LI TIRKIYÊ PIRSGIRÊKA DEMOKRASIYÊ û ÇARESERIYA DESTÛRA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK
A- LI TIRKIYÊ DERKETINA HOLÊ YA PIRSGIRÊKA DEMOKRASIYÊ, PÊŞKETIN Û ENCAMÊN WÊ
Pirsgirêka demokrasiyê weke diyardeyeke gerdûnî, kengî di rêveberiya jor a komên qebîleyan de ji hev cudabûn çêbû derket holê. Qebîle di nava xwe de xwedî demokrasiya xwezayî ne. Lewma di civaka qebîleyê de bi cudabûna di rêveberiyê de pirsgirêka demokrasiyê derdikeve holê. Bi gavavêtina ji hiyarerşiyê ber bi dewleta despotîk ve vê pêvajoyê kûr dike. Sîstemên şaristaniyê bi xwe ji aliyê vê pêvajoyê ve diyar dibin. Şaristanî heta bi qonaxa kapîtalîzma li Ewrûpayê li ser civakê xwedî hukmekî bi sînor e. Civak jî potansiyela hêza xwe ya exlaqî û polîtîk diparêze. Şaristaniya Ewrûpayê bi cihêwaziya dayî diyardeyên netewe û dewleta netewe –li gorî kapîtalîzm û îndustriyalîzmê-, civaka exlaqî û polîtîk hûrûkûr parçe dike, hûrûkûr xwe ber nava civakê dide. Yekdestdariya sermayeyê û desthilatdariya îdeolojîk bi vê ketin û çizirîna nava civakê, rê li tehekumekê vedike di dîrokê de hemtayê wê nehatiye dîtin. Modernîte ferd dixe rewşa wî/wê ya herî qels û lawaz. Bi reformên bi sînor hewl dide pêşiyê li têkoşînê bigire. Demokrasiya Ewrûpayê bi reforman hewl dide ferd û civakê li ser piyan bigire. Dewleta huqûqê, maf û azadiyên ferd cewher û çarçoveya vê demokrasiyê pêk tînin. Yekîtiya Ewrûpayê rewşa sîstematîk a vî bingehî îfade dike. Lê ji ber ku ji jor ve sîstema yekdestdar serdestiya xwe dewam dike, sîstema demokratîk a derdikeve holê, ji sîstemeke desthilatdariyê ya gelekî tengkirî û kontrolkirî wêdetir naçe. Pirsgirêka demokrasiyê hebûna xwe dewam
dike.
Klanên Sibîryayê yên xweser ji salên 7000’î B.Z. ve bi pêvajoya helîna qeşayên li qûntara çiyayên Başûrê Sibîryayê re û bi bandora Şoreşa Neolîtîk a bi koka xwe Rojhilata Navînî di salên 4000’î B.Z. de dest bi şoreşa xwe ya neolîtîk dikin. Di salên 2000’î B.Z. de ji hiyarşiyê gav diavêjin şaristaniyê, gav diavêjin dewletê. Şaristaniya pêşî ya navenda wê Çîna îro di salên 1500’î B.Z. de derket ser dika dîrokê. Li dora wê prototîpên ezbetên gelên îro Japon, Korye, Vîetnam, Moxolîstan û Tirkistanê hebûn û timî li dijî wan têdikoşiya. Mirov vê têkoşîna wan a li beramberî şaristaniya Çînê dikare weke demokrasiya xwezayî binirxîne. Di nivîsên dîrokê yên Çînê de cara pêşî bi navê Hûn behsa pêşiyên Tirkan tê kirin. Ji ber ku ezbetên Hûnê bi demokrasiya destpêkê radibûn timî bi şaristaniya Çînê re şer dikirin. Bi hêsanî şaristanî qebûl nedikirin.
