Çalakiya Mertalên Zindî ya ciwanan ku li ser deriyê sînor yê Sêmalka yê hatiye li dar xistin di roja xwe ya 15mîn de dewam dike. Serdan û piştgiriya çalakiya ciwanan roj bi roj zêde dibe. Karkerên ku li ser sînorê Sêmalka dixebitin serdana konê çalakiyê kirin.
SÊMALKA – Di roja 15mîn ji çalakiya Mertalên Zindî ya ciwanan ku li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û êrîşên li ser Qendîlê derketiya,karkerên ku li deriyê sînor yê Sêmalka yê dixebitin serdana ciwanan kirin û piştgiriya xwe ji wanre ragihandin.
Li çihê çalakiyê li ser navê karkeran daxuyaniyek hate xwendin û wiha hate gotin: Em tevahî kaekerên ku li ser deriyê sînor yê Sêmalka yê xebat dikin piştgiriya ciwanan dikin û êrîşên li ser Qendîlê û Başûrê Kurdistanê şermezardikin û dibêjin em li pişta ciwana ne.
Ev îxaneta ku hatiye kirin em qebûl nakin û emê li hember dagirkeriyê serî hildin.
Karkeran daxuyanî bi silogana SERÎ HILDE bi dawî kirin.