Çalakiya kon ya ku bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Rojava(YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê û êrîşên li ser Qendîlê li ser deriyê sînor yê Sêmalkayê hatiye li dar xistin di roja xwe ya 14mîn de dewam dike.
SÊMALKA – Jinên ciwan yên kantona Kobanê ku di nava çalakiya kon de çihê xwe digrin derbarê armanca çalakiyê û tevlîbûna wan di nava vê çalakiyê de ji ajansa me re axifîn.
Jina Ciwan ya bi navê Leyla Ehmed got: Em wek jinê ciwan hazirin di çalakiya sêmalka de û ji bona piştgiriya Qendîlê û giştî Başûrê Kurdistanê bikin û li kêlek hevalên xwe bisekinin.
Ehmed bang li jinên ciwan kir ku tevlî kongreya jinên ciwan di 8ê tebaxê de bibin, Ehmed got: Pêwîste jinên ciwan heqe û mafê xwe nas bikin û li axa xwe û Serok APO xwedî derkevin.
Jina ciwan ya bi navê Rodîn ku hevseroka desteya ciwanan ya kantona Kobanê ye got: Emê li hember dagirkeriya Dewleta Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê û êrîşên li ser Qendîlê bisekinin, em weke jinên ciwan vê helwesta PDK’ê ku nahêle ciwan derbasî Başûr bibin şermezar dikin.
Rodîn got: Heta ku fikr û ramanê Rêber APO di dil û mêjiyê me de heye emê li hember dijmin bisakinin û xwe bighêjin hevalên xwe û tevlî berxwedana Qendîlê bibin.