Qralê hevkar ne bi tenê bi tevahiya arîstokrasiya Ewrûpayê re hevkarî kir, di heman demê de bi vî awayî li dijî şoreşa di sala 1789’an de destpêkirî ket nava hewldaneke dijşoreşê û tevî vê jî direviya. Beşa nerm a çîna navîn Jîronden ji
gavavêtinên radîkal xwe dûr nagirin. Kominîstên li herî jêr Babeufî di rewşeke gelekî jar û lawaz de ne. Rewş ji bo Jakobenan heta dawiyê li cih e. Axir di dîrokê de yek ji demên herî mezin ên terorê di van şert û mercan de pêk hatiye. Lîderê Jakobenan Robespierre kengî di Tîrmeha 1794’an de birin giyotînê ev pêvajo bi dawî dibe. Salên 1792-1794’an di heman demê de dema Komara Şoreşger a Yekemîn e. Herçiqasî piştî 1794’an bi demên cuda derbas bibe jî ya lê tê gerîn nîzama nû ye. Ev lêgerîn heta roja me ya îro bi Komara Pêncemîn hatiye, û hê jî dewam dike.
Di analîzkirina Jakobenîzmê de divê mirov hin xalên sereke bi xetên stûr diyar bike. Ya yekê, ne tevgereke hindikayî, tevgereke girseyî ye. Ya dudiyê, herçiqasî sloganên azadîxwazî û wekhevîxwaziyê gelekî bi kar bîne jî ya rastî tevgereke desthilatdariyê ya radîkal a çîna navîn e. Mirov dikare ji vê demê re dema dîktatoriyel jî bibêje. Ya sisiyan, piştî ku bi tevahî talûkeyên hundir û derve ji bo welat û civakê ji holê radibin tevgera Jakoben jî serberjêr diçe. Bi giştî cihê xwe ji hêzên herî rasta xwe re, pirr kêm were dîtin jî ji hêzên çepa xwe re dihêlin. Çawa ku sala 1870’î di Komina Parîs û beriya wê de, sala 1848’an di şoreşên hin welatan de li cem hin tevgerên temenkin hat dîtin. Xusûseke din a girîng ku bi Jakobenîzmê ve girêdayî ew e, çawa ku radibe ser piyan ango dibe desthilatdar xwe nû, tevahî netewe û dewleta netewe îlan dike. Ya rastî ev netewe û dewletdariya netewe, navê şêwe û pîrozbûna nû ye ku dikeve şûna forma civakê ya rêûresmê ekumenîzm, ummetgerî û gerdûniyê. Netewe û dewletdariya netewe ya tê îlankirin dînê nû ye. Li şûna dînê berê weke dînê nû tê fêhmkirin. Ji bo bibe desthilatdar şert e ku civakê weke pîroztiyeke nû ji aliyê şêweyê ve îlan bike. Naxwe wê ummeta berê wê bi ser serî de bîne xwarê. Dewletdariya netewe ya Franseyê gelekî hişk pêk hat, ji ber ku şert û mercên îhtîlalê zêde hatibûn terorîzekirin. Terorîzebûna îhtîlalê yek ji xisletê radîkalîzma çîna navîn e. Li gorî desthilatdariyê carnan ji bo pêkhatinê pêdivî bi dijwarbûn û bêrehmbûnê heye. Dîsa ji ber heman sedeman wexta şensê wê yê bibe desthilatdar namîne bi lez ber bi pasîfîzmê ve diçe. Wexta ku hêviya desthilatdarbûnê namîne, şert û mercên wê qels dibin, beşa herî zû ditepise û bi pirranî xwe teslîmî hêzên li rasta xwe dike dîsa ji nava Jakobenan derdikevin. Beşekî wan ê pirr kêm, radîkal dibe û tevlî kominîstan dibe an jî bi xwe vediguhere tevgera kominîstan. Li Ewrûpayê û paşê di pêvajoya tevahiya şoreşên dinyayê de mirov dikare vê çerxê her bibîne.
