Şervanên QSD`ê bejahiya Dêra Zorê bi ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, her wiha ewlehiya tevahiya sînorê di navbera Sûriyê û ıraqê de pêk anîn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê bi pêşveçûna şervanan didome. Hate ragihandin ku QSD’ê tevahiya bejahiya Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.
Şervanên QSD`ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ya ku ji sê aliyan ve li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer dikin, şervanan temamê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Her wiha ewlehiya tevahiya sînorê di navbera Sûriyê û Îraqê de pêk anîn. Bi vê yekê tevahiya Dêrazorê û sînorê Sûriye – Iraqê ji çeteyan hate rizgarkirin.
Qonaxa Duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê di 4`ê Hezîranê de bi serkêşiya QSD`ê ji bo rizgarkirina gundewarên bajarê Dêrazorê û Hesekê careke din dest pê kir.
Di vê çarçoveyê de, yek ji fermandarên QSD`ê Bakoz Hesekê got wan bajaroka El-Deşîşa û tevahî sînorê Sûriye – Iraqê rizgar kirine, heta ku gihan bajarokê El-Baxûz û niha jî temamê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine.
Bakoz di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wan bi sedan çeteyên DAIŞ`ê kuştine û hemû cebilxaneya wan bi dest xistine. Bakoz got şervanên QSD`ê bi rizgarkirina Dêrazorê pir kêfxweş in û moralên wan pir bilind in.
Bakoz tekez kir ku ew ê heta dawiyê û li ku derê dibe bila bibe wê şerê terorîstan bikin. Hemleya rizgarkirina Dêrazorê ji sê aliyan ve dest pê kiribû. Bi vê yekê şervanên QSD`ê 120 km2 bejahiya Dêrazorê rizgar kirin.
Piştî ku Dêrazorê ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin, bi dehan malbatên bajarokê El-Sûs, Hecîn û El-Şefe ber bi herêmên rizgarkirî ve hatin. Her wiha şervanan ew bi kêfxweşî pêşwazî kirin û av û xwarin da wan.