Ev ezbet kengî tengav bûn berê xwe dan Rojavayê. Hûnên Rojava di salên 400’î P.Z. de li Ewrûpaya Navîn û heta bi Romayê li qadeke berfireh hebûna xwe dewam kirin. Lê ew jî di nava şaristaniyê de heliyan. Li Rojhilat şaristaniya Çînê, li Rojavayê jî şaristaniya Slavan ew timî asîmîle kirin. Beriya vê pêvajoyê bi dînên Hindû û Manîheîzmê xwestin wan bişkînin, lê şikestina bingehîn bi Îslamiyetê pêk tê. Hê berê di salên 550 û 740’î de ceribandinên dewletavakirinê yên Gokturk û Uygur ji konfederasyonê wêdetir naçin. Pro-Tirkan bi awayekî bingehîn bi Îslamiyetê re gavavêt şaristaniyê. Bi awayekî ciddî têkilîdanîna wan bi Îslamê re û di sedsala 9. de qebûlkirina wan a Îslamiyetê destpêka şaristanîbûna wan e. Pirsgirêkên Tirkîtî û demokratîkbûnê yên bi Qerexaniyan dest pê kirin û heta roja me ya îro dewam kirin bi vê pêvajoya şaristaniyê re ji nêz ve têkildar e. Şaristaniya Tirk-Îslam a Rojhilata Navîn bi giştî bi Selçûk Beg û Begtiya wî tê destpêkirin. Pro-Tirkan berê jî di nava şaristaniyên Rojhilata Navîn de hewl dane xwe nîşan bidin.
Lê baş tê zanîn ku cara pêşî weke girse û ezbetan bi Selçûk Beg û kurên wî li Rojhilata Navîn bi cih bûne. Selçûk Beg
bi xwe wexta gav diavêje Rojhilata Navîn û hewl dide ji xwe re welatekî bibîne bi du ekolên dînî re rûbirû ye: Ew jî Mûsewîtî û Muhammedî bûn. Navên Mûsewî yên li çar kurên xwe kirine, nîşan dide ku di destpêkê de ji Dewleta Tirk a Yehûdî Hazara bi awayekî ciddî bi tesîr bûye. Ji lewra mirov nikare tê derxe, bê ka çiqasî misilman bûye. Mumkîn e ku mirov Tirkîbûnê bi Misilmantiyê ve girê bide. Ji ber ku hê berê, ji bilî Goktirkan ku temenê wan kin e, em li ti şaristaniyeke din a bi navê Tirk rast nayên. Mirov dikare texmîn bike ku ev nav ji aliyê Ereban ve li wan hatiye kirin. Lê divê mirov baş zanibe ku berî serdema milliyetgiriyê dest pê bike, civakan nasnameyên xwe ne bi paşnavên xwe, bi navê dînên xwe diyar dikirin. Hingê yan mirov dibûn Îslam an jî dînekî din. Ji ber ku rastiya civakî welê hatibû avakirin.
Begtiya Selçûkî ji sedsala 11. û pêve hewl dide li ser ezbetên di bin destê xwe de serweriyeke hişk bimeşîne. Ezbet bi dijwarî li ber vê radibin. Li gorî ku di dîrokê de hatiye nivîsandin, ezbetên pêşî yên Oguz-Tirk ên di sala 1071’ê de derbasî Îranê bûn, ji serwerî û serektiya hişk gilî û gazin kirine. Ev girseya pêşî ya li derdora pênc hezarî heye, xelasiya xwe di çûna xwe ya li Îranê de dîtiye. Eşkere ye ku ezbetên derbasî Rojhilata Navîn dibin hê ji destpêkê ve li dijî şaristaniya weke bajarbûn-çînîbûn-dewletbûnê pêk tê bi dijwarî li ber xwe didin. Ev ezbetên qebîleyan ên weke Tirkmen têne binavkirin, şaristanî dixwaze wan bike serf û zilmê li wan dike. Ev ezbetên behsa wan tê kirin, pêşiyên gelên îro ne. Ezbetên arîstokratîk Tirkmen piçûk didîtin û nedixwestin xwe jî weke Tirk bi nav bikin. Li şûna vê zêdetir navnasên weke Ereb û Fars, Şah û Siltantî tercîh dikirin. Tirkî ji bîr kirin. Ji Erebî, Farisî û hemûyan Osmaniyeke şikestî bi kar dianîn. Zuriyet û ezbetên resen ên Tirkîtiyê li cem ezbetên Tirkmenan man.
Eger em vê dîrokçeya kin di çarçoveya pirsgirêka demokrasiyê de şîrove bikin, em dikarin weha bibêjin: Bi gavavêtina Rojhilata Navîn di nava ezbetên Tirk de ji sedsala 11. û pêve di warê çînî de cihêbûneke ciddî pêk tê. Mirov dikare vê pêvajoyê weke destpêka pirsgirêka demokrasiyê qebûl bike. Ezbetên Tirkmenan Siltanê Selçûkî yê dawî Siltan Sencer2 heta mirinê di qefesekê de li cem xwe girtin, ya rastî ev baş rave dike ka çiqasî azadî û jiyana demokratîk ji bo wan bi qîmet e.
