PIRSGIRÊKA KURD û ÇARESERIYÊN MUHTEMEL
Belkî jî pirsgirêka pêşî ya bi şaristaniya çînî destpê kir bi kokên Kurd re têkildar be. Di dema mezinbûna şaristaniya Sumer de têgînên weke Kurtî, Hûrrî, Gûtî û Arî yên gelek caran li ber çavên me dikevin, timî heman kokê bi bîra mirov dixin. Ev têgîn têne maneya ‘Çiyayî’ û ‘Qewmê Çiyê’. Tê zanîn ku ji bo Kurdên îro jî navnasên bi heman rengî têne bikaranîn. Şaristaniya Sumer weke antîteza civaka neolîtîk pêk hat. Bi gotineke din, Mezopotamya Jêr bi newalên deştî yên Dîcle-Firatê, li dijî newalên bi girik û çiyayî yên Dîcle- Firatê yên Mezopotamya Jor bi rola alternatîf radibe. Pirsgirêkên civaka neolîtîk bi vê mezinbûnê re têkildar in. Bêguman wê nebe tespîteke zanistî ku mirov bibêje, civaka neolîtîk û Kurdîtiya roja me ya îro wekhev in. Lê belê wekheviyên di navbera mîrateya civaka neolîtîk a beriya 10.000 salan pêkhatî û civaka îro de xweber nînin. Dîroka civakî dibêje, divê tayên navbera xelekan şidandî û xurt bin. Arkeolojî û etîmolojî behsa vê wekheviyê dikin û dibêjin, ev wekhevî xurtir e. Gelekî pêkan e ku wesfên civaka li qûntara rêzeçiyayên Zagros-Torosê Pro-Kurd bin.
Dema ji salên 5.000 B.Z. heta bi belavbûna Îslamê weke Serdema Destpêkê tê qebûlkirin. Di civaka vê demê de di serî de hiyarerşî, xanedantî, dewlet, bajar, çîn, bazirganî, cotkarî, zenaet, malbat, jin, koletî, dîn, nivîs, zanist, wêje, heykel, mîmarî û pîşesazî gelek awayên hilberînê û saziyên bingehîn ên pêwendîdarî şaristaniyê bi qasî xweliyê zêde dibin. Pêşdeçûna bûyerên bi vî rengî di heman demê de dihat wê maneyê ku pirsgirêkên civakî jî mîna xweliyê zêde dibin. Pro-Kurd di navenda van pirgirêkan de cih digirin. Ji bo çareseriyê rêyên sereke yên peydakirine cotkarî û xwedîkirina heywanan in. Giraniya xwe dane van herdu qadan. Ji bo ji dijminê xwe jî rizgar bibin xwe avêtine baniyên çiyan. Ev herdu xislet îro jî ji bo Kurdan du hêmanên bingehîn ên hebûnê ne. Hiyarerşiya serwer a Pro-Kurdan timî di nava şaristaniya dewletên li ber serê xwe de heliyan û bi vî awayî pirsgirêkên xwe çareser kirin. Lê komên kedkar ên mayî weke ezbetên eşîr û qebîleyan ên neqediyan, timî di navbera deşt û çiyê de bi koçerî, cotkarî û xwedîkirina heywanan di şerê manûnemanê de li ber xwe dan da ku tine nebin. Bi giştî yên li çiyê, cotkarî û heywan xwedî kirin Kurdî bûn.
