Xirabûna hevgirtina bi ummeta Îslamî re duyemîn gava girîng a antîdemokratîk bû. Herçiqasî di bin navê laîkgiriyê de li dijî ummeta Îslamî kampanyayeke îdeolojîk û pratîk were meşandin û pirsgirêk bi şêweyê pêşverûtî-paşverûtî were pêşkêşkirin jî ya pêk tê tercîha hegemonîk a sîstemê ye. Girse û têgihiştina ummeta Îslamî ji aliyê civakî ve xwedî giranî ye. Wê dixin bin hegemonya xwe. Ev pêngaveke antîdemokratîk a modernîteya kapîtalîst e. Jixwe ketine nava modernîteya kapîtalîst. Di vê de, di serî de Împaratoriya Brîtanyayê rola hêzên sereke yên hegemonîk ên Ewrûpayê girîng e. Li ser erêkirina wan jî ev tercîh hatiye kirin. Ji hundir û derve ve weke armanceke stratejîk xwestin Komara Tirkiyê ya nû ji ummeta Îslamî qut bikin û di vê çarçoveyê de tevgeriyan û li gorî vê tercîha xwe kirin.
Hewl dan nûnerên beşên emeleyan jî hê ji destpêkê ve li derveyî sîstemê bihêlin. Ne bi tenê kuştina Mistefa Suphî û hevalên wî, hertim qedexekirin û girtina wan, ji tercîha sîstemê ya li derve hiştinê pêk dihat. Em behsa hegemonyayeke bûrjûwa dikin ku dixwaze xwe di bin bazkên parêzvan ên Komarê de pêk bîne. Hevgirtiyên xwe yên stratejîk bi kar anîne û bi vî awayî ji modernîteya kapîtalîst destûr wergirtiye ku di bin hegemonya wê de bibe desthilatdar. Wexta ku hê nû komar tê îlankirin bi Kongreya Îqtîsadê ya Îzmîrê kapîtalîzmê tercîha xwe eşkere nîşan daye, bi şoreşên medenî modernîteyê tercîha xwe daniye holê. Em li vir behsa dewleteke nû dikin ku hevgirtiyên xwe avêtine derveyî sîstemê û bi awayekî eşkere helwesta xwe li cem şaristaniya Rojava nîşan daye. Di vê de ji şexsiyeta Mistefa Kemal wêdetir têgînên dema avabûnê û konjonkturel diyarker in. Ji bo Komara hatibû îlankirin li ser piyan bigirin diviyabû dostaniya Împaratoriya Brîtanyayê bikin. Herçiqasî bi rêveberiya li Moskovê re peymaneke dostaniyê hebe jî dostaniya bingehîn divê bi bereya Brîtanyayê re pêk bê.
Vê rastiyê mohra xwe li polîtîka derve ya Mistefa Kemal daye. Wexta ku mirov rastiya Mistefa Kemal tîne ber çavê xwe, zehmet nîne ku fêhm bike çi diqewime. Eşkere divê mirov bibêje, ji bo Komar li ser piyan bê hiştin pêdivî bi lihevkirina bi Împaratoriya Brîtanyayê re heye û ev jî tê kirin. Mirov dikare behsa pêkhatineke siyasî bike ku bi temamî bi polîtîkayên wê demê yên Brîtanyayê re li hev dike. Destûr hatiye dayîn ku Komar bibe dewleteke netewe û di berdêla vê de jî Kurd, Îslamî û Sosyalîst li derve hatine hiştin. Eger bi polîtîkaya Brîtanyayê re lihevhatin nebûya, Komarê nikarîbû hevgirtiyên xwe yên bingehîn paşguh bikirana. Di tercîhkirina dewleta netewe de çûyîna demê ber bi rejîmên konjonkturel, otorîter û faşîst ve bi bandor bûye. Nexasim piştî salên 1930’î ev tercîh bêhtir diyar e. Komar demeke dirêj tercîha xwe bi awayekî eşkere ji bo şaristaniya Rojava dike. Tercîha Sovyetê û ji nû ve vegera li şaristaniya Îslamê ti carî neanîne rojevê.