Di rewşa berbiçav a Ewrûpayê de xusûseke din a divê were zelalkirin têkiliya faşîzm û Bolşevîzmê bi
Jakobenîzmê re ye. Bêguman Jakobenîzm di sala 1794’an de neqediya, hebûna xwe dewam kir. Bi awayên cuda mohra xwe li tevahiya şoreşên piştî xwe xist. Bi rola bavê du çînên radîkal ên desthilatdarperest û neteweprerest radibe. Neteweperestiya Elman û şêweyê wê yê herî radîkal Nazîzm çiqasî bi koka Jakobenîk bin, neteweperestiya
Rûs û Bolşevîzm jî ewqasî bi koka xwe Jakobenîk in. Kokên faşîzma Îtalyayê bi awayekî eşkeretir digihîjin Jakobenîzmê. Nazîzm û faşîzm (mirov dikare tevahiya şêweyên faşîzmê li vê zêde bike) şêweyê herî terorîstbûyî yê desthilatdariya bûrjûwa ya bûye yekdestdar a Jakobenan, Bolşevîzm (mirov dikare ji bo yên mîna wê hemûyan jî bibêje) jî terorîzma beşên li ser navê tebeqeya jêr bûne desthilatdar îfade dike. Di herduyan de netewe û dewletdariya netewe bi awayekî gelekî zêde hatine avakirin û îfadekirin, lê li ser navê çînên cihê. Lê belê kes nikare înkar bike ku kokeke wan a hevpar a Jakoben heye. Li vir xusûsa girîng a divê were rohnîkirin ew e, Bolşevîk bi rastî çiqasî bûn kominîst. Ez bi xwe yeqîn dikim ku Bolşevîk tevî hemû îdealên xwe bi koka xwe Jakoben in, û bi temamî nebûne kominîst û nikarîbûne xwe di warê kominîstbûnê de veguherînin. Ji ber ku desthilatdarparêz û netewegirên çînî ne, xwe weke dewleta netewe dihûnin, dadimezrînin. Dewleta netewe jî rejîma bingehîn a dewletê ya kapîtalîzmê bû ku li ber radibûn. Dîsa ji ber ku ji îndustriyalîzmê re pêşengiyê dikin bivênevê weke modernîstên radîkal derdikevin holê û ji şoreşê tiştek li pey wan namîne. Di serî de Sosyalîzma pêkhatî ya Yekîtiya Sovyetê û Çînê ezmûn in ku di vî warî de vê rastiyê piştrast dikin.
Têkiliya Jakobenîzmê bi lîberalîzmê re bêhtir eşkere ye. Jakobenîzm bi rola ekola terorîst a şoreşger a lîberalîzmê radibe. Ango bazkê radîkal ê lîberalîzmê ye. Divê mirov li lîberalîzmê weke extepotekî bifikire; ne bi milekî, bi gelek milan tevdigere. Du tevgerên lîberalîzm nagire nava xwe hene, ew jî fikra dinya Katolîk û kominalîstên demokratîk in. Fikra lîberal a awayên cuda yên îdealîzm û materyalîzma objektîv û sûbjektîv a îdeolojiya pozitivîst bi kar
tîne, hegemonya îdeolojîk a analîza wê herî zehmet e. Ji ekolên herî radîkal ên mîna anarşîstan bigirin heta bi tevgerên herî aktuel ên mîna feminîst û ekolojîk ekolên pirr dijber xuya dikin û şêwazên jiyanê di nava modernîteyê de dihelînin. Ev jî piştrast dike ku yek ji çavkaniyên rastî yê hêzê yê kapîtalîzmê hegemonya îdeolojîk a lîberalîzmê ye.