Bêguman îstîsna vê pîvanê pûç û betal nakin. Bazirganî û zenaetkariya bajaran jî bi giştî pîşeyê Ermenî û Suryaniyên îro bû. Mîna ku bi awayekî xwezayî kar li hev hatibû dabeşkirin. Gelên bingehîn ên Dîcle-Firatê bi diyalektîkeke jiyanê bi vî awayî bi hevdu ve hatibûn girêdan. Gelên bingehîn ên em behsa wan dikin cara pêşî bi Xirîstiyantiyê ji hev gelekî cihê bûn. Gelekî beriya vê jî xwedayê têgînî yê Brahîm Yehova cihêbûneke bi koktir temsîl dikir. Divê mirov ti carî ji bîr neke ku pirsgirêkên civakî yên ji nava şaristaniyê derdikevin timî xwe bi dîn û xwedayên nû îfade kirine. Çiqasî têgînên dîn û xweda yên bi nakok pêk hatine, pirsgirêkên civakî jî ewqasî pirr cure û mezin bûne. Dînê Zerdeştî li Zagrosan cotkarî û heywan xwedîkirinê mezin û pîroz dike ango xwedatiya wan îfade dike. Lê xwedayên Sumer, Babîl, Aqad û Asûran bajêr, bazirganî, dewlet û xanedaniyê nîşan didin. Vê jî eşkere dibêjin. Wexta ku Xirîstiyantî cara pêşî weke dînê mezlûm û xizanan bi gewde bû, ya rastî vê yekê dîsa lêgerîna çareseriyê bi ziman û dînê xwedê ji bo pirsgirêkên civakî îfade dikir. Wexta ku Mûsewîtî weke dînê qebîleyê derket holê, Xirîstiyantiyê jî jê weke dînê gel şax berda. Ev dibe gava herî mezin a pêşî ber bi ummet û ekumentiyê ve tê avêtin. Muhammedîtî di dema derketina xwe de herçiqasî gel û ummetê esas bigire jî di pêvajoya seltenetê de hegemonya çîna serwer weke dînê şaristaniya dewletê ava dike.
Kurdîtiya serdema navîn mîrateya xwe didomîne. Ango Kurdîtiya ji derketina holê ya Îslamê salên 600’î heta bi salên 1800’î ketina modernîteya kapîtalîst a Rojhilata Navîn. Tebeqeya jor a pêkhatî, mîr, beg, reîs û şêx bi şaristaniya serwer re (Ereb, Fars û Tirk ferq nake) dibin yek û di berdêla wê de xeftanê Kurd diterikînin. Li gorî berjewendiyên wan nîne ku Kurdîtiyê weke dewlet bijîn. Berjewendiyên wan dike ku ew bibin Ereb, Fars û Tirkekî baş. Bi vî awayî pirsgirêkên civakî ji bo Kurdan qat bi qat zêde bûne. Hem weke nasnameya bindest hem jî weke nasnameya çandî ya bêbextî lê hatiye kirin pirsgirêkên wan kûr bûne. Gelo Kurd bûbûna dewlet wê pirsgirêkên wan ên serdema navîn çareser bibûna? Di dema sosyalîzma pêkhatî de fikreke bi vî rengî çêbibû. Fikreke welê pêkhatibû ku bibin dewlet wê pirsgirêka gelan û nasnameyan heta dawiyê çareser bibe. Ji ber ku sosyalîzm jî bi dewleta proleter re wekhev hatibû dîtin, divê mirov li ber vê fikrê matmayî nemîne. Me xem dixwarin ka çima dewleteke me jî çênebûye. Lê ya rastî,
fikra şaristaniya demokratîk piştrast dike ku dewlet bi xwe çavkaniya derdên mezin e. Tiştekî bi navê dewleta Ereb, dewleta Fars û dewleta Tirk tinebû. Ev leylanên xapînok ên dewleta netewe bûn; hem jî di nava sedsala dawî de! Dewleteke hevpar a Îslamê hebû. Herçiqasî carnan di çarçoveya berjewendiyan de şer bikin jî hukemayên hakim di nava yekîtiyê de bûn. Îslamiyet wekî din gelê xwe û ummeta xwe hebû.