Ezbetên Tirk bi Îslamiyetê re dabeşî du komên bingehîn bûn û ev cewherê pirsgirêka demokrasiyê pêk tîne. Arîstokrasî, bi gotineke rastir eskerî, arîstokrasiya dînî û xwediyên erdan di nava dewletê de civiyan û yekdestdariya desthilatdariyê pêk anîn. Xizanên li derveyî sîstemê jî têne hiştin an weke ezbetên berê yên koçer ji zomekê diçin zozanekê ji zozanekê diçin zomekê yan jî weke xizanên bajar û gundan debara xwe bi cotkarî û zenaetkariyê dewam dikin. Di nava tevahiya gelên Rojhilata Navîn de dabeşbûnên bi vî rengî pêk 2 Siltan Sencer: Siltanê Selçûkiyan e. Kurê Melîkşah e. Di sala 1086’an de li Sincarê ji dayik bûye. Di 1157’an de wefat kir. Dema wefat kir 91 salî bû. Li tirba xwe ya bi xwe dabû çêkirin li Mervê hat veşartin. Arîşeya di navbera begên Oguz û Selçûkiyan de mezin bû. Li ser vê, di navbera Oguz û Selçûkiyan de li wilayeta Belxê di sala 1153’an de şer qewimî. Di encama şer de Selçûkî şikestin û têkçûn. Siltan Sencer di şer de êsîr ket destê Oguzan. Lê Oguzan Siltan bi roj datanîn ser textê wî û bi şev jî dibirin dixistin qefeseke hesinî. Siltan xwe li vê ranegirt û berî wefata xwe bi salekê ji vê esareta sê salan dewam kirî reviya.
hatine û rê li ber gelek serhildan û revan vekirine. Dabeşbûnên mezhebî jî bi vê rastiyê ve girêdayî ne. Mezhebê Sunnî weke mezhebê tebeqeya jor fermî dibe. Mezhebên muxalif ên weke Elewîtî, Şîîtî, Îşraqiyûn, Mewlewîtî û Bektaşîtî bi awayekî nîv-veşartî hewl didin hebûna xwe dewam bikin. Di serdema navîn de têkoşînên demokratîk di çarçoveya van fenomenên mezhebî de tê pêşkêşkirin. Hewldan hene demokratîkbûna demê bi van mezheban were pêkanîn. Herweha mirov dikare jiyana qebîleyên koçer jî weke têkoşîna demokratîk binirxîne. Şêweyekî herî rast ê ravekirinê ye ku mirov cewherê berxwedanên tevahiya qebîleyên serdema navîn weke têkoşînên demokratîk şîrove bike.
Eger mirov Îslama fermî weke îdeolojiya yekdestdar şîrove bike, mirov dikare îdeolojiyên mezhebî yê nîvveşartî
jî weke vegotinên demokratîk binirxîne. Ev tevgerên gel ên demokratîk ku heta serê sedsala 19. hatin, bi tehekuma modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn dikevin pêvajoyeke nû. Li aliyekî rejîmên împaratoriyê ku hêzên hegemonîk ên berê ne, bi gavavêtinên dewletdariyên netewe belav dibin, li aliyê din, dewletên netewe yên piçûk ên şûna împaratoriyan digirin pirsgirêka demokrasiyê girantir dikin. Dewletên netewe duqat xerîbketinekê temsîl dikin: Li aliyekî weke desthlatdariya ji şaristaniyên berê mayî xerîbketin, li aliyekî din jî xerîbketina bi rengê dewleta netewe ye ku modernîteya kapîtalîst ferz dike. Yekdestdariya desthilatdariyê ya qat bi qat dikeve serhev, li ser çanda gel rejîmên ku qirkirinê bidin meşandin, pêk tînin. Tirkiye bi sedsala 20. re wê vê pêvajoyê têra xwe bibîne. Tevgera xwe weke Cemiyeta Îttîhad û Teraqî bi nav dike vê rastiyê îfade dike.