Di Komara Tirkiyê de hewl dan dewleta netewe bi milliyetperestiyeke gelekî dijwar bimeşînin û ev jî ji her cure gavavêtinên demokratîk girîngtir hat dîtin. Çawa ku yeqîn tê kirin, Mistefa Kemal di vê ezmûnê de li herî pêş nîne. Tecrûbeya wî ya sala 1930’î ya Firqeya Serbest û eleqedariya wî ya hûrûkûr der barê Sumer û Hîtîtan de nîşan didin ku lêgerîna wî ya welatparêziyeke demokratîk û ne nijadperest a xwe disipêre dewlemendiya çanda Anatolyayê heye. Bernameya dewletdariya netewe bi zêdegaviyên xwe hemûyan û bi lez hat meşandin û ev bi hêza Îttîhatgirên ji rêûresmê re têkildar e. Hema hema ji bilî Mistefa Kemal ê bi vê rêûresmê re têbikoşe nîne. Berevajî vê, di serî de Îsmet Înonu, Fevzî Çakmak û Kazim Karabekir, beşekî mezin ê burokrasiya sivîl û eskerî yên giregir bi koka xwe ji Îttîhat û Teraqiyê bûn û hê jî gelekî zêde bi vê rêûresmê ve girêdayî bûn. Cudahî bi tenê ew bû, alîgiriya Elman cihê xwe bi alîgiriya Ingilîz guherî bû.Bûyerên piştî hewldana reşkujiya li Îzmîrê qewimîn nîşan didin ku bi temamî dor li Mistefa Kemal hatiye girtin. Mistefa Kemalê piştî salên 1926-1927’an bi temamî di nava çerxên burokrasiyê de li Çankayayê asê maye. Wexta ku em dibêjin ne hukmê şexsan, ê konjonkturê li ser kar e, girîngiya vê rastiyê tê
destnîşankirin. Divê mirov bi girîngî ji bîr neke ku di vê pêvajoyê de Tevgera Siyonîst a bi Împaratoriya Brîtanyayê ve girêdayî heta sala 1947’an damezrandina Îsraîlê ji Cihûyan re Tirkiyeya nû weke welat pêşniyar dikir.
Bi kurtî, dema Komarê ya heta bi mirina Mistefa Kemal Atatirk bi îdeolojiya dewletdar a netewe ya radîkal û hişk a rêûresma Îttîhatgir û kirinên wan ên antîdemokratîk û pêkhatineke hegemonîk çêbûye. Tevî ku kapîtalîzma dewletê û îndustriyalîzm li pêş hatin girtin jî dîsa pêşketina wan bi sînor pêk hat. Modernîteya kapîtalîst a jêre şaristaniya Rojava ya hemdem tê gotin, karîbû hegemonya xwe bi tenê di bin rejîmeke otorîter a yek partî de bimeşîne. Pirsgirêka demokrasiyê têra xwe giran bûye, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi mezinbûna hêza nû ya hegemonîk a sîstemê ango Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ve girêdayî Partiya Demokrat (DP) di salên 1945-50’î de gav avêt û gelekî pêşde çû. Bi Partiya Demokrat re beşek ji eşrafên Îslamgir li sîstemê zêde bûn. Bûyera jêre tê gotin di laîktiyê de paşveçûyîn heye ya rastî kêmbûna para kurtêlan a bûrjûwaziya burokratîk di nava dewletê de ye. Şer ji bo kurtêlan bi navê laîktiyê tê kirin.
Çepgiriya hatiye tepisandin jî dixwaze di vê dema nû de bilive. Tevgera Kurd gavên gelekî piçûk diavêje. Sê tevgerên demokratîk ên ku faşîzma Îttîhatgir ew tepisandine, hewl didin yek bi yek bi ser xwe ve bên, ha di vê demê de Komara Tirkiyê ya di bin hegemonya DYE’yê de ketiye NATO’yê ji bin bazkên Ingilistanê dikeve bin bazkên DYE’yê. DYE vê hîmaye û parastinê bi teşkîlata Gladio dike. Di navbera salên 1950-2007’an de tevahiya avahiya eskerî-siyasî di bin destê Gladio de dixebite. Ji aliyê pirsgirêka demokratîk ve gelekî girîng e ku mirov fêhm bike, ji bilî dema Jakobenîk a salên 1920-22’an tevahiya pêvajoyê di kontrola modernîteya kapîtalîst de meşiya. Serxwebûn utopyayeke bûrjûwaziya piçûk e, lê rastiyê îfade nake. Sîstemek e ku modernîteya kapîtalîst têde hegemonya xwe ya dinyayê avakirî, ti welat û dewlet nikare serbixwe bibe.