Bi vî awayî pirr baş derdikeve holê, divê mirov çêbûna Tirkiya modern di çarçoveya rastiyên global û Jakobenîk ên kapîtalîzmê de ji hev derxe. Kapîtalîzmê di salên 1870’î de gavavêt qonaxa yekdestdar a emperyalîst. Împaratoriya Osmanî li hemberî vê kapîtalîzmê bi Konferansa Berlînê ya di sala 1878’an de têra xwe ket pêvajoya ji hev belavbûnê. Ekolên dewletdariya netewe ji derve û hundir saziyên kevin ên rêûresmê yên împaratoriyê dihejandin. Tevdîrên reformê di pêşîgirtina li vê rewşê de bi tesîr nedibûn. Hedefa sereke rizgarkirina împaratoriyê bû. Ekola weke Tevgera Jon Tirkan dihat binavkirin, milê ekola bi pêşengiya Mazzînî ya li Ewrûpayê bû û di nava împaratoriyê de xwe nîşan dida. Weke milê neteweperest ê Jakobenîzmê şikil girtibû.
Yek ji van ekolan Îttîhad û Teraqî ye. Mirov dikare wê weke milliyetgiriya Osmanî binirxîne. Xisletên wê yên xweser balê dikişînin. Xisleta wê ya yekê ew e, ekol an jî tevgerek e ku ne di nava civakê de lê belê di nava dewletê de xwe bi rêxistin kiriye. Xisleta wê ya girîng a dudiyê jî ew e, ji destpêkê ve xwe bi şêweyekî neteweperestiya dewletê bi rêxistin kiriye. Xisleta wê ya sisiyê, bi destê dewletê weke bûrjûwa û kapîtalîzm sîstem veguherandiye. Ev hersê xislet, karekterê rastgir ê faşîst ê Jakobenîzma Îttîhad û Teraqiyê eşkere radixe pêş çavan. Tevî ku nazîzma Elman û faşîzma Îtalyayê weke tevgerên girseyî destpê kirine û paşê weke dewletê xwe bi rêxistin kirine jî, Îttîhad û Teraqî bi her tiştê xwe di nava dewletê de pêk hat. Ev jî milliyetgiriya Jakoben a herî paşverû nîşan dide, ya rastî karekterê wê yê faşîst ê ji Jakobeniyê derketiye, diyar dike. Di nava dewletê de bi dewletê re paralel weke dewletekê xwe bi rêxistin dike û ev jî nîşan dide ku rêxistineke bêhempa ye ku kêm mînakên wê têne dîtin. Li gorî dewleta ji rêûresmê, ne derketina dewleteke pêşverû lê belê dewleteke faşîst sembolîze dike. Bi vê rewşa xwe yekemîn e, diyardeyeke mînak
e. Badilhewa nîne ku Hîtler paşê ew ji xwe re weke model hilbijart. Modela pêşî ye ku nîşan dide, dewlet çawa di nava dewletê de pêk tê.
Ya hê balkêştir ew e, bi destê dewletê di nava dewletê de neteweperestiyek ava kiriye. Çar damezrînerên pêşî yên rêxistinê bi koka xwe Tirk nînin. Tevî vê jî hewl didin neteweyeke Pro-Tirk ava bikin. Ev nîşaneyên pêşî yên pirsgirêka demokrasiyê ne ku wê paşê girantir bibe. Netewe û dewleta paralel a ku wan ava kir, ji serî ve hem bi dewleta rêûresmê , hem jî bi rastiyên sosyolojîk re li hev nedikir. Bi temamî li hev hatiye çêkirin û hûnandin. Xisleteke diyar a karektera faşîst bi vî awayî xwe derdixe holê. Cemiyetê di serê sedsala 20. de berê xwe da komîtakariyê. Avakirina komîtayan dihat maneya şerê navxweyî. Di nava dewletê de şerê navxweyî, mirov dikare bi komîtakariya çekdarî ya sala 1906’an bide destpêkirin. Di nava dewletê de pêkhatina şerê navxweyî jî mînakeke gelekî balkêş e, û kêm caran mînakên wê hatine dîtin. Ev gavavêtin wê paşê ji darbekariyê re bibe model, wê rê nede demokrasiyên mîna yên li Rojavayê jî pêk bên.