Dinya wan ji hev cihê bûbû. Dinyaya pirsgirêkan bû ku her diçû mezin dibû. Bi vî awayî du qutbên bingehîn hebûn. Bi qasî çareseriyan pirsgirêk jî hevpar bûn. Bi navê xwedê û dîn dihatin îfadekirin û hewl didan çareser bikin. Herçiqasî Kurdîtî, Erebtî, Tirkîtî û Farstî weke çandekê hebin jî pirsgirêkên wan bi referansa dînan, mezheb û dînê hevpar dihatin ziman. Ne Emewî û Abbasî bi tenê bûn dewleta Ereb, ne jî Selçûkî û Osmanî bi tenê bûn dewleta Tirk. Rêûresma dewleta Farsan jî ne dewleteke nijad û zuriyetê bû. Bi dewletbûna tebeqeya jor a qewmî û etnîk hebûna xwe ya çînî bi hêz dike û hemnijadên xwe yên mayî jî diavêje geroneka pirsgirêkên civakî. Kurd, Ermenî, Asûrî, Rûm, Tirkmen, Bedewî û Farsên nebûne dewlet rastiyên çandî bûn avêtibûn nava geroneka pirsgirêkên bi vî rengî.
Dema ku modernîteya kapîtalîst bi hêmanên dewleta netewe, kapîtalîzm û îndustriyalîzmê ket Rojhilata Navîn, weke ku naqosên mirinê lê bidin ji bo gel û nasnameyên çandî yên ku di serdema navîn de hatine şêlandin û hilhilîne, û çanda wan her diçe bêhtir di bin zext, mêtinkarî û bindestiyê de bû. Ev gelên ji zû ve ji aliyê hakim û hukemayên xwe yên tebeqeya jor ve li xiyanetê rast hatine, mîna qadeke nû ya nêçîrê ya modernîteya kapîtalîst in. Ji serê sedsala 19. ve pêşî li ser navê dewletokên netewe ew bi hev dan qirkirin. Tevî vê yekê jî di karên îndustriyalîzm û kapîtalîzmê de ku bi hêrsa karê ti astengiya li pêşiya xwe nas nakin, ji heywanan xirabtir hatin xebitandin. Ew veguherandin kar û sermayeyê. Xerîbketin bû sê qatî: Xerîbketina serdema destpêkê, serdema navîn û serdema nû.
Milliyetgiriya li ser her çandê hat ferzkirin, Kurdan jî ji felaketên wê para xwe girt, hem jî pareke herî zêde! Dewletokên wan ên netewe bi serketinê bi encam nebûn. Tebeqeya jor dîsa bi şêwazekî hêjayî mîrateya xwe di nava dewletokên netewe de cihê xwe girt û di berdêla vê de xiyanetkirina li çanda gel a ji rêûresmê, rewa dît. Van kesan bi helwesteke ji qral bêhtir qral in, îdea dikirin ku ji Ereb, Fars û Tirkan baştir Ereb, Fars û Tirk in, ji bo vê jî ketibûn nava pêşbaziyê. Çiqasî xiyanet li nirxên çandî û nasnameyan bihata kirin, ev xiyanet vediguherî ewqasî berjewendî, pere û mûçe. Kurdan wer bawer dikir ku bi xwesipartina çandinî, keriyên heywan û çiyayên xwe ku bi hezaran sal in ji dema Pro-Kurdan heta niha du sedemên hebûnê yên pîroz in, wê karibin li beramberî tinebûnê hebûna xwe biparêzin.
A- DI TÊKILIYÊN KURD-TIRKAN DE DIYALEKTÎKA DÎROKÎ
Di çarçoveya vê vegotina giştî de mirov hê ji nêz ve li têkilî û nakokiyên dualîteya Kurd-Tirk binêre û bi awayekî berbiçav binirxîne, pirsgirêkbûyîna wan û çareseriyên muhtemel wê zelal bike. Di geroneka dijwar a zorê de mirov ne dikare li pirsgirêkan û ne jî li rêyên çareseriyê baş serwext bibe. Eger serwextbûn û rohnîbûn bi xwe nêzî heqîqetê bin, mirov dikare bibêje nîvê çareseriyê pêk hatiye. Jixwe nîvê din jî li ser rêya hatiye vekirin bi gavavêtinên di cih de temam dibe.