Komara Tirkiyê ji ber xisletên xweser ên Anatolyayê ew dewlet e ku di tora sîstemê de tê hiştin û pêve
girêdayî ye. Teşkîlata Gladio ya piştî şerê sar girîngiya wê nema, bi sedema PKKê heta sala 2007’an li Tirkiyê bandora xwe dewam kir. Li Tirkiyê Gladio’ya NATO’yê ya di bin navên cûrbicûr de xebatan dimeşîne, bi awayekî bûrjûwazî jî şens nade demokrasiyê. Komara Tirkiyê di navbera salên 1925-1990’î de, heta jihevbelavbûna Sovyetê bi roleke antî-Sovyetîk rabû, lê piştî salên 1990’î di modernkirina rêûresma Îslamî de xwestin weke welatekî model bi kar bînin. Di evqasî bikaranîna Komara Tirkiyê de roleke mezin a avahiya komîtakardarbekar a di nava dewletê de heye. Li dijî hev bikaranîna klîkên cûrbicûr vê firsendê diafirîne. Şerê çeteyan di nava dewletê de ji yeqînan jî wêdetir pirsgirêkên civakî giran dike. Ew tevgereke demokratîk a muhtemel weke tinebûna xwe dibîne, lewma liveke herî piçûk a demokratîk jî dipelixîne.
Komara Tirkiyê ji bo şaristaniya Rojava tê çi maneyê. Komara Tirkiyê di warê ewlekariyê de bi kêra wan tê û di warê ekonomiyê de jî bazar û hêza erzan a kar pêşkêş dike. Rola Tirkiyê ji bo Rojava bi vê bi sînor e. Têkoşîna PKKê li dijî Komara Tirkiyê bi tenê ev polîtîkayên sîstemê dernexistin holê, wê herweha nakokiya PKKê ya bi sîstemê re jî piştrast kir. Dîsa hat fêhmkirin ku ji hev cihêkirina Kurd û Tirkan armanc nîne. Derxist holê ku li Tirkiyê di têkoşîna rastî ya demokrasiyê de cara pêşî rastiyên sîstema serdest hatin deşîfrekirin û bi vî awayî têkoşîna demokratîk rengekî radîkal girt. Gelekî girîng e ku mirov fêhm bike, şerê PKKê ne bi Komarê re, bi antîdemokratîzma wê re ye. Li dijî dewletdariya netewe derketina ji tengeva dewletdariyeke netewe tê maneya gavavêtinên hevgirtî yên demokratîkbûnê. Ev jî tê wê maneyê ku pirsgirêka demokrasiyê ya giranbûyî dikeve pêvajoya çareseriyê. Weke encam mirov dikare bibêje, pirsgirêkên ezbetên Oguzan ên di serê sedsala 11. de zêde bûn bi Îslamiyetê xwestin çareser bikin û ev destpêka pirsgirêkên demokratîkbûna Komara Tirkiyê ya îro pêk tînin. Hiyarerşiya jor a ezbetan bû dewlet û bi vî awayî hewl da pirsgirêkên xwe çareser bike, beşa jêr a xizan jî di bin navê Tirkmen de li Rojhilata Navîn belav bû û hewl da bi demokrasiya destpêkê û xwezayê jiyana xwe dewam bike. Xisletên etnîk ên tebeqeya jor di nava çanda Ereb û Fars de heliyan, lê ezbetên Tirkmen xisletên xwe yên etnîk heta roja me ya îro anîn. Arîstokrasiya ezbetan weke rêveberên dewletan û fermandarên eskerî di nava şaristaniya navendî de cih girtin, Tirkmen jî bi giranî bi jiyana xwe ya koçeriyê ya berê ketin nava jiyana nîv-bicîhwarbûyî. Bi pirranî bi gelên cîhwarbûyî pev keliyan. Çi di dema Selçûkî û Atabegan de, çi jî di dema Osmaniyan de rejîm bi şêweyê şaristaniya hevpar a arîstokrasiya feodal pêşde çû û ji aliyê gelan ve jî rewşa di nava hev de bi awayekî xwezayî dewam kir.
