Çalakiya kon ya ciwanên Rojavayê Kurdistanê ku li ser deriyê sînor yê Sêmalka yê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê û êrîşên li ser Qendîlê hatiye li darxistin dewam dike. Her diçe serdan û piştgiriya ciwanan ji gel, sazî, hêzên leşkerî û ciwanên herêman zêde dibe.
SÊMALKA – Di roja 8 mîn ji çalakiya ciwanan şandeyek erkaxwe parastin li ser asta herêma Cizîrê her wiha ciwanên herêmên koçeratan serdana konê çalakiyê kirin. Şandeyên ku serdana ciwanan kiribûn diyar kirin ku ewê heta dawiyê piştgiriya çalakiya ciwanan bikin û li hember dagirkeriyê erkê xwe yê welatparêziyê pêk bînin.
Ciwanên ” Tilkoçer, Girkêlegê û Çilaxa” ku ev du rojin li bin konê çalakiyê nobet digrin, çalakiyê cor be cor pêk anîn, yek ji van çalakiyan ku ciwanên Tilkoçerê li ser pankartekê nivîsa” Dengê ciwanên Tilkoçerê dighêje Qendîlê, welatê ku tu neparêze tu heq nake li ser axa wî jiyan bike” nivîsandin.
Li gorî ku komîteya amadekar ya çalakiyê pilan kiriye sibe ciwanên fedrasyonê nobeta xwe ya kon digrin.