hikûmeta herêma Kurdistan vê siyaseta xwe biguhere û rê li pêşiya ciwanan veke, em weke hêzên cewherî soza xwe dûbare dikin ku emê li dijî hemî kesên ku bixwazin axa me dagirbikin derkevin.