Weke kakilê ne fermî dewleta fermî bi kar tîne û ev jî tê wê maneyê ku demokratîkbûn bi awayekî pirr giran tê binpêkirin. Ya ji vê jî xirabtir, dewlet ji dewletbûnê tê derxistin. Rengê herî eşkere yê dewletê ew e, fermiyeta wê heye û bi rêzik û pîvanên diyar civakê bi rê ve dibe. Tevî qusûrên wan hemûyan, rêûresma siltanên Osmaniyan a rêvebirina dewletê gelekî diyar bû. Exlaqekî wan ê diyar û di karektera dînî de be jî rêzik û pîvanên wan hebûn. Di kêm rewşan de serî li taktîka bêbextiyê didan, ew jî di encama hin tevgerên şexsî de pêkan bû. Şêwazê rêvebirina hem civakê hem jî dewletê ya Îttîhad û Teraqiyê ji serî heta binî bi bêbextî û darbekariyê bû. Ev rastî derketina ji dewletbûnê îfade dike. Di ketina Şerê Cîhanê yê Yekemîn de jî ev rastî şûtî tazî li ser kar e. Wexta ku mirov hûrûkûr binêre wê bibîne, ya rastî Jakobenîzm bi rêbazên xwe yên herî faşîst û riziyayî dewletê rizgar nake lê wê tesfiye dike. Çetebûna dewletê tê wê maneyê ku dewlet ji holê radibe. Meşrûtiyeta Yekemîn û Duyemîn, tevî hemû niyetên baş, berevajî armancên xwe bi kêra têgihiştineke ne meşrûtiyetkar, dewleteke çetekar an jî bêdewletbûnê hatiye. Çetekariya burokratîk kiriye ku dewleta nû xweziya xwe bi dewleta kevin bîne.
Têkçûna faşîzma Elman a di sala 1945’an de, di sala 1918’an de li ser navê Tirkîtiyê bi serê faşîzma Îttîhad û Teraqiyê de hat. Jixwe nedibû ku bi awayekî din jî bibûya. Dewlet bi çetebûna di nava xwe de ji mêj ve têkçûbû. Di sala 1918’an de li Anatolya û Mezopotamyayê ne bi tenê dewlet, civak jî bi dagirkeriyeke eşkere re rûbirû bûbû. Krîza dewlet û demokrasiyê bi awayekî herî kûr pêk dihat. Li hemberî vê rewşê hêzên civakî û saziyên dewletê yên mayî ji bilî nefsî mudafa ango xweparastinê çareyeke din nedîtibûn. Li beramberî vê tabloyê pêşengtiya Mistefa Kemal eşkere xisleteke Jakoben tîne bîra mirov. Dagirkeriya eşkere gav bi gav pêş dikeve. Elîta rêveber a ji rêûresmê ji zû ve bi hêzên biyanî re ketiye nava hevkariyê. Tevgera kominîst a gelekî zelûl e, pozîsyona wê ya pêşengtiyê nîne. Bi tenê li dawiyê alternatîfek dimîne, ew jî li ser navê çîna navîn a herî zêde radîkal û rêxistinkirî ye û şensê wê heye li ser navê tevahiya civakê bikeve nav tevgerê.
Mistefa Kemal hem weke şexsiyet ji aliyê şêwazê gihiştin û mezinbûnê ve hem jî ji aliyê îrade û serwextbûnê ve li gorî van şert û mercan pêşengek bû, peyda nedibû. Dîsa ji ber ku bi Fransî dizanîbû jêre hêsan dibû ku li Sêyemîn Komara Fransî ya prensîbên Jakobenîzmê qebûlkirî baş serwext bibe. Li komargeriya Jakoben baş serwext bûye. Ji aliyê rêxistiniyê ve jî helwesta wî girîng e. Hem ji ber ku bûye muxalifê rêveberiya Îttîhad û Teraqiyê, hem jî bi sedema bi belavbûna vê rêveberiyê re koma xwe ava kiriye, gelekî bi kêra pêşengtiya Jakobenîk hatiye. Ya di vê rewşê de dimîne bê kirin gavavêtina di warê pêşengtiya pratîkî de ye.