Herçiqasî di navbera pêşiyên Kurd û Tirkên îro de hin nakokî çêbûbin jî hay jê hebûn ku têkiliya stratejîk xwedî roleke heyatî ye. Em dibînin ku hê ji sedsala 11. ve di vekirina deriyên Anatolyayê li ezbetên Oguz û li dijî artêşên Xaçperestan de herdu gel di nav tevgereke stratejîk de bûn. Ev têkiliyên stratejîk ên qewmî yên ji begtiyên Kurd û Tirk bihurîn, ne bi tenê bi dijberiya Împaratoriya Bîzansê ma, ne tenê li dijî seferên Xaçperestan bi sînor bû, li dijî siltantiyên Ereb û Fars, şahtî û mîrtiyên wan jî hebûna xwe dewam kir. Yekem car di dema Selçûkiyan de Eyaleta Kurdistanê hat pêkanîn û ev jî vê rastiyê piştrast dike. Di dema Xanedaniya Eyûbî ya Kurd de ya balkêş ew e, ev têkilî hebûna xwe di dema Artûkogullari, Qereqoyûnlûler û Aqkoyûnlûleran de jî didomîne. Împaratoriya Osmanî di dema belavbûna xwe ya ber bi Îran, Erebistan û Qefqasan de ji pirsgirêkên pêre rûbirû bû, di encama hewldanên dûrûdirêj ên Îdrîs-î Bedlîsî de bi yekîtiya bi begtiyên Kurd re pêkanî, bihurî. Împaratorî du qat zêdetir mezin dibe. Hevgirtina stratejîk di vê demê debêhtir eşkere ye. Kurd û Tirk weke qewm bûne kakilên sereke yên Împaratoriyê. Asîmîlasyona xwezayî ya di navbera herdu civakan de wekhevbûnek pêk aniye û xisletên çandî yên hevpar gelekî çêbûne. Tirkmenên bi koka xwe Kurd, û Kurdên bi koka xwe Tirkmen zêde bûne.
Modernîteya Ewrûpayê ya di serê sedsala 19. de bi Napolyon veguherî pêngaveke stratejîk ket nava çanda Rojhilata Navîn; mêtingerî û dagirkeriya wê ya her çû pêş ket balansên heyî ji binî ve hejandin û dane guhertinê. Çand û jiyana modernîteya kapîtalîst ku li cem gelên Xirîstiyan zûtir pêş ket, meylên dewletdariya netewe sor kiriye. Modernîteya sedsala 19. û 20. çanda Rojhilata Navîn a xwedî yekparebûneke hezar salan bi hêmanên dewleta netewe parçe kir û rê vekir ku ber bi alozî, krîz û şeran ve biçe. Împaratoriya Osmanî bi vê projeya dewleta netewe ya modernîteya Rojava hatiye parçekirin û hilweşandin. Cemiyeta Îttîhad û Teraqî ku ji bo di nava dewletê de paralel dewletê pêk bîne xwe li komîtakariyê rakişand, di sala 1906’an de gav avêt qonaxa komîtakariya çekdarî û bi vî awayî krîza dewletê kûrtir kir. Li ser navê rawestandina meyla modernîteyê ya dewleta netewe berê xwe daye avakirina
neteweperestiyeke herî paşverû, faşîst û şoven. Ekola Tirkîtiyê ya pirranî ji yên ne Tirk pêkhatî, çi di hilweşîna împaratoriyê de, çi di derbasbûna pêvajoya bi êş a Komarê de, çi jî di antî-demokratîkbûn û xetimînê de bi rola diyarker rabûye. Bi qasî dewletên netewe yên hevrik ên parçebûn pêk anîne û rê li ber xetimînê vekirine, diyarker û rolgir bû.
