Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya li dijî dagirkerên Tirk ên li herema Barzanê weşand. Di çalakiya 30’ê Gulanê de 5 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî dabû: “Hêzên me roja 30’ê Gulanê saet 07:30’î, li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li mintiqeya Girê Xwedê ya li herêma Barzanê çalakiyeke sabotajê kirin.
Di vê çalakiyê de çepera ku leşker lê bûn bi temamî hate rûxandin û bi qasî hate tespîtkirin 5 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.”