Kongreya 3mîn ya Yekîtiya Jinên Ciwan ku îro di satên sibehê de di bin silogana ʺBi felsefeya Rêber Apo em ê dagirkeriyê têk bibin, bi pêşengtiya jinên ciwan em ê Sûriyeke azad ava bikinʺ li navenda çand û hûner ya Aram Tîkran ya bajarê Rimêlan hate li dar xistin, bi hilbijartina meclisa nû di van kêliyan de bi dawî bû.
RIMÊLAN – Yekîtiya Jinên Ciwan YJC’ê li ser asta Bakurê Sûriyê kongreya xwe ya 3 mîn li bajarê Rimêlanê ya girêdayê kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê îro li dar xist. Piştî axaftinan û nîqaşên li ser kar û xebatê jinên ciwan yên du salan kongreya bi biryaran û hilbijartina mecliseke nû bi dawî bû.
Biryarên ku hatine girtin wiha ne:
1- Yekîtiya Jinên Ciwan perspektîvên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bingeha xebata xwe ya avakirina Sûriyeke Demokratîk esas digire û ji bo azadiya Ocalan têdikoşe.
2- Yekîtiya Jinên Ciwan xwe wekî pêşengê avakirina Sûriyeke demokartîk dibîne û xebatên xwe li ser vê esas pêk tîne.
3- Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo azadiya jin û civakê têdikoşe û Jineolojî esas digire.
4- Yekîtiya Jinên Ciwan rêxistinkirina tevahî Sûriyeyê armanc dike û li hemberî zihniyeta kaptîst disekin.
5- Jinên Ciwan YPG û YPJ‘ê wekî hêzên parastina civakê dibîne û ji bo mezinkirina wê dixebite.
6- Jin Ciwan parastina çand û nasnameya civakê dike.
Di dawiya kongreyê de 23 endamên meclisa Yekîtiya Jinên Ciwan li Bakurê Sûriyeyê hatin hilbijartin.