Nobeta çalakiya mertalên zindî li Sêmalka doh êvarê ciwanên Girê Sipî girtin. Îro di roja 15’ê de ciwanên Girê Sipî semînerek ser welat û welatparêzî dibînin.
SÊMALKA – Ciwanên Ereb yê bajarê Girê Sipî yê ku doh êvarê nobeta çalakiya mertalên zindî li Sêmalka stand niha semînerek dibînin. Semîner di aliye Mamoste Xelîl de ji Akademiya Civaka Demokratîk li herêma Girke Legê tê dayîn.
Mamoste Xelîl bi dîroka û damezrandina erdingarî, welat, qewm û netew despêkir û bandora wan ji bona roja îro diyar kiriye. Xelîl got ku ol, şaristanî, eşîr, qewm û netew li Rojhelata Navîn derketin holê.
Di beşa duyemîn de mijara wate û maneya netew, erdingarî, qewmên, welat û welatparêzî vegot. Girêdayî vê mîjar jiyan kirina qewmên ereb, suryan, ermenî û qewmên din di erdingariya kurd de vegot û erkên, mafên û rola wan diyar kir.
Di beşa dawî de Xelîl mîjarên demokratîk netew û demokratîk konfedralîzm vegot û giringiya bi hevre jiyan kirin û parastina welatê xwe bikin. Bi wateye biratiya gelan berdewam kir û diyar kir ku pergala Bakure Sûriyê mînakeke ji bo giştî Rojhilata navîn bûye.