Selçûkî weke ezbet û beg wexta gihiştin sînorên Kurdistanê (Bi îhtîmaleke mezin gotina Kurdistanê Siltanên Selçûkiyan ên gihiştin sînorên çandî yên Kurdan çêkirine, yan jî kirine were bilêvkirin), bi sîleha biratiyê ya Îslamê şerê li dijî Bîzansan pêşniyar kirin. Ji ber ku pirraniya Kurdan bi xwe jî Îslam qebûl kiribûn û li hemberî Bîzansan gelek caran paşve ketibûn, destek dan pêşniyara şerê hevpar were meşandin. Siltan Alparslan di Gulana 1071’ê de li paytexta Kurdan a wê demê Meyafarqînê (Silîva îro) li cem beg û eşîrên Kurdan li rêya hevgirtinê digeriya. Hem ji beg hem ji ezbetan hêzek li hêza xwe zêde kir û tê texmînkirin nîv bi nîv ev hêz ji Kurdan pêk dihat. Bi vê hêzê gihişt serketina xwe ya di Tebaxa 1071’ê de ku qonaxeke nû ya dîrokî tê hesibandin. Heta rola hêzên beg û ezbetên Kurdan di vî şerî de rast neyê analîzkirin, wê têkiliyên di navbera beg û ezbetên Kurd û Tirkan de têra xwe ji hev neyên derxistin. Serketin stratejîk bû. Deriyê Anatolyayê li beg û ezbetên Tirkan heta ser piştê vedikir. Ji bo ezbet û begên Kurdan jî tehlûkeya Bîzansê û encamên wê ji holê radikir. Gelekî girîng e ku têkilî li ser vî bingehî bêne danîn, ji ber ku di diyarkirina siberojê de bi roleke esasî radibe.
Paşê ezbet û begên Tirkan bi Nava Anatolyayê, Rojavayê Derya Spî û Derya Reş ve gavavêtin û bi vî awayî li Anatolyayê zêde bûn. Di vê demê de ezbet û begên Kurdan jî ji berfirehkirina cih û mezinkirina hêza xwe paşve neman. Ezbet û begên Tirkan ti wextî li xwe danenîn û nefikirîn ku deverên Kurd lê bi cihbûyî û serwer, rêûresmên wan ên çandî yên li van deveran bi dest bixin û bikin yên xwe. Hevgirtina stratejîk a di navbera wan de, çanda jiyana hevpar û piştgiriyê ev ji wan dixwest. Di vê navberê de gelên Ermenî û Asûrî zêdetir li bajaran hebûna xwe bi dostanî dewam kirin. Di navbera wan û Bîzansiyan de pirsgirêkên mezhebî hebûn. Ji lewra di dûrketina Bîzansê ji herêmê de zêde zirara wan nebû.
Herçiqasî di vê demê de li Kurdistanê hin begtiyên Tirkan bi navê Artûkî, Qerekoyûnî û Akkoyûnî hatibin avakirin jî temenê van begtiyan kin bûye û ezbetên jê dihatin jî pirranî bi awayekî xwezayî di nava çanda Kurdî de asîmîle dibûn û diheliyan. Mirov îro jî dikare şopên vê rastiyê bibîne. Kurdan jî di dema Îslamîk de tevî gelek begtiyên xwecihî jiyana xwe ya civakî bi eşîrî û qebîleyî bi pirsgirêkên xwe yên giranbûyî dewam dikir. Wesf û rengê wan ê qewmî pêş dikevin, diguherin. Lê çawa ku li cem ezbetên Tirkan jî em dibînin tebeqeya jor begtiyên xwe di xizmeta şaristaniyên cûrbicûr de pêk tînin, beşên jêr jî weke Kurmanc (Kurdmanc) dabeşî kategoriyeke cihê dibin. Dualîteyeke mîna Tirk-Tirkmen, Ereb-Bedewî di vê demê de bi heman awayî li cem Kurdan jî weke Kurd-Kurmanc bi lez pêk tê. Ezbet û begên Kurd û Tirk heta bi dema seltenetiya Osmanî (li derdora serê salên 1.500’î) bi awayekî zimnî be jî di têkiliyên xwe de ji huqûqên hev re rêzê digirin, li dijî gef û tehlûkeyên ji derve bên, herdu beşên sereke xwedî stratejiyeke hevpar in, û bi giranî bi vê ve girêdayî tevdigerin. Aliyê erênî yê têkiliyê ji aliyê neyênî xurtir e. Di navbera wan de demeke şer û nakokiyên sîstematîk xuya nake.