Sazî, têgîn û teoriyên Komara Franse ya Sêyemîn a Mistefa Kemal ji xwe re weke model hilbijart di sala 1919-1922’an de (ji aliyekî ve li dijî dagirkeriya biyanî ya zêde dibû, ji aliyekî din ve jî li dijî hevkartiya seltenetê) bi şoreşa Jakobenîk bi cih hatin anîn û bi sînor be jî di krîza dewletê de rê li çareseriyê vekirin. Krîza komîtekariya Îttîhad û Teraqiyê kûr kir Împaratoriya Osmanî bir parçebûn û hilweşînê û li ser xirbeyên wê Komara Tirkiyê hat avakirin. Beşek ji pirsgirêka dewletê hat çareserkirin, lê pirsgirêkên civakî kûrtir bûn. Projeya Komarê projeyeke modernîteyê bû. Hêzên hegemonîk ên Rojava ev proje li Lozanê erê kirin û hewl dan bi cih bînin. Şoreşa Jakoben di sala 1920-1922’an de dibû ku bi tenê ji krîza dewletê bi komarê nebihurîbûna û bi vê bi sînor nemana. Heke hêzên hevgirtî ango milliyetgirên Tirk, sosyalîst, ummetgirên Îslamê û nûnerên civaka Kurd bi provakasyon û komployeke hê jî naveroka wê ya rastî nayê zanîn li derve nehatibûna hiştin, komar dikarîbû bi hêsanî ber bi demokrasiyê ve biberidiya. Ma ne serketin bi hevgirtina van hêzan pêk hatibû. Lidervehiştina bi provakasyon û komployan mirov bi Mistefa Kemal ve girê nede ji bo analîzeke rast girîng e. Ji ber ku li dijî Mistefa Kemal jî komplo, reşkujî û provakasyonên ciddî hatibûn pêkanîn. Di vê de para kadroyên Îttîhadgir ên dor li Mistefa Kemal girtine, diyarker e. CHP weke nav guheriye, lê bi xwe şêweyê nû yê Partiya Îttîhad û Teraqiyê ye. Mistefa Kemal di sala 1930’î de bi Firqeya Serbest hewl da yekdestdariya CHPê bişkîne, lê bi ser neket. Piştî 1935’an bername û rêziknameya CHPê bi
awayekî eşkere Partiya Faşîst a Îtalyayê weke model qebûl kir û Atatirk nerazîbûna xwe ji vê yekê bi awayekî eşkere nîşan da.
Divê mirov bi girîngî bîne ziman ku piştî sala 1926’an ne giraniya şexsî ya Atatirk, ya kadroyên Îttîhadgir heye, ji ber ku ew gav bi gav Komarê dixin destê xwe û li ser bingehê dewletdariya netewe hewl didin zêhniyeta faşîstkirinê bi sazî bikin. Bi awayekî pirr eşkere Atatirk dixwest artêşê li derveyî siyasetê bihêle û dewleta bi qanûnan dimeşe ava bike. Herweha pêkhatineke li ser esasên çîn û zumreyan red dikir, li dijî derve helwesta serxwebûnê û siyaseta azadiyê diparast, lê kadroyên dor li wî girtibûn bi polîtîkayên îmtiyaz û komployan ew pûç kirin û hewl dan vê siyasetê bi darbeyan heta roja me ya îro bimeşînin. Li vir a behsa wê tê kirin ew e, Îttîhadgir bi darbeyên nava qesrê, bi komplo û darbeyan dewlet ji dewletbûnê derxistin, xwe li bidestxistina dewletê rakişandin û hewl dan li ser civakê rêûresma rêveberiya despotîk bidomînin. Li hemberî vê, ji bo dewlet bi rastî bi xisletên dewletê dewam bike têkoşînên gelekî girîng hene. Avakirina Komarê ji aliyê Mistefa Kemal ve yek ji van hewldanên sereke ye.
