Li Efrînê di çalakiyên şervanên YPG/YPJ’ê de herî kêm 9 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
https://www.youtube.com/watch?v=5iq9hDHPdhA
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya YPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku şervanên wan li Efrînê di navbera 29’ê Tîrmeh û 2’ê Tebaxê de li dijî çete û leşkerên dewleta Tirk 3 çalakî lidar xistine.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di çalakiyan de herî kêm 9 çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniyê şervanên YPG/YPJ’ê roja 29’ê Tîrmehê li herêma di navbera gundên Fafirtîn û Birc Heyder yên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrîn’ê wesayîteke leşkerî ya çeteyên Ehrar Şam bûye armanc. Di çalakiyê de wesayîta leşkerî hatiye rûxandin, hejmara kuştî û birîndaran nehatiye tespîtkirin.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku roja 30’ê Tîrmehê hêzên YPG/YPJ’ê li gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Şêrawa bi motoreke bombebarkirî kombûneke çeteyên koma çete ya bi navê Hemze kirin armanc. YPG’ê diyar kir ku di encama çalakiyê de leşkereke artêşa Tirk a dagirker û 4 çete hatine kuştin. Her wiha leşkerek û 2 çete jî brîndar bûne.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku 2’ê Tebaxê şervanên YPG/YPJ’ê li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrawa li dijî wesayîteke leşkerî ya çeteyan kemînek danin. Di encama çalakiyê de leşkereke artêşa Tirk a dagirker û 3 çete hatine kuştin, 2 çete jî birîndar bûne.