Ji ber operasyona leşkerî 30 herêmên girêdayî navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê li gel navenda Colemêrgê heta 14 rojana weke ‘Herêmên Ewlekariya Taybet’ hatin ragihandin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi hinceta operasyonên leşkerî walîtiya Colemêrgê ji bo 14 rojan 30 herêmên girêdayî navçeyên Çelê, Şemzînan û Gever li gel navenda Colemêrgê weke ‘Herêmên Ewlehiya Taybet’ îlan kir. Qedexe ji 7’ê Tebaxê heta 21’ê Tebaxê dom dike.