Di pêvajoya modernîteya Rojava de ev herdu têgihiştinên xwe li hev rakişandin hertim dewlet di nava krîzê de hiştin, civak xistin nav pirsgirêkên giran û li bicihanîna demokratîzmeke hevgirtî pêşî girtin. Komar nikarîbûye nebe deriyê kurtêlxuriya yekdestdariyên olîgarşîk, xwediyên îmtiyazan û darbekaran, nikarîbû bibe dewleteke rastî ya huqûqê, ya civakî û demokratîk. Bêguman sedema vê ya bingehîn jî ew bû ku konsensusa demokratîk a civakî ya di serê sala 1920’an de hatibû damezrandin hatibû tesfiyekirin û hewldanên hegemonîk ên yekdestdariyên olîgarşîk, xwedî îmtiyaz û darbekaran bû. Şerê di nava dewletê de hatiye kirin têkiliya xwe bi têgînên dewleta huqûqê, civakî, laîk û demokratîk re tineye, ji bo bidestxistina kurtêlxuriya zêde ya desthlatdariyê ye.
Em vê pêvajoyê tevahiya dîroka Komarê dikarin dabeşî sê dewran bikin. Dewra yekemîn dema navbera salên 1926-1950’î ye; mirov dikare vê demê weke dema olîgarşiya burokratîk otorîter a tek partiyê karekterîze bike. Dewra duyemîn dema navbera salên 1950-1980’î ye; xwediyên erdan, bûrjûwaziya bazirgan û pîşesazên xwe disipêrin derve dixwazin bibin hevparê olîgarşiya burokratîk, ji bo kurtêlên dewletê ji nû ve parve bikin di vê demê de gelekî dijwar xwe li hev rakişandine, li dijberî hev darbe pêkanîne. Dewra sêyemîn dema navbera salên 1980-2010’an e; bi awayekî yekser mudaxeleya kapîtala fînansê ya global a kurtêlên dewletê vê pêvajoyê diyar dike. Xisleta hevpar a van hersê deman ew e, dewlet û yekdestdariyên kapîtal ên taybet ku bi pêş dikevin rêveberiyên hişk ên olîgarşîk li ser civakê û beşên gel ava kirin, lewma ev pêvajo bi gelek pevçûnên sendîka û partiyên armanca wan bidestxistina dewletê bû, derbas bû. Hêza hegemonîk a vê pêvajoyê ji derve kontrol dike ji 1925an heta bi salên 1945’an bi awayekî
bingehîn Împaratoriya Brîtanyayê ye, û di dema 1945-2010’an de jî DYE ye. Ji salên 1950’î ve jî qismî YE, IMF û Bankeya Cîhanê, bûn hevparê pêvajoyê. Gladio’ya NATO’yê rêveberê esas e. Hêzên hevgirtî yên di demazrandina Komarê de cih girtin jî li dijî hegemonyadariya wan hedef digire bi awayekî xwezayî timî di pozîsyona berxwedanê de man. Herçiqasî tevahiya hersê deman ji hev belav bin û ji hev qut bin jî em hem berxwedana wan dibînin û hem jî dibînin ka çawa bi ser sîstemê ve dibin. Rûsya Sovyetê, sosyalîst û kominîstên bi ser wê ve di dema damezrandinê de bi bandor bûn, lê yên pêşî ji hêza hegemonîk derb xwarin, kirin qurban û tepisandin dîsa ew bi xwe bûn. Pêvajoya îmhayê ya bi tevkujiya Mistefa Suphiyan destpê kir, di sala 1927’an de bi tevqîfata Partiya Kominîst, girtina Hîkmet Kivilcimli û Nazim Hîkmet kûrtir bûye. Piştî salên 1950’î zordestî û tevqîfat ji bo ketina NATO’yê weke sedem hatin
zêdekirin. Ji bo ji nû ve bi ser xwe ve bên û gavên demokratîk geş bikin, sosyalîstan Darbeya Burokratîk a 27’ê Gulana 1960’î weke firsend qebûl kirin, lê bi darbeya 12’ê Adara 1971’ê dubare hatin tepisandin. Herçiqasî hewl dan berxwedana xwe heta sala 1980’î dewam bikin jî bi darbeya 1980’î pişta wan hat şikandin û heta roja me ya îro careke din bi ti awayî bi ser xwe ve nehatin. Hînê jî weke demokrasiya radîkal nikarîbûne xwe weke avahiyeke pirrdengî/pirrrengî û yekbûyî bi rêxistin bikin ango bi awayekî belav, bêberpirsiyarî û gelekî lawaz hewl didin hebûna xwe dewam bikin. Li gorî potansiyela wan wezîfeya wan e ku gavên demokratîkbûn û çalakbûnê biavêjin.