Di têkiliyên Kurd û Tirkan de duyemîn qonaxa girîng a stratejîk bi belavbûna Împratoriya Osmanî li Rojhilata Navîn destpê kiriye. Di serê sedsala 16. de li Îranê li ser bingehê Şîatiyê Xanedaniya Sefewî rabû. Di navbera vê Xanedaniyê û begtiyên Kurd de tengezariya zêde dibû bi nakokiyên mezhebî zêdetir dibû û bandora vê yekê li ser Anatolyayê xurt bû. Heman nakokî bi siltanên Memlûkî yên li Misrê re jî pêk dihat. Bandora Memlûkiyan li ser Derya Spî û Başûr-Rojhilat zêde dibû. Pozîsyona begtiyên Kurd xwedî roleke stratejîk bû. Kîjan aliyî bigirin ew alî wê li Rojhilata Navîn bibe hêza hegemonîk. Encamên dîrokî yên helwesta Siltanê Osmanî Yawiz Selîm a hevgirtina stratejîk a ku mîna di navbera du hêzên wekhev de pêk hatibe, bi lez derketin holê. Li gorî hevgirtina pêkhatî, begtiyên Kurdan dibûn xwedî otonomiyeke berfireh û dibûn xwedî erk ji bo hukûmetekê damezrînin. Ji hevgirtinê wêdetir, mîna Împaratoriya Awisturya û Macaristanê rê li ber Împaratoriyeke Kurd û Tirk vedikir. Çavdêrekî baş ê bi baldarî li dîrokê binêre, di ezmûnên pêşî yên şaristaniyên Hîtît-Hûrrî-Mîtanî yên serê salên 2000’î B.Z. de wê naveroka stratejîk a hevpariya Anatolya- Mezopotamyayê bibîne. Yek bêyî ya din nabe. Têkiliyên ekonomîk-polîtîk bi lez dibin yek. Di sedsala muhteşem a Osmaniyan de ev diyardeya dîrokî xwe ji nû ve piştrast dike.
Statuya nû, giraniya begtiyên Kurd ên Sunnî di nava Împaratoriyê de zêde dikir, lê rewşa Kurdên Êzîdî-Elewî û pirsgirêkên beşê Kurmanc girantir, nakokiyên mezhebî û çînî pirr dikirin. Ev statuya hevpar a bi qasî sêsed salan dewam kir, di serê sedsala 19. de bi ketina modernîteya kapîtalîst a Rojhilata Navîn destpê kir, xira bû. Împaratoriya Brîtanyayê ku bi rêya Iraq û Misrê bandora xwe ya li herêmê zêde kir, hewl da milliyetgiriyeke navenda wê Silêmanî ye, pêşde bibe. Isyana pêşî li devera Silêmaniyê ji aliyê lîderên eşîra Baban hat kirin. Ev pêvajoya ku bi qasî dused sal in, bi awayekî diberide, reng diguherîne heta îro tê, li Başûrê Kurdistanê bi pratîka nîv dewleta netewe dewam dike. Isyanên Kurd ên sedsala 19. ji ber wesfên wan ên çînî prokapîtalîst milliyetgir in. Bi tevahî milliyetên di nava Împaratoriyê de li ser bingehê dewleta netewe cihê bûn, lê çawa ku hat diyarkirin cihênebûna Kurdan ji Tirkan sedemên xwe yên dîrokî hene. Serê dewleta Împaratoriyê xwe disipêre zêhniyeteke dewletê ya hevpariya tebeqeya jor a ji du milliyetan pêkhatî.