Tê zanîn Mistefa Kemal di sala 1919’an de çawa dest bi pêşengtiya pratîkî kiriye. Li vir pirsa bingehîn a divê were kirin ev e, gelo ji fermandariya dagirkeriyê ya Ingilîz û Siltan Wehdedîn çawa bihurî ye. Bersiva vê pirsê ya ji gelek spekulasyonan re bûye babet, bi gavavêtina peşengtiya pratîkî re girîngiya xwe namîne. Pêvajoya di sala 1920’an de bi îlana Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyê re (TBMM) destpê dike, ya rastî ji dijberiya dagirkeriyê wêdetir şoreşeke civakî îfade dike. Wesf û hedefên meclîsê vê rastiyê piştrast dikin. Xusûsa herî girîng a divê were diyarkirin ew e, di vê şoreşê de hêzên bi rola bingehîn rabûn ne hêzên dewletê yên belavbûyî, hêzên civakî bûn. Eger hêzên civakî destek nedana, saziyên dewletê yên têra xwe têkçûyî û bi nexweşî nikarîbûn tevgera şoreşger bimeşanda. Wer xuya dike ku Mistefa Kemal li vê rewşê gelekî baş serwext bûye û lewma mirov fêhm dike ka çima çavkaniya bi tenê ya rewa meclîsê dibîne. Herçiqasî meclîs têra xwe xurt nebe jî haya xwe ji şert û mercên îhtîlalê heye. Bi pirranî hêzên civakê temsîl dike. Wesfê demokratîk ê meclîsa pêşî eşkere ye. Bi şêweyê xwe yê avabûnê yê dînî, millî û çînî rewşa sînorên Mîsaq-î Millî ya ji xwe re esas dibîne zelal dike. Heta dawiyê li ber dagirkeriyê radibe. Xisleta dînî ya civakê li pêşiya xisleta millî ye. Kurd û Tirkên misilman hêzên bingehîn ên civakî ne. Li beramberî kominîzmê dijmin nîne.
Di şexsê Lenîn de bi Kominîst Enternasyonalê re dost e. Mohra çîna navîn li ser heye. Beşekî girîng ê eşrefan û burokrasiyê ji vê çînê bûn û tevger ji pirsgirêka manûnemanê re weke çare didîtin. Eger em hinekî din berbiçav bikin, em dikarin bibêjin, hêzên li Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyê hatine cem hev bi koka xwe ji çîna navîn in; ji milliyetgirên Tirk ên laîk, ji ummetparêzên Îslamî yên ji eşraf û eşîran pêşengên Tirk û Kurdan, ji tebeqeya jêr sosyalîstên sempatiya wan ji Bolşevîzmê re hene. Herçiqasî pirr diyar û berbiçav nebûbin jî ev ekol û nûner di şertên dagirkeriya eşkere de weke hêzên civakî ketine nav tevgerê. Erê gelekî li ber da û pirr pê mijûl bû, lê pêşengtiya Mistefa Kemal hat qebûl kirin. Bi vî awayî di senger û mewziyan de bi cihkirina hêzên civakî rê li pêşiya dagirkeriya eşkere girtiye. Dema navbera salên 1920-1922 pêvajoya şoreşekê ye ku aliyên wê yê şîddet û eskerî xwedî giraniya ne. Weke pêvajoyeke Jakobenîk serketî derbas bûye. Ji aliyê demokratîkbûnê ve vê demê firsendeke girîng afirandiye. Bi îlana komarê di sala 1923’an de vê firsendê dewam kiriye. Lê belê bi Destûra sala 1924’an ji Destûra 1921’ê gelekî paşve çûne.
