Piştî ku perwerdeya xwe qedandin 58 ciwan li Hesekê tevlî nava refên YPG’ê bûn û soza parastina ax û gelê Rojava û Bakurê Sûriyê dan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li akademiya şehîd Xebat, dewreya şehîd Ziyad ku ji 58 ciwanan re hatibû vekirin û 45 rojan dewam kir, perwerde bi merasîmeke leîkerî bi dawî bû. Di perwerdê de ciwanan desên bîrdozî û leşkerî birin.
Bi tevlîbûna komek ji şervan û fermandarên YPG’ê, Hêzên Asayîşê, şêniyên Hesekê û malbatên şehîdan merasîm hate bi dawî kirin, bi dawî kirina perwerdê bi deqeke rêz girtin dest pêkir.
Ji fermandarên YPG’ê Delîl Şoreş li merasîmê axivî û got, “Parastina welat ji her kesî tê xwestin. Pêwîste ciwanên ku perwerdeya xwe qedandine li dijî her şêwe êrîşan amade bin.”
Di dawiyê de jî şervanan sonda leşkerî xwendin û berê xwe dan nava refên YPG’ê.