Çalakiya ciwanên Rojavayê Kurdistanê ku di roja xwe ya 9 mîn de ye dewam dike. ciwanên ku çihê xwe di nava sîstema fedrasyona Bakurê Suriyê de digrin tevlî çalakiya kon bûn.
SÊMALKA – Piştî ku ciwanên Girkêlegê, Çilaxa û Tilkoçer nobeta xwe ya li bin konê çalakiyê bi nivîsa “Dengê ciwanên Tilkoçerê dighêje Qendîlê, welatê ku tu neparêze tu heq nake li ser axa wî jiyan bike” û bi resimandina wêneyê Rêber APO bi dawî kirn,ciwanên ku çihê xwe di nava sîstema fedirasyona Bakurê Suriyê de digrin dest bi nobeta xwe kirin.
Ciwanên fedirasyonê di roja yekem ji nobeta xwe pêşbirka pirs û bersiv ji bo ciwanan li dar xist, di pêşbirka ciwana de pirsên li ser dîrok, çand, berxwedanî û ciwantiyê dihatin kirin.
Li gor ku hatiye pilan kirin dê ciwan sînevizyon pêşkeş bikin.