Bi tevahî nîşane didin xuyakirin ku Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê prototîpa Partiya Faşîst a Îtalya û Partiya Sosyalîst a Nasyonal a Elmanyayê ya di salên 1920’î de ye. Li gelek welatên ku dereng bûn kapîtalîst, bûyerên bi heman rengî xweber neqewimîn, ev bi pêkhatina hebûna modernîteya kapîtalîst re têkildar e. Di vê de berpirsiyariya bûrjûwaziya burokratîk diyarker e. Ji ber ku ew wer hesab dike ku ji krîza modernîteyê ya kûr dibe, bi tenê dikare xwe bi şerên dijwar ên çînî û qirkirinan bi hêz bike. Herweha di vê de divê mirov para tevgera sosyalîzma pêkhatî jî piçûk nebîne. Ji ber ku hêmanên modernîteya dixwest bibe sîstem, dewleta netewe û îndustriyalîzm weke hedefa bingehîn hilbijartibû. Ne tenê demokrasî, demos, ango gel jî weke çand gihiştiye qonaxa li ber man û nemanê. Mirov dikare demên di wext û navbera herdu Şerên Cîhanê de weke dînbûna hegemonya modernîteya kapîtalîst ji bo ji sedî sed
pêkanîna hersê hêmanên (kapîtalîzm, dewletdariya netewe û îndustriyalîzm) xwe li nava dinyayê, şîrove bike. Li gelek netewe, çand û gelan heta bi nava dilê wan vê dînîtiyê gef xwarin û yên karîbûn keysê lê bînin ji bo jê rizgar bibin xwe zêde mezin kirin û di encamê de jî xwe radestî sîstema serdest kirin. Enternasyonala III. ya ji modernîzmê nebihurî, bereya gel û kedê ya di sala 1930’î de xwest pêşde bibe û ezmûnên bereya antîfaşîst pirr zêde tiştek li demokrasiyê zêde nekirin. Di dema şerê sar ê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn de demokrasiya lîberal û demokrasiya gel a sosyalîzma pêkhatî bi xwe înkara demokrasiyê bûn. Meşandina şerên hegemonyayê bi cîla demokrasiyê bi tenê meseleyeke taktîkî bû. Hilweşîna sosyalîzma pêkhatî, ya rastî hilweşîna lîberalîzmê jî bû. Dinya piştî salên 1990’î bi krîza sîstemê ya avabûnê ku her diçû kûr dibû, diçelqiya, li nav hev diket, pirsgirêka demokrasiyê jî bi tevahiya giraniya xwe diket rojevê. Demokrasiyê li nava tevahiya dinyayê hewl da xwe ji aliyê naverok û şêweyê ve ji nû ve terîf bike û weke modernîteya demokratîk sîstematîze bike.
Di vê pêvajoya çelqiyayî û tevlîhev a dinyayê de Tirkiye li aliyekî bi pirsgirêka man û nemanê re rûbirû bû, li aliyê din jî weke Komar gihişt wê şensê ku destpêkeke nû bike. Mirov dikare şexsiyeta dîrokî ya ev destpêk da kirin Mistefa Kemal Paşa û Komarê weke hebûnên wekhev şîrove bike. Di roja me ya îro de jî analîzkirina van herdu hebûnan hê girîng e. Mistefa Kemal bi xwe diyar dike ku wî fikra komarê weke sirr û razekê veşartiye û roja munasib îlan kiriye. Ya rastî wexta vê dibêje, girîngiya em behsa wê dikin destnîşan dike. “Komar li dijî çi û çawa pêk hat?” pirseke din heye ku weke vê pirsê hînê bersiva wê nehatiye dayîn û hê bê xwedî ye û ew jî ev e, “Komarê çavkaniya xwe ji kîjan gerdûnîbûnan digirt?” Gelo weke peyv demokrasî bû yan jî demokrasî nebû? Eger ne demokrasî bû çima gihişt vê rewşê? Ev pirsên bingehîn in ku divê rast bersiva wan bê dayîn. Di roja me ya îro de ji bo mirov li pirsgirêka demokrasiyê ya tevahiya jiyana li Tirkiyê kilît dike, bi temamî serwext bibe, divê mirov rastiyên di bin van pirsan de ji hev derxe.
Ji bo mirov vê mijarê ji hev derxe û zelal bike, lêkolîna dîroka nêz a Tirkiyê bi serê xwe têrê nake. Weke her welatê li dinyayê, rewşa li Tirkiyê û welatên mîna wê, mirov dikare bi şaristaniya hegemonîk a Ewrûpayê ve têkildar serwext bibe. Di vê demê de sîstema hegemonîk gava xwe ya herî mezin û bi hêz a globalbûnê diavêje. Mirov bûyerên li quncikeke herî dûr diqewimin ji sîstema hegemonîk serbixwe bigire dest, eşkere ye ku wê kêm bimîne. Duyemîn xusûsa girîng ew e, têkiliyên muhtemel ên veguherînên Tirkiyê bi gavavêtinên orjînal ên Ewrûpayê re. Di vir de têgîna kilît Jakobenîzm e. Jakobenîzm bi awayekî herî eşkere di Şoreşa Franseyê de derekt holê û hebûna xwe di tevahiya şoreşên modernîteyê de da hiskirin. Ji lewra em heta li Jakobenîzmê serwext nebin, em nikarin li Jakobenîzm û encamên wê yên li goşeyên din ên dinyayê û nexasim jî li ya li Tirkiyê û encamên wê serwext bibin.
