Nerazîbûna welatiyên Îranê li hemberî rewşa xerab a aboriyê her diçe zêde dibe. Bi hezaran kasibkar û şofêr li bajarê Îsfehan yê Îranê daketin qadan û dest bi xwepêşandanê kirin.
https://www.youtube.com/watch?time_continue=43&v=1YWul5GwRVg
NAVENDA NÛÇEYAN – Îro di saetên sibehê de komek şofêran li bajarê Îsfehan yê Îranê kom bûn û li dijî giraniya li Îranê dest xwepêşandanê kirin. Piştre dikan û bazar hatin girtin, xwepêşandan berfireh bû.
Hêzên polîsên Îranê derdora xwepêşandanê kom bûn û hewl dan pêşî li tevlîbûna welatiyan a ji bo xwepêşandanê bigirin.
Xwepêşandêran dirûşmeyên dijî dewleta Îranê gotin û ji bo piştgiriyê bang li gel kirin.
Hêjay gotinê ye ku duh li ser torên civakî banga xwepêşandana li tevahî bajaran li dijî giranî û rewşa xirab a aboriyê li Îranê hatibû kirin.