Ummetgirên Îslamî ku li darbe, tevqîfat û mişextkirinên bi heman rengî rast hatin, kêm li ber xwe dan, lê di nava xwe de hêrs û nerazîbûn kom kirine. Di salên navbera 1923-50’î de berxwedana rewşenbîrî ya di şexsê Mehmed Akîf, Saîd-î Nûrsî û Necîp Fazil de hewldanên modernbûna Îslamiyetê ne. Bi awayekî ji biratiya Misilman a Tirkiyê û ji şîroveya ji nû ve ya berxwedana Îslamî re pêşengî hatiye kirin. Di navbera salên 1950- 1980’î de hem li hundir hem jî li derve bi hin hêzên hegemonîk ên serdest re têkiliyên xwe pêşde birin û bi vî awayî li ser kurtêlên desthilatdariyê ango dewletê bûn hevpar û bi rêya kapîtalîzma taybet jî ketin pêvajoya yekdestdarbûna sermayeyê. Tevgera Erbakan tevgereke tîpîk a Îslamî ya demê ye. Berjewendî û hesretên ji bo nûneriya desthilatdariyê ya gelek ekolên heyî îfade dike. Tevgera Saîd-î Nûrsî ya weke Nûrcîtî dewam dike hê di binî re û ji çend milan ve dimeşe. Li piştperdeya dîrokî, li pişt hemûyan Neqşîbendîtiya sedsala 19. heye. Tevî ku bi xwe re sîstemeke bi sînor a demokratîk pêşde biribin jî nikarîne bibin xwediyê helwesteke demokratîk a sîstematîk û hevgirtî. Herçiqasî salên 1980-2010’an di şexsê Turgut Ozal de banekî xwe di binî de biparêzin dîtibin jî di pêvajoya desthilatdarîbûn û sermayedarîbûnê de timî ji aliyê olîgarşiya burokratîk ve gef li wan hat xwarin. Nexasim têkiliyên bi DYE, YE, IMF, Bankeya Cîhanê û hin derdorên
sermayeyê yên Ereb re danîn ew kirin hevparê sîstemê û piştî serokwezîrtiya bi sînor a Necmedîn Erbakan piştî salên 2000’î di dema serokwezîrtî û lîdertiya R.T. Erdogan de vê hevpariyê rengekî hê mayînde werdigirt.
Hêzên behsa wan tê kirin, bi pirsgirêkeke giran a demokratîkbûnê re rûbirû ne. Li hemberî olîgarşiya burokratîk timî xwe di tehlûkeyê de dibînin. Ji vê tehlûkeyê yan wê bi demokratîkbûneke temam bibihurin, yan jî ev pêngav pêk neyê wê bi darbeyeke mîna ya çepgiran xwarî û operasyoneke parçekirinê – dadgehkirina Ergenekonê vê rastiyê îfade dike- statuya xwe ya heyî ji dest bidin. Li hemberî olîgarşiya burokratîk beşa rewşa xwe herî trajîk û krîtîk hêza hevgirtina di damezrandina Komarê de cih girtiye Kurd in. Tevî ku di damezrandina Komarê û Şerê Rizgariyê de Kurd hêmanê bingehîn ên bivênevê ne, rewşa wan a ketinê gelekî tarî ye û bi gelek komplo, provokasyon û tevgerên tenkîlê ve girêdayî ye. Berê polîtîkaya paqijkirina Anatolyayê ji Ermenî û Rûman hatibû meşandin. Polîtîkayeke bi heman rengî di dema navbera 1925-1950’î de li ser Kurdan hat ferzkirin û polîtîkayeke bêKurdhiştinê hat meşandin. Ji lewra mirov dikare pêvajoya isyanên 1925-1938’an bi vê polîtîkayê ve girêdayî fêhm bike. Rola Împaratoriya Brîtanyayê di vê de bi ya wê ya di tesfiyekirina Ermenî, Rûm û Asûriyan de heman rol e.