Bi hilbijartinên di sala 1923’an de pirrdengiya li Meclîsa Millet a Mezin Tirkiyê hat tepisandin, di sala 1925’an de bi bahaneya isyanê Kurd li derve hatin hiştin û bi vî awayî ev firsenda dîrokî hatiye berevajîkirin, sîstemeke hegemonîk a tek partî hatiye tercîhkirin. Hînê jî rojeveke girîng a guftûgoyê ye; çawa û çima ketin vê pêvajoyê. Lê axir di Çileya sala 1921’ê de bi bêbextiyekê kuştina lîderê Partiya Kominîst a Tirkiyê PKT’ê Mistefa Suphî û kadroyên pêşeng ên partiyê, di sala 1923’an de mişextkirina du şexsiyetên girîng ên tevgera Îslamî Saîd-î Nûrsî û Mehmet Akîf, sedem û hêzên li pişt wê çi dibin bila bibin di sala 1925’an de provakasyon û komployên di isyana Kurd de, eşkere
piştrast dikin ku hevgirtina demokratîk têkçûye û pêvajoya hegemonîk esas hatiye qebûlkirin. Eger mirov di nirxandina pêvajoya hegemonîk de Mistefa Kemal berpirsiyar bibîne, wê ev bihêle ku mirov sedemên esasî piştguh bike. Mistefa Kemal di pêşîgirtina li dagirkeriyê û îlana komarê de têra xwe bi rola xwe ya dîrokî rabûye. Lê nikarîbûye hevgirtina demokratîk a Komarê biparêze û pêşî li xirabûna wê bigire. Di vê de sedemên derve û hundir ji rola şexsan zêdetir bi bandor bûne. Li hundir ên Isyana Kurd proveke kirin û hevkarên seltenatê, ji bo Kurd li derve bêne hiştin bi roleke girîng rabûne. Ma ne Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyê di sala 1922’an de bi dengdaneke bi dizî li beramberî 63 dengên dijber bi 373 dengan biryara damezrandina meclîsek e ku xwe bisipêre otonomiyê, ji bo Kurdan qebûl kiribû. Mistefa Kemal bi xwe serê sala 1924’an di beyanatên xwe de ji bo Kurdan projeyên xwe yên çareseriyê yên bi awayekî bêne maneya xweseriya demokratîk anîbûn ziman.
Lidervehiştina Kurdan, ji biryareke kokqelandina etnîk a Mistefa Kemal bi zanebûn kirî wêdetir, bi provakasyonên Brîtanyayê bi alîgirên seltenetê re li ser Mûsil-Kerkûkê kirî ye. Tevî ku Mûsil-Kerkûk di nava sînorên Mîsaq-î Millî de bûn xwestin wan li derve bihêlin û ji bo vê jî provokasyon pêkanîn. Ango bi awayekî eşkere ev hatiye kirin: Di berdêla Mûsil û Kerkûkê de li ser peyameneke tesfiyeyê li hev kirine. Çawa ku heman tişt li ser Rûm û Ermaniyan jî kirin. Komarê li dijî Brîtanyayê şerê serxwebûnê meşand û çawa çêbû ku komarê bi tawîzên dan Împaratoriya Brîtanyayê Kurd li derveyî sîstemê hiştin? Ev ji şaşiyeke dîrokî wêdetir bi tercîhekê re têkildar e. Difikirin ku pêdivî bi hevgirtina bi Kurdan re nemaye. Herweha fikarên wan hene ku Ingilîz destekê bidin Kurdan. Lihevkirina wan dişibe peymana bi Yewnan, Rûs û Fransiyan re kirî. Di vê rewşê de mirov dikare bibêje, Komarê di gavên pêşî yên damezrandina xwe de yek ji gavên girîng ên antîdemokratîk di mijara Kurdan de avêtiye. Encam, heta roja me ya îro êş û elemên mezin, zirar û ziyana maddî ye, û kiriye ku Komar timî bi awayekî antîdemokratîk biçilmise.
(SIBE DEWAM DIKE)