Jinên ciwanên tekoşer ji bo azadîya Rêberê gelan Abdullah Ocelan li Ranya standa pirtûkan danîn.
RANYA – Rêxistina jinên ciwanên tekoşer li dijî tecrîda girankiriya li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan îro li Ranya standa pirtûkan danîn. Standa pirtûkan seatên nîvro hat danîn û heya seatên êvarê berdewam kir. Di standê de li gel parazname û pirtûkên Abdullah Ocelan pirtûkên dirokî, wêjeyî û çandî hat danîn.
Gel û ciwanên Ranya alaqayekî mezîn nîşanê çalakîya jinên ciwan kir. Jinên ciwan li gel kesên ku hatin standê niqaşên derbarê fikir û felsefeya Rêberê gelan Abdullah Ocelan nîqaşan meşandin. Çalakvana bi navê jîna kemal li ser armanca çalakîyê got ” Riya çareseriya Pirsgirêkên Rojhilata Navîn û xeta avabûna yekîtiya netewî di pareznameyan de hatine destnîşan kirin. Pêwîste hemû ciwan û jinên ciwanên Kurd xwe bi parêznameyan perwerde bikin û ji bo azadiya Rêber APO di nav tekoşînê de bin.”
çalakvanan dan diyar kirn ku wê hertim ji bo belavkirina pirtûkên, parêznameyên û fikriyên Rêberê xwe li qadan bin.