Têkiliya bi Împaratoriya Brîtanyayê re di zûbirina Komarê ber bi rejîmeke otorîter ve û girêdana wê bi modernîteya kapîtalîst de diyarker e. Herweha mirov dikare bibêje, kadroyên di bin destê Mistefa Kemal û Îsmet Înonî de bi dijwarî xwe li hev rakişandine û vê yekê di çûyîna Komarê ber bi rastgirî û statuya antîdemokratîk de rol girtiye, li hemberî dostaniya Mistefa Kemal bi Sovyetê re û helwesta wî ya serxwebûnxwaz, aliyê din ji gelek aliyan ve bi Împaratoriya Brîtanyayê re di nava têkiliyan de ye.
Piştî isyanê mîna ku pirsgirêka Kurd bi dawî bûye tevgeriyan. Li deverekê liveke piçûk jî bihata dîtin mîna mirî ji nû ve ruh pê hatibe şîrove dikirin û yekser diviyabû bipelixînin. Ji lewra dema nevbera 1950-1980’î ji bo Kurdan pêvajoyeke welê ye ku Kurd her hewl didin hebûna xwe îspat bikin. Bi tevahî berxwedan û guftûgo li derdora pirsa “Kurd hene yan tinene?” zîvirîn. PKK’ê ji bo derketina ji vê guftûgoyê û ketina pêvajoya rizgariyê bi awayekî berbiçav gav avêt û li ser navê muxalefetê hemûyî di dema 1980-2010’î de xwe gihand statuya aktorê demê. Di vê demê de bi darbeya 12’ê Îlona 1980’î pirsgirêka demokratîkbûnê têra xwe giran dibe, li nava dinyayê mafê mirovan tê binpêkirin û di nava dewletê de çetetî serwer dibe. Ha di vê demê de ji tevgera Ergenekonê ya xwe weke Gladio’ya Tirk bi gewde dike DYE desteka xwe vedikişîne û bi vî awayî ev dem bi encam dibe. Di mijdara 2007’an de DYE’yê û Komara Tirkiyê li hev kirin. Li gorî vê, di berdêla tesfiyekirina PKK’ê de wê Gladio’ya Tirk jî were tesfiyekirin, yên li ber xwe bidin wê bidin destê dadgeriyê û hêmanên wê yên din jî wê bikişînin nava saziyên bi nîzam (konvansiyonel) ên dewletê. Ha tam jî di vê nuqteyê de em di dîroka Komarê de li guftûgoya herî mezin a demokratîkbûnê û ji nû ve
veguherandina Komarê ber bi komareke destûrî ya demokratîk ve şahidiyê dikin.
Ev krîza herî mezin a di dîroka Komarê de hem di nava dewletê de û hem jî di nava civakê de hê bi hemû leza xwe dewam dike û bi helwesta hêzên heyî wê derketina ji nava wê diyar bibe. Guftûgo û lêgerîna li destûra demokratîk hem sedem û hem encama vê krîzê ye. Ya rastî, herdu jî di nava dînamîzmeke çalak de ne ku hevdu diafirînin. Di vê rewşê de pirsgirêka Kurd bi rola sereke radibe. Esas, ev rastî têkiliya xwe bi prensîbeke kûr a dîrokê re heye; ew jî ev e, pirsgirêkên civakî bi darê zorê nayên tepisandin, çawa ku firsendê bibînin ji her demê zêdetir bi awayekî dijwar xwe didin hiskirin. Dema 1920-1925’an ji vî alî ve demeke herî balkêş a dîrokê ye û mîna ÇERXEKê ji nû ve werdigere pêk tê, lê vê carê ne ji bo tepisandina tevahiya hevgirtiyên damezrîner, lê weke ku ji bo komara demokratîk a di dema xwe de nehatiye damezrandin ji nû ve damezrînin bang li wan tê kirin. Xeta zirav a di navbera niha û dîrokê de û şîrovekirina vê weke çerxeke werdigere, dihêle ku mirov bi awayekî rasttir li vê rastiyê serwext bibe û ji bo mirov bi rola xwe ya dîrokî rabe şens û firsendê dide.