Berê pêşî divê mirov qebûl bike ku Jakobenîzm weke fenomenekê dibe gerdûniya modernîteyê. Ji bo mirovatî ji rêûresma teokratîk a mohra xwe li şaristaniya navendî ya 5.000 salî daye bibihure, Jakobenîzm bi rola navendî rabûye. Ji aliyê çînî ve beşa navîn a dixwaze bibe desthilatdar bûrjûwaziyê temsîl dike. Beşa radîkal a îhtîlalkariya bûrjûwayê ye. Hem îdeolojîk hem çalakî radîkalîzmê îfade dike. Ji bo wan şertên desthilatdariyê yên herî di cih de atmosfera dagirkeriyê ye ku hêzeke biyanî tê hesibandin rê li ber wê vekiribe. Eger atmosfereke eşkere ya dagirkeriyê nebe şensê desthilatdariyê yê bûrjûwaziya Jakoben nîne, yan jî hema bêje tineye. Kengî tevahiya civakê dagirkeriya eşkere weke felaketekê qebûl kir, hingê xwedê daye Jakobenan. Ji bo weke desthilatdariyekê derkevin ser dika dîrokê atmosfer heta dawiyê di cih de ye.
Civak li xelaskarekî digere. Monarşiyên teokratîk ku xwediyên desthilatdariya ji rêûresmê ne, bihêlin ew pêşiyê li dagirkeriyê bigirin, ew ji mêj ve bi rola hevkartiyê rabûne. Ji ber ku ew berjewendiyên xwe bi tenê bi hevkartiyeke xurt a bi hêzên biyanî re dikarin biparêzin. Lewma di nava civakê de cih li wan teng bûye. Ew êdî rewa nayên dîtin. Di rewşeke welê de ji bilî tebeqeya jor a hevkar, beşa helwesta wê ya îdeolojîk û rêxistinî herî di cih de tebeqeya navîn e. Di nava van tebeqeyan de hêza herî baş xwe perwerdekirî û rêxistinkirî jî bûrjûwaziya Jakoben e. Mirov dikare prototîpa Jakobenan di Şoreşên Hollanda û Brîtanyayê de bibîne. Mînak, Crommwell di salên 1640’î de, ango gelekî berî Şoreşa Franseyê, lîderê şoreşa herî mezin a Jakobenên Brîtanyayê ye ku serê qralê xwe firandine. Ya rastî, şoreşa herî mezin a Jakoben a sala 1792’an a li Franseyê pêkhatî nîne, ev şoreşa li Brîtanyayê ye. Franse versiyona duyemîn an jî sêyemîn a vê modelê ye.
Bi awayên cuda be jî mirov dikare Hollandayê weke welatê şoreşa rastî yê lê Jakobenîzm meyiyaye, şîrove bike. Jakobenîzm ne bi tenê bi sedema ku tebeqeya ji rêûresmê ya jor nikare bi rê ve bibe dibe tevgera dehilatdariyê, lê belê di heman demê de bi sedema ku tebeqeya xizanan a herî jêr jî ji aliyê îdeolojîk û rêxistinî ve têra xwe xwe bi gurçûpêç nekiriye. Kengî li hersê welatan şert û mercên bi heman rengî pêk tên, Jakobenîzm bi sloganên herî dijwar ên serxwebûnxwazî, azadîxwazî û wekhevîxwaziyê xwe çeng dike pêş û beşê herî mezin ê civakê bi pêşengiya xwe radike ser piyan. Kêliya nazik û krîtîk, ev kêlî ye ku pirraniya civakê ji bo desthilatdariyê rabûye ser piyan. Ev kêlî di heman demê de ew kêlî ne ku guhertinên herî mezin ji bo pêkhatinê dikevin malzarokê. Her tişt heta bi mejiyê hestî diricife. Ji bo ya nû bizê hewcedarî bi vê ricif û lerzê heye. Ev kêliya krîtîk ji bo Franseyê di Nîsana 1792’an de destpê dike.