Sedemên stratejîk ji dema derketina dewletê ve li ser her şaristaniya li herdu qadan hiltê, ferz dikin ku bi awayekî hevpar tevbigerin. Naxwe wê berjewendî û hebûna civakan li herdu qadan jî bikeve tehlûkeyê. Her pêkhatina siyasî û ekonomîk a derdikeve holê nirxa bêhempa ya hevpartiyê îfade dike. Ezmûnên siltantiyên Tirk a Selçûkî û Osmanî careke din vê diyalektîka dîrokî piştrast dikin. Têkiliyên di navbera siltan û begên herî li jor de bi demê re veguherîn têkiliyên şêx, axa û bazirganan. Bi Siltan Mehmûd ê II. re (1808-1839) ev têkilî bi temamî têkçûn. Bandora têkbir a modernîteyê nakokiyên di navbera herdu aliyan de her zêde kir û tevahiya sedsalê ji serî heta binî veguherand sedsala isyanan. Negihiştina encamê ya isyanan û hewldanên ji nû ve avakirinê yên Împaratoriya Osmanî li ser bingeha dewleta netewe wesfê rêûresmî yên têkiliyên di navbera herdu milliyetan de xira kirin. Kengî Osmaniyên Ciwan, Jon Tirk û beşê herî milliyetperest Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê (1889) dewletdariya netewe ya Tirk pêşî sergirtî paşê jî eşkere parastin, pêvajoya qutbûnê bi lez bû. Li hemberî vê milliyetgiriya Kurd jî destpê kir xwe nîşan da. Bi awayekî modern pirsgirêka Kurd li vê demê rast tê. Kengî Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê dest bi komîtakariyê
kir û li şûna milliyetgiriya Îslamî eşkere berê xwe da Tirkperestiyê, hingê pirsgirêk girantir kirin. Du beş pêk hatin:
Milliyetgiriya Tirk a Nijadperest û Milliyetgiriya Îslamî. Kurdan hewl da bihevrebûna xwe ya rêûresmê bi milliyetgirên Îslamî re dewam bikin. Şêxên Neqşî, Mewlana Xalid û Saîd-î Nûrsî weke ekola sereke nûneriya vê meylê dikirin. Li ser împaratoriyê û li ser wesfê dewleta paşê pêk bê bi israr bûn. Îdeolojiya Îslam û ummetê dihat modernîzekirin û ji bo vê armancê dihat bikaranîn. Piştî began (1878) di pêşengiya civakî de rol û bandora terîqet û şêxan zêde bû û wan ev xeta behsa wê tê kirin heta roja me ya îro meşand. Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê jî nexasim piştî têkçûna xwe ya di Şerê Balkanan de (1912-1913), bêyî ku guh bide hevpartiya dîrokî ya li Anatolya û Mezopotamyayê, di nava dewletê de milliyetgiriyeke nijadperest meşand. Di vê milliyetperestiyê de cih ji Kurdan re tinebû. Mîna Ermeniyan wê ya erdên xwe biterikandana yan jî wê bi awayekî bihatana tinekirin. Çavkaniya vê polîtîkayê pozitivîzma Fransî bû. Bi tenê mafê yê bi hêz hebû bijî; wan hewl dida determînîzma Darwîn a “Yê bi hêz dikare bijî” mîna rastiyeke zanistî be, pêk bînin.
Hovîtiya modernîteya kapîtalîst di vir de dehşeta xwe hemûyî nîşan dide. Ne bi tenê ya Ermenî, Rûm, Suryanî û Kurdan, vê îdeolojiya hişk a pozitivîst rewşa Tirk û Ereban jî kir ku nikaribin bijîn û vê jî kir ku Împaratorî di destê Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê de bi dawî bibe. Lê bandorên wê serdestiya xwe di Komara Tirkiyê de jî dewam kirin. Ji ber ku wesfê Jakobenîk ê şoreşa Komarê, hevgirtinên xwe sipartibûyê û pêşengiya Mistefa Kemal di beşên berê de hatibû nirxandin hewce bi dubarekirina wan nîne. Mîna hevgirtiyên din Kurd jî hêmanên damezrîner ên Komarê bûn. Çawa ku di tevahiya dîrokê de bû, dîsa weke hevparekî stratejîk hem di rizgariya ummetê de û hem jî di avakirina Komarê de Kurdan cih girtiye.
