Şêniyên Kampa ya Newrozê Rojava ji bo qurbaniyên Qirkirina 3’ê Tebaxa 2014’an bi bîr bînin Li Kampa Newrozê li hev Civîyan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi wesîleya salvegera çaremîn a êrîşên qirkirinê ku weke “Fermana Şengalê” tên binavkirin, Roja 3’ê tebaxe li kampa Newroz a Rojavayê Kurdistanê bi kombuyîna şeniyên kampê û gele Derikê hat bibîr anîn.
Di Bîranînê de Serokê Meclisa Kampa Newroz Saad Kespel Axivî u Got ‘’ Em Roja 3’ê Tebaxê bibîr tînin u bejna xwe hemberî hemû Şehîdên Fermana Şengalê û Şehîdên Kurdistanê ditewînin berî ku Fermana 74. Li ser gelê Şengalê de were parastina Axa Şengalê di destê hezên Peşmerge yên giredayê KDP bun dema ku erişa hovanê ya li ser gelê Ezidxan u Gelê Kurd pêk hat hêzên KDP ji dev Şengalê berdan û revîn. Gerillayên Azadîya Gelê Kurdistanê ji bo Parastina Gelê Ezidxan berê xwe dan Şengale û gelê Şengalê ji zilm u hovîtiya Daiş xilas kirin rê li ber azadî û wekhevîya Şengalê vekirin. Em deyndarên Serok APO u Şagirtên vî ne.
Piştî Ku Serokê Kampa Newroz axaftina xwe bi dawi kir Koma Şehîd Berivan a şanoyê derket platforme û şanoya xwe pêşkeş kirin piştî şano bîranina 3’ê tebaxe bi dirûşmeya ‘’heger em nebin yek emê biçin yek bi yek’’ bi dawi bu.