Di çarçoveya qonaxa duyemîn ya hemleya SERÎ HILDE de, Yekîtiya Jinên Ciwan yên Helebê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêbrê Gelan Abdullah Ocalan meşeke meşeleyan li dar xistin.
HELEB – Li taxa Şêxmeqsûd ya Helebê Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocaln meşeke meşeleyan li dar xistin. Meşa ciwanan bi silogana “Bê Serok jiyan nabe” ji pêşiya qebwa Yasîn dest pêkir.
Ciwanan di meşa xwe de alên YCR, YJC û wêneyên Rêberê Gelan Ocalan her wiha meşele rakirin. Meşa ciwanan li qada şehîd Destîna rawestiya û li wir meş veguherî mitîng. Piştî deqeyek rêz girtin axaftin hatin gotin.
Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan yên Helebê Firyal Mihemed axifî û got: Em wek jinên ciwan ji bo azadiya Rêber APO emê her li ser piyabin. Her wiha li ser navê Kongira Star Heyfa Hesen jî axifî û tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezarkir.
Piştî axaftinan meşa ciwanan bi siloganên şermezarkirina dagirkeriya Dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocaln bi dawî bû.