Bi silogana ʺBi felsefeya Rêber Apo em ê dagirkeriyê têk bibin, bi pêşengtiya jinên ciwan em ê Sûriyeke azad ava bikinʺ kongreya 3 mîn ya jinên ciwan li ser asta Bakurê Sûriyê li navenda Aram Tîkran ya çan û hûnera bajarê Rimêan bi tevlîbûna 800 delege û mêvana tê li dar xistin.
RIMÊLAN – Piştî ku dîwan ji 5 kesan hate hilbijartin” Selma Xabûr, Mizgîn Qamişlo, Leyla Reqa, Ferîda Nesan û Jînda Mûnzûr” û piştî deqeyeke rêz girtin axaftin hate gotin. Axaftina destpêka kongreyê ji aliyê endama Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Medya Mihemed ve hate kirin. Çalakiyên konferansê bi axaftinên têkildarî rola jinên ciwan di civakê de ji aliyê beşdaran ve didome.
Di vê çarçoveyê de endama Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Tolhildan Raman axivî û wiha got: “Jin bingeha civaka azad in. Ji ber ku di avakirina civakê de bingeh e û beşdarî pêşxistin û geşkirina civakên xwe dibe. Dema ku em behsa jinan dikin tê wateya ku em behsa jiyana azad dikin. Ev konferansa ku niha tê lidarxistin, yek ji berhemên têkoşîna jinan di hemû aliyan de ye.”
Tolhildan Raman behsa rola jinan di eniyên şer û berxwedanê de kir û wiha domand: “Jin di eniyên şer û berxwedanê de pêşeng in. Ew jin ji bo ku civakên xwe biparêzin canê xwe feda dikin. Fedekariya jinan di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de jî nîşana fedekariya jinan e.”
Piştre berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd axivî û wiha anî ziman: “Kombûna jinan ji seranserî herêmên Bakurê Sûriyeyê di vê salonê de gaveke serkeftî ye û rêya bêtir birêxistinkirina jinên ciwan vedike. Divê em fikra azad bi hemû jinan bidin nasîn.”
Di konferansê de li ser navê Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat axivî û da zanîn ku ew niha bi aliyên di hundirê Sûriyeyê re di nava peywendiyan de ne da ku çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re peyda bikin û rola jinên ciwan di çareserkirina aloziyê de ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û piralî gelekî girîng e.