Di berdêla Mûsil-Kerkûkê de ji Împratoriya Brîtanyayê destûr hat wergirtin ku di nava sînorên mayî yên Mîsaq-î Mîllî de dewleta netewe were avakirin û bi vê hem parçekirina li çar beşan a Kurdan pêk hat, hem jî li ser beşê di hundir de mayî polîtîkayên ji bo tinekirina hebûna wan bi lezeke bêrehm destpê kir û ev polîtîka timî bi heman lezê hatin meşandin. Di vê navberê de divê ez vê jî bibêjim, Peymana Qesr-î Şîrîn a di sala 1639’an de bi Xanedaniya Sefewî ya Îranê re hat mohrkirin, li gorî hevgirtina stratejîk a di navbera herdu milliyetan de nebû. Bi giranî Kurd di nava sînorên Împratoriya Osmanî de bûn. Sînorên Mîsaq-î Mîllî ji sedî sed li ser bingehê yekîtiya Kurd û Tirkan hatibûn destnîşankirin. Peymanên bi Ingilîz û Fransiyan re hatibûn mohrkirin, ji sedî sed li gorî Mîsaq-î Mîllî nebûn. Ev peymanên ku Kurd bi pirsgirêka herî mezin a manûnemanê ya dîroka wan ve kilît kirin, ji sedî sed li dijî biratî û hevpartiya gelekî behsa wê tê kirin a hezar salan a di navbera Kurd û Tirkan de ye. Lê pirsa nayê pirsîn ev e, ji van peymanên li gorî hevgirtin û biratiyê nînin, kî berpirsiyar e? Tu yê bi bahaneya Kurd bi hin hêzên hegemonîk re ketine nava têkiliyan di berdêla hin tawîzan de hebûna wan bikî çar parçe, hem jî tu yê bibêjî “Hin Kurd biratiya hezar salan xira dikin!” Ev helwesta ku çi qasî îronî be, ewqasî jî rastiyan paşguh dike, pirsgirêka Kurd di tevahiya dîroka Komarê de anî ber qirkirina çandî û tinekirinê.
Bi rastî, pirsgirêka Kurd ji ber têgihiştin û kirinên ruhê dostaniya stratejîk a hezar salan didin aliyekî û înkar dikin, ji pirsgirêkeke bi tenê ya ekonomîk, civakî, siyasî û eskerî derket, veguherî meseleyeke çandî ya manûnemanê. Isyanên 1925-1940’î çavkaniya xwe ev pirsgirêka manûnemanê bûn û ji bo vê armancê jî hatin bikaranîn. Eşkere ye ku zêhniyeta Îttîhadgir, hem dixwest Kurdan li derveyî dewletê, hem li derveyî civakê bihêle, hem jî ferz dikir ku Kurdan ji civakbûnê derxe. Ji lewra ev polîtîka salên dûrûdirêj veguherî pirsgirêka “Gelo Kurd hene yan tinene?” Kurd ji hêmanê damezrîner ê Komarê derxistin û kirin pêvajoya tinebûnê. Eger piçekî empatî were kirin, wê were fêhmkirin ka bi vî awayî bi ser Kurdan de çûyîn çiqasî bi dehşet e, û mirovî matmayî dihêle. Pirsgirêka Kurdan pirsgirêka parçebûnê nîne, Kurd dixwazin ji pêvajoya tinebûnê derkevin û car din hêjayî dîrokê xwe bigihînin statuya stratejîk a dostanî, hevpartî û biratiyê. Serwextbûna li vê rastiyê, bi tenê bi têgihiştineke empatî ya bi wijdan pêkan e.
(SIBE